• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

Firat Tunç / AW

5 HEZÎRAN 2026 - 08:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê Şaxa OHDa Amedê Riza Polat diyar kir ku serdema herî nêzî çareseriyê ye ev serdem e û wiha got: “Muxatabiya birêz Ocalan, muxatabiya gelê Kurd e. Heke em dixwazin vê serdemê bi awayekî baştir û rêkûpêktir derbas bikin, ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin.”

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an nêzî salek û nîv li pey xwe hişt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran di hevdîtinên xwe de destnîşan dike ku ji bo pêvajo encam bibe divê gavên qanûnî bên avêtin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Azadiyê gelek gav avêtin lê hêj jî ji bilî avakirina komisyona parlementoyê ji aliyê dewletê ve gav nehatiye avêtin. Gelê Kurd û raya giştî ji bo pêvajo bimeşe li benda avêtina gavên qanûnî ne û her tim bang li rayedarên dewletê dikin. Hiqûqnasên Kurd jî di 22yê Gulana 2026an de deklarasyona konferansa ku dê 4 û 5ê Tîrmeha 2026an de bi dirûşma “Ji bo Azadî, Statu û Aştiyê Hiqûqa Demokratîk” bê lidarxistin eşkere kirin.

Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Riza Polat derbarê pêvajoyê û konferansa ku dê hiqûqnasên Kurd li dar bixin de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Birêz Ocalan her tim dixwaze mijarê bi rêyên aştiyane çareser bike’

Riza Polat bal kişand ser berdewamî û biryardariya xeta siyasî ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Esas di aliyê fikriyet û ji bo çareseriya meseleyê de, di fikriyata birêz Ocalan de guherîneke cuda an jî bingehîn çênebûye. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku ji serdema sala 1993yan û heya îro, birêz Ocalan fikra ku derxistiye holê her tim li ser bingeha siyaseta demokratîk û çareseriya aştiyane bûye. Di pevajoyên salên 2013 û 2015an de jî, di serdemên berê de jî di aliyê vê fikriyatê de tu guherîn çênebû. Birêz Ocalan her tim dixwaze mijarê bi rêyên aştiyane çareser bike.”

‘Sê xalên bingehîn’

Riza Polat diyar kir ku qonaxa heyî qonaxeke girîng û dîrokî ye û wiha berdewam kir: “Yek birêz Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibatê de, biryara fesixkirina PKKê û biryara çekdanînê da. Ev yek hem ji bo meseleya Kurd, hem jî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn şikestineke dîrokî bû. Birêz Ocalan sih sal in ev tişt danîne pêşiya xwe wî binasîna siyaseta demokratîk û çarçoveya hiqûqî bi hev re nirxand. Ji bo vê yekê, ev gava pêşîn şikestineke mezin a dîrokî ye. Ya duyemîn, wekî ku birêz Ocalan bixwe jî pênase dike di encama têkoşîna çil salan, hebûna gelê Kurd hat qebûlkirin. Ji niha û pê ve, babet êdî têkoşîna siyaseta demokratîk e. Di vê pêngavê de ji bo azadî û aştiyê, li ser bingeha pejirandina hebûnê, têkoşîneke siyasî û demokratîk tê meşandin. Ev bi serê xwe şikestineke dîrokî ye. Ya sêyemîn rewş û xetereya ku îro Rojhilata Navîn tê de ye, hin tiştan li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ferz dike. Hem tevgera azadiyê hem jî birêz Ocalan di nîqaşên xwe de û di wan fikrên ku bi rayagiştî re parve dikin de, nîşan didin ku ew weke babeteke taktîkî nêzîkî vê mijarê nabin. Nêzîkatiya wan stratejîk e; yanî wekî stratejiyek û yekîtiyeke dîrokî nêzîkî mijarê dibin. Ji ber ku piştî sed salan, hêzên hegemon dixwazin dîsa li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe sînoran diyar bikin û desthilatdariya xwe ava bikin. Di vê warî de, hem ji bo paşeroja gelê Kurd hem jî ji bo paşeroja gelên Rojhilata Navîn, ew yekîtiya stratejîk hewcedariya xwe li ser her du aliyan re jî ferz dike. Ji ber vê yekê ev rewş jî şikestineke dîrokî ye.”

‘Rapora komîsyonê ji bo meseleyeke sed salî têrê nake’

Riza Polat da zanîn ku rapora Komîsyona Meclîsê ku di 18ê Sibatê de hat eşkerekirin, ji bo meseleyeke sed salî têrê nake û ev yek anî ziman: “Hem avakirina vê komîsyonê hem jî derketina raporê ji bo pevajoyê tiştên girîng in, em bi vî awayî erênî dibînin. Piştî derketina raporê, hevdîtina ku bi birêz Ocalan re hat kirin jî gelekî girîng bû. Jixwe birêz Ocalan bixwe jî di vî warî de gotiye: ‘Qonaxa yekem xelas, em derbasî qonaxa duyem bûn.’ Komîsyonê di rapora xwe de, hem di aliyê pirsgrêkê de hem jî di aliyê mijarên din de hin tespît kirine û wekî daxwaz çareseriyek daye pêşiya xwe. Lê belê, gelo ev rapor ji bo çareseriya meseleyeke sed salî têr dike? Mixabin têr nake. Me ev tişt di deklarasyona xwe de jî anî ziman, her wiha beriya wê jî me nîqaş, pêşniyar û rexneyên xwe diyar kiribûn. Rast e, komîsyonê di raporê de hîn tişt anîne ziman, mînak, meseleyê ji mijareke ewlehiyê zêdetir, wekî çareseriya îradeya gel û civakekê pênase kiriye ku ev pêngaveke girîng e. Lê dema mirov li tevahiya raporê dinêre, mixabin meriv dibîne ku hê jî li hemberî hin mijar û pirsgirêkan bi tirs nêzîk dibin. Bi awayekî vekirî pirsgirêkan venakin. Ji mafê hebûnî bigirin, heya mafê zimanî, mafê çandî, statuya gelê Kurd û statuya birêz Ocalan di çarçoveya qeyda hêviyê de komîsyonê di rapora xwe de çarçoveyeke hiqûqî ya zelal an jî ji bo çareseriyê mekanîzmayên şenber pêşkêşî civakê nekiriye. Rapor di vî aliyê tanzîmê de xwedî kêmasiyên mezin e. Komîsyon di pênasekirina meseleyê û jêderka pirsgirêkê de bi awayekî vekirî neaxiviye jêderka vê meseleyê çi bû, di vî şerî de kêmasî hene? Rexneyên me li ser bingeha avaker û erênî ne, ji ber ku mesele meseleyeke sed salî ye û xetereya ku em tê de ne, çareseriyê li ser me hemûyan ferz dike. Hewce ye pirsgirêk bi awayekî zelal bê pênasekirin da ku di nav civakê de piştgiriyek û baweriyek xurt ji bo çareseriyê çêbibe.”

‘Hewcehî bi statuya fîzîkî ya birêz Ocalan heye’

Riza Polat bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pevajoya aştiyê de û guhertina şert û mercên wî yên fîzîkî û wiha axivî: “Birêz Ocalan ji serdema sala 1993yan û vir ve fikra xwe pêşkêşî rayagiştî dike. Wî fikriyata xwe ya ‘Neteweya Demokratîk’ tam li ser vê esasê afirandiye: ku her reng, her deng, her qewm û her gelek bikaribe di bin vê sîwanê de li ser fikir, reng û dengê xwe jiyan bike. Ji ber vê yekê, ew aktorê herî girîng û sereke yê aştiyê ye. Ev pêşengtiya wî hem di aliyê siyasî hem jî di aliyê civakî de ji aliyê civakê û siyasete ve hatiye qebûlkirin. Ya duyem jî di aliyê rêxistina wî bixwe de jî gotin û biryarên birêz Ocalan tên qebûlkirin û li gorî wê bi rê ve diçe. Ji bo çareseriya meseleyê bi rêyên aştiyane û demokratîk, hêmana herî esasî diyar kirina statuya birêz Ocalan e. Heya statuya wî diyar nebe, meşandina qonaxa duyem bi awayekî zelal û rasterast gelekî zehmet e. Ji ber ku di vê saetê û pê de, hem mijara çekdayînê, hem rakirina astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk, her wiha pirsgrêkên din ên civakê, ji bo çareseriyê hewcedarî bi hebûna birêz Ocalan a bi awayekî fîzîkî heye. Pêdivî heye ku ji vê saetê û pê ve bi hêsantir têkiliyê bi civakê re, bi rayagiştî re, bi saziyên civakî û bi parlamentoyê re deyne. Muxatabiya birêz Ocalan, muhatabiya gelê Kurd e. Heke em dixwazin vê serdemê bi awayekî baştir û birêkûpêktir derbas bikin, hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyar kirin.”

‘Pêşniyara me ne efû ye, avakirina hiqûqa veguhêz e’

Riza Polat diyar kir ku wekî di banga 27ê Sibatê de jî hatiye destnîşankirin, beriya çekdanînê şertê sereke naskirina siyaseta demokratîk û amadekirina çarçoveya hiqûqî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan bi banga aştiyê û civaka demokratîk re bernameyek daniye; di vê bernameyê de stratejî siyaseta demokratîk e. Ji bo pêşiya vê vebe jî amûra herî bingehîn hiqûq e. Di qada hiqûqî de, hem di qanûna bingehîn de hem jî bi qanûneke taybet divê pêşî lê vebe. Wekî ku me di deklarasyonê de jî pênase kir; ji bo serdemeke ku ber bi aştî û yekîtiya demokratîk ve diçe, divê ‘Hiqûqek Veguhêz’ bê pênasekirin. Ev hiqûq çi ye? Ew kesên ku çekan datînin û ji têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna siyasî û civakî dibin, ji bo ku bikaribin rola xwe ya siyasî û civakî bi cih bînin, divê qanûnên bingehîn an jî qanûnên taybet derkevin holê. Heke ev nebe, di her pêşketina pevajoyê de dê astengiyên mezin derkevin holê. Ev mijar rasterast bi rûmeta mirovahiyê ve girêdayî ye. Komîsyonê jî di raporê de aniye ziman divê di vê pevajoyê de rûmeta gelê Kurd û Tirk bê parastin. Ji bo vê yekê, pêşniyarên me peyvên wekî ‘efû’ yan tiştên din nînin. Divê li ser esasên xwişk û biratiya dîrokî, rê bên vekirin.”

‘Parlementoyê hê jî tu qanûn dernexistiye’

Riza Polat bi bîr xist ku di sed salên borî de li Rojhilata Navîn derfet û şert tu carî bi awayekî ji sedî sed zelal amade nebûn, lê serdema ku herî nêzî çareseriyê ne, ev serdem e û wiha axivî: “Zêdetirî salekê dem derbas bûye, lê di bin banê parlamentoyê de hê jî tu qanûnek derneketiye holê ne di aliyê hiqûqa veguhêz de, ne jî di aliyê qanûna bingehîn de gav hatine avêtin. Lê pevajoya heyî vî tiştî li ser gelê Kurd, Tirk û li ser rayedaran bixwe ferz dike. Weke ku birêz Ocalan jî dibêje; li vir li ser dewletê pênasekirineke nû heye û vê pênaseyê dide pêşiya civakê û rayedaran. Ji bo pêşketina civakê, divê rayedar qanûneke bingehîn ku her reng, her deng û her cureyê civakê xwe tê de bibînin û tu astengiyên siyasî tê de nînin, bînin holê da ku riya siyaseta demokratîk vebe. Divê di rêveberiyên herêmî de cih bigirin û mafên bingehîn ên mîna ziman û çandê bên mîsogarkirin. Hebûn hat naskirin, ji vê saetê û pê de divê civaka Kurd, civaka Tirk, tevahiya raya giştî, sazî û dezgehên hiqûqî û sivîl denge xwe bilind bikin. Piştî şerê çil salan, her du aliyên civakê jî êş û zehmetiyên gelekî giran dîtin. Hewce ye tevahiya parçeyên civakê xwedî li vê pevajoyê derkeve û ji bo derketina qanûnên şênber têkoşînê bimeşîne. Ev tişt bi têkoşîna civakê ve girêdayî ye, dibe ku rayedar hêj amade nebin, lê jixwe pêvajo vê yekê li ser me hemûyan ferz dike.”

‘Demokrasî, aştî û azadî ne tenê ji bo gelê Kurd e’

Riza Polat dest nîşan kir ku demokrasi, aştî û azadî ne tene ji bo gelê Kurd e û wiha domand: “Ji bo tevahiya gelan û muxalîfan hewce ye. Îro kesên ku desthilat in jî dê di siberojê de hewceyî vî tiştî bibin. Têkoşîna gelê Kurd li ser esasên azadî û aştiyê ye û ev yek xaleke dîrokî û bingehîn e. Ji mîtosa xwe bigirin heya roja îro, siyaseta xwe li ser vê esasê meşandiye. Bangawaziya pevajoyê, avakirina civaka demokratîk û saziyên wê ye. Di vê çarçoveyê de, weke hiqûqnasên Kurd, em kiryarên partiyên muxalîf ên li dijî vê pevajoyê rast nabînin û wan weke astengî dinirxînin. Ji ber ku bi vî awayî dem tê dirêjkirin. Divê tevahiya civakê di vê pevajoyê de xwe bibîne, piştgirî û ramanên xwe diyar bike. Avakirina komarek nû û demokratîk tenê bi vî tiştî pêkan e.”

‘Ocalan tiştê dibêje pê bawer e’

Riza Polat bi lêv kir ku di nava sazî û dezgehên civakê de hêj baweriyeke xurt li ser pêvajoyê çênebûye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan belkî cudahiya wî ji pêşengên din ew e ku gotina dibêje, pê bawer e. Birêz Ocalan tiştê ku di pratîkê de nikaribe bi cih bîne û pratîze neke, naîne ziman jî. Cudahî û ferqa wî ya pêşengtiyê li vê derê ye. Ji bo vê yekê, bangawaziya wî ya pêşîn li rayedaran e da ku ber bi pevajoya aştiyê ve ewlehiyek di nav gelê Tirkiyeyê û civakê de çêbibe û pêşveçûn baştir bibe.”

Banga ji bo konferansa hiqûqê

Riza Polat bal kişand ser konferansa ku dê di 4-5ê Tirmehê de ji aliyê saziyên hiqûqê ve li Amedê bê lidarxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Du armancên sereke yên vê konferansê hene. Rûyekî konferansê li gelê Kurd e, rûyê din jî li gelê Tirk e. Ji ber ku nîqaş û encamên wê ji bo jiyaneke hevpar a her du gelan tê kirin. Ne tenê ji bo Kurdan e; lê belê ji bo bidawîkirina înkar û îmhaya ku sed sal in dom kiriye, dê mîsogarkirina mafên gelê Kurd bê nîqaşkirin. Bernameya vê pevajoyê sazkirina civakeke demokratîk e û em jî parçeyekî vê civakê ne. Di vê sazbûnê de, divê em jî weke saziyên hiqûqî bi awayekî rêxistinkirî, xwedî program û çarçoveyeke diyar bin. Divê ev tişt di nav civakê de bê qalkirin. Divê siyaseta Tirk û ya Kurd civaka xwe ji bo vê pevajoyê amade bikin. Konferansê rojevên gelek berfireh bicive, em ê li ser mafên hebûnî û entegrasyona demokratîk, hewcedariyên rêveberiyên herêmî û rakirina astengiyên li pêşiya rêveberiyên xwecîhî, mafên jinan, mafên zarokan û qada ekolojiyê niqaşan bikin û piştî van nîqaşan em ê encamnameyekê derxin holê ku ev encamname dê çarçoveyeke qanûnî û ji bo destûra bingehîn a nû ava bike û wekî hiqûqnasên Kurd vê çarçoveyê bi parlamentoyê, rayagiştî û saziyan re bê parve kirin. Em di serdemeke dîrokî re derbas dibin. Ji bo lihevkirina gelê Tirkiyeyê, ji bo bihêzbûna hiqûqeke demokratîk û ji bo em encamnameyeke xurt li wir bigirin, divê li tevahiya hiqûqnasên Kurd bi amadehiyeke têr, bi meşeke zelal û bi awayekî xurt tev li konferansê bibin û xebatê bimeşînin”

Etîket: Abdullah OcalanFirat TunçKomeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)parêzer Riza PolatPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelkê Amedê: Pêvajo bi yek alî nabe divê dewlet gavan biavêje

Xelkê Amedê: Pêvajo bi yek alî nabe divê dewlet gavan biavêje

1 HEZÎRAN 2026
Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

30 GULAN 2026
Dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî parlamenter Anna Pic hat kirin

Dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî parlamenter Anna Pic hat kirin

28 GULAN 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

28 GULAN 2026
Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

28 GULAN 2026
Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

28 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sirri Sakik bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Temellî: Divê demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedar û nivîskar Mahmut Alinak hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (103)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne