DEM Partî Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ê ku 3yê Hezîrana sala 1994an de hatibûn kuştin bi merasîmekê bibîr anî. Pervîn Bûldan di bîranînê de destnîşan kir ku Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay 3 diyarî ji wan re hiştine û got: “Yek Zelal Bûldan, yek cilên bi xwîn yek jî têkoşînek bi rûmet.”
Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay berî 32 salan di 3yê Hezîrana sala 1994an de li Stenbolê ji hêla 7-8 hêzên paramîlîter ên bi çek û telsiz ve hatin binçavkirin. Piştî malbat bûyerê bihîstin demildest serî li Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dan û bi serokwezîr û walî re hevdîtin pêk anîn. Lê bersiva “nehatine binçavkirin” hate dayîn. Di 4ê Hezîranê de li derdorê navçeya Yiglicaya Bolûyê cenazeyê Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ê îşkencekirî ji aliyê gundiyan ve hatin dîtin.
DEM Partiyê Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ê li Goristana Avcilarê ya Stenbolê hatine veşartin bi merasîmekê bibîr anî. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û hevsera Savaş Bûldan Pervîn Bûldan, malbatên Adnan Yildirim û Haci Karay, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Bername ji bo Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
‘32 sal derbas bûn hêj jî kujer tên darizandin’
Keça Adnan Yildirim, Leyla Yildirim di bîranînê de axivî û got: “Di salên tarî de Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay dixwestin birûmet bijîn û ji bo gelê Kurd tevdigeriyan. 32 sal derbas bû lê kujer hê jî tên darizandin.”
‘Polîtîkayên bêcezahiştinê ket merîyetê’
Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku ew êşa malbatan dijîn û got: “Divê aştî ji bo tevahî hevalên me pêk bê. Lê kujer nayên gerandin. Çend doz hate vekirin lê politîkayên bêcezahiştinê ket merîyetê. Em dizanin ku bi daxwaza desthilata ev politîka dimeşê.”
‘Divê ev pêvajo bi rûmet bimeşê’
Pervîn Bûldan di bîranînê de da zanîn ku 3 hevrêyên wan berî 32 salan hatin kuştin û got: “Lê 3 diyarî ji me re hiştin. Yek Zelal Bûldan, yek cilên bi xwîn yek jî têkoşînek bi rûmet. Lê kujer herdem hatin darizandin. Bi hezaran kes hat kuştin û kujerên wan ji aliyê dewletê hatin parastin. Çawa ku em dixwazin kuştina Gulîstan Dokû were ronîkirin, em dixwazin bûyerên berê jî werin vekirin. Îro pêvajoyek dimeşe. Lê divê ev pêvajo bi rûmet bimeşê ku em bibêjin Zelal ev aştî ya te ye. Soza me heye ku aştiyek rûmet bê wî welatî lê dibê tevahî kujer bên dîtin.”
‘Ji bo aştiyek rûmet pêk bê divê ew rûpelên reş bê ronîkirin’
Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku hêvîdarin ku kujerê van hevalan derxin pêşiya edaletê û ev tişt anî ziman: “Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ji ber ku Kurd bûn hatin kuştin. Em dibêjin ku kujer bên dîtin ku dilê malbata şa bibe. Îro aştî heye lê aştî ne jibîrkirina Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay e. Ji bo aştiyek rûmet pêk bê divê ew rûpelên reş bê ronîkirin. Bila soz bê ji Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay û hezaran kesên ku hatina kuştin ku faîl bê dîtin û bên darizandin. Tiştek wîsa tune ye ku gund hatin şewitandin, gelek kes hat kuştin. Em soza ku têkoşîna Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay bigihînin armancê didin.”
Bîranîn bi diayan bi dawî bû.




















