Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta diyar kir ku bi taktîkên mijûlkirinê re ne pêvajo bi pêş diçe ne jî pirsgirêka 100 salî çareser dibe û wiha got: “Eger ji bo çareseriya pirsgirêkê Rêbertî muxatab tê girtin, wê demê divê nêzîkatiyek li gorî wê bê nîşandan. Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û pirsên rojnameger Evîn Zenda bersivand.
Weke tê zanîn ev demek bû hevdîtin bi Rêber Apo re nedihat kirin. Vê yekê nerazîbûnên mezin bi xwe re anîn. Ji aliyê Tevgerê ve jî weke xitimandina pêvajoyê hat şîrovekirin. Di 5ê Gulanê de jî li ser navê Tevgerê ji aliyê we û Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di vê civînê de ev xitimandin weke ji ber sedemên nenaskirina statuya Rêber Apo û gavneavêtina dewletê hat şîrovekirin. Piştî du mehan herî dawî jî di 24ê Gulanê de hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat. Gelo mirov dikare bibêje ev hevdîtin ji ber vê yekê ye ku êdî pêşiya pêvajoyê hatiye vekirin an jî astengî nemane? Ji ber ku gelek nîqaş li ser vê têne kirin, tê gotin di navbera dewletê û PKKê de hevdîtin hene, li ser hinek xalan li hev tê kirin, her wiha pêvajo dimeşe yan jî carna berovajiyê wê… Hûn bi giştî vê demê çawa dinirxînin û ji bo pêvajoyê li benda gavên çawa ne?
Di destpêkê de, em di meha Hezîranê de ne, pêngava 1ê Hezîranê di salvgera xwe ya 22yemîn de ye. Li dijî dorpêç û tasfiyetiya ku ji hêla hêzên derve li ser tevgerê dihat pêşxistin, Pêngava 1ê Hezîrana 2004an hat destpêkirin. Ez ên ku di vê pêngavê de pêşengtî kirin û şehîd bûn, di şexsê hevrê heval Erdal, heval Nûda, heval Adil û tevahî şehîdên vê pêngavê de Şehîdên Têkoşîna Azadiyê hemûyan bi hurmet, rêzdarî û minet bi bîr tînim. Meha Hezîranê bi rastî jî meheke tijî berxwedan e, şehadetên pir bi nirx di vê mehê de çêbûne. 7ê Hezîranê salvegera şehadeta hevrê Fîlîz Yerlîkaya yanî heval Gulan e. Dîsa di vê mehê de heval Sema Yuce, heval Zîlan Zeynep Kinaci ya ku xeta fedayitiyê da destpêkirin û bû xwedevenda azadiyê, şehîd bûn. Di meha Hezîranê de şehîdên wisa giranbiha yên ku di dîroka me de her yek ji wan bûne kevirekî quncika çêbûn, têkoşîn li ser vê xetê mezin bû û îro jî em minetdarê wan şehîdan in.
Eger îro ji bo gelê Kurdistanê têkoşîna azadiyê tê meşandin û gelê Kurd û gelê herêmê ji bo mafê xwe têdikoşin ev bi saya wan şehîdan e. Bêguman şehîdên me rol û mîsyona xwe ya dîrokî lîstine û ew nirxên me yên herî pîroz in. Ez careke din van şehîdan bi minet bi bîr tînim û ew soza ku me daye şehîdan em ê teqez bi encam bikin. Ez bi vê munasebetê Rêber Apo ku herî zêde di xeta şehîdan de ev têkoşînê bilind kir û di hemû kêliyan de bi şehîdan re tevgeriya û şehîd kir xwedî wateyeke mezin bi rêzdarî û hezkirin silav dikim.
Têkoşîneke 53 salî heye
Niha em werin ser pirsa we, bi rastî jî pirsekî girîng bû. Wekî ku we jî da diyarkirin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji 27ê Sibatê ve bi rengekî fermî di rojeva tevahî raya giştî ya Tirkiye, gelê Kurdistanê û gelê herêmê de ye. Pêvajoyeke ewqasî girîng e û bi wateye ku timî bal li ser e. Ji ber ku pirsgirêka sed salan tê çareserkirin, li ser vê tê çareserkirin. Têkoşîneke 53 salan heye. Bi dehan salan têkoşîna çekdarî hate meşandin. Îro ango ji 27ê Sibatê ve bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ev pêvajo hat destpêkirin. Ango pêvajo wisa ket rojeva tevahî civakan. Ji bo vê, ev pêvajo niha li ku derê ye? Hevdîtina vê dawiyê bi Rêber Apo re hate kirin, bi xwe re tiştên nû çiqas dane çêkirin? Helbet pêwîstiya van bi şîroveyê heye. Lê dixwazim destpêkê bibêjim ku ev pêvajo bi vî rengî çênabe. Berê jî dihat gotin, dihat rexnekirin jî mehê careke ku vê dawiyê bû du mehan careke û tenê heyetek biçe bi Rêber Apo re hevdîtinek çêbike û ji raya giştî re daxuyaniyeke kurt bide, bi vî rengî ne pêvajo tê fêmkirin ne pêvajo bi pêş dike û ne jî çareseriya pirsgirêka sed salî pêk tê. Helbet berê vê jî bi salên dirêj tecrîd dewam kir.
27 sal in hiqûq û qanûn li Girava Îmraliyê nayê meşandin. Bi hiqûq, qanûn û destûrên cuda ên taybet tên meşandin. Van hemû bi dehan caran me şîrove kiriye û aniye ziman. Raya giştî jî vê dizane û li dadgeha navdewletî ya Ewropayê jî li ser van mijaran bi dehan dosya hatine amadekirin. Ji bo vê, berê me daxuyanî da, 5ê Gulanê bi munasebeta salvegera yekemîn a Kongreya 12yemîn ku me PKK’ê tê de fesix kir û dawî stratejiya şerê çekdarî anî, me ji raya giştî re pêvajo heta wê demê çawa hatiye meşandin parve kir. Ji wê demê û şûnde jî rêveberiya me gelek caran di vê mijarê de şîrove kiriye, daxuyaniyê jî daye. Herî dawî jî di heman roja daxuyaniya me de piştî çend saetan serokê MHPê Devlet Bahçelî dîsa di koma partiya xwe de daxuyaniyek da. Di vê daxuyaniyê de hinek gotinên erênî jî bi kar anî. Weke Rêber Apo ji destpêkê çêkirina vê partiyê heta roja îro rêber û pêşengê vê tevgerê ye, rêberê vî gelê ye, rêberê gelan e, jinan e, ji bo vê jî Rêber Apo sermuzakerevanê me ye, Rêber Apo muxatabê vê pirsgirêkê ye.
Me ev yekê cara yekemîn ne di 5ê Gulanê de daye diyarkirin, ev jixwe wisa bû. Me di daxuyaniya 5ê Gulanê de careke din diyar kir, bêyî ku Rêber Apo bikeve dewrê tişteke din pêk nayê. Eger hinek dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, divê destpêkê ji pozîsyona Rêber Apo destpê bikin. Divê qanûn ji bo Rêber Apo derkevin, azadiya wî ya fîzîkî pêk were, Rêber Apo di şert û mercên tendurist, azad û bikaribe bi ewlehî kar bike û bikaribe vê pirsgirêkê bi diyalog û muzakere bibe ser maseyê û çareser bike. Xwezaya vê pirsgirêkê encex wisa bê çareserkirin. Di heman rojê de Bahçelî jî got ku koordîneterbûna Rêber Apo ya aştî û siyasî, statuya wî bê diyarkirin, koordînetorê hem pêvajoya aştî û siyasî bikaribe bide meşandin. Lê wê çaxê raya giştî jî nîqaş kir, me jî di nava xwe de nîqaş kir, me got ku nêzîkî ev e, eger rastî bi vî awayî pêngav bipêş bikevin, dibe ku pêvajoya em dibêjin qonaxa duyemîn yan jî pêngava erênî dikare bi pêş bikeve. Lê piştî vê bi demeke kurt, cara duyemîn Devlet Bahçelî dîsa daxuyanî bi nivîskî da, hinek lêkolîn kiribû, gelek xwe amade kiribû û daxuyaniyek wisa li ser navê wî hate dayîn. Vê carê jî berovajî tiştên ku berê gotibûn bû. Vê carê mijar cuda hatibû nirxandin.
Çareseriya pirsgirêkê ji statuya Rêber Apo dest pê dike
Li ser vê, me weke tevger bi nivîskî jî helwesta xwe nîşan da. Yanî me careke din di vir de anî ser ziman. Pirsgirêkê ne weke pirsgirêk çareserkirinê, pirsgirêk weke amûr nirxandin heye. Ji bo vê jî ev mijar ji statuya Rêber Apo dest pê dike. Di vê derê de ev nêzîkbûna ku anîne ser ziman ne çawabûna çareserkirina pirsgirêka Kurd şîrove kirine, pozîsyona Rêber Apo jî anîne ku wê astê, yanî bibe koordînatorê tasfiyekirin û belavkirina tevgerê. Me helwesteke tund danî, ew helwesta me bû, em careke din li vir dubare dikin, ev bêrêzî nayê qebûlkirin. Divê her kes di vê mijarê de li gorî giraniya mijarê û pozîsyona Rêber Apo tevbigere, zimanê xwe jî li gorî vê bikar bîne, nêzîkbûnê xwe li gorî vê çêbike.
Eger bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêkê Rêber Apo muxatab digire, wê demê divê li gorî vê nêzîk bibe. Rojekê bibêje, ‘bila were li meclîsê biaxive, di koma partiya siyasî ya DEM Partiyê de biaxive’, roja din jî bibêje, ‘Bila Tevgerê xwe belav bike, piştre jî di girtîgehê de dewam bike.’ Ev daxuyanî taktîkên mijûlkirin û dirêjkirina pêvajoyê ne. Ev nayên qebûlkirin û em van nêzîkatiyan red dikin. Em li hemberî vê ne. Divê ev yek wiha bê zanîn.
Piştî van daxuyaniyan, di 24ê Gulanê de ji aliyê heyetê ve hevdîtineke hate kirin. Piştî hevdîtinê, ji raya giştî re hate ragihandin ku ji aliyê heyetê ve ji bo vesererastkirina qanûnê raporek tê amadekirin. Hinek dibêjin ev rapor 7, hinek jî dibêjin 9 xal in. Ez dikarim vê diyar bikim; weke Tevger ji Rêber Apo ji me re peyameke fermî nehat. Divê ev ji Rêber Apo ji me re were. Nîqaşên ku niha di çapemeniyê de têne kirin, helbet heyeteke fermî ye, hevdîtinan dike û bi raya giştî re parve dike, girîng û binirx e, parçeyek ji pêvajoyê ye, em vê girîng dibînin. Lê pirsgirêk tenê bi vî rengî çareser nabe. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê aliyekî jî muxatab Rêber Apo, muxatabê Rêber Apo jî Tevgera Azadiyê ye. Bi hev re bi rêya diyalog û nîqaşan ev pirsgirêk dikare were çareserkirin. Ji ber vê yekê jî, divê qanûna ku were amadekirin divê bibe bingehek û pê re pêngav werin pêşxistin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê çi pêwîst bike, divê gavên li gorî wê bên avêtin. Lê têkildarî vê ji me re tiştekî bi fermî nehat. Di hevdîtinê de ev nîqaş kirine, Rêber Apo hinek nêrînên xwe bi heyetê re parve kiriye. Divê hikûmet û heyet van nîqaş bikin, qanûnan amade bikin, bibin Rêber Apo, bi Rêber Apo re jî nirxandineke hevpar bikin û Rêber Apo jî ji me re rabigihîne. Divê em jî bibînin û Rêber Apo li gorî vê bike biryar. Ev kar wiha dimeşe. Wisa bi bihîstina ji hinek kesan nabe.
Em jî nîqaşên têkildarî pêvajoyê dişopînin, di raya giştî de gumanên hîn aliyan hene. Çima? Ji ber ku tiştên tên gotin û tên kirin hev nagirin. Bi awayekî xwezayî ev rewş gumanekê çêdike. Her roj tiştek tê gotin, lê di pratîkê de gav tune ye. Mînak, di 27ê Adarê de nîqaşên ku niha têne kirin, weke nexşerêyekê hatibû rojevê. Tiştên niha tên nîqaşkirin, divê ji 27ê Adarê ve qanûnî bûna. Lê di meha Nîsanê de hevdîtin nehatin kirin, di dawiya Gulanê de hevdîtin çêbûn. Niha jî di meha Hezîran û Tîrmehê de, beriya ku meclîs bikeve betlaneyê qanûnên têkildarî mijarê derkevin. Ev niha tenê nîqaşkirin. Ji ber van nêzîkatiyan, hinek alî dibêjin ku desthilatariyê pêvajoyê ji bo hilbijartinê bi kar tîne. Dirêjkirina pêvajoyê dibe sedem ku nebaweriya di raya giştî de mezin bibe.
Eger di meha Hezîran û Tirmehê de tiştên ku têne axaftin bikeve meriyetê, wê ev nebawerî kûr nebe. Di nîqaşên tên kirin de dibêjin ku piştgiriya ji bo pêvajoyê kêm bûye. Lê çima kêm dibe? Ji ber ku nebawerî zêde dibe. Ne tenê têkildarî vê pêvajoyê jî. Li ser navê demokrasî, yekîtî, azadî û gavavêtina erênî, tu pêngav nayên pêşxistin, ziman nayê guhertin. Mînak zimanê ku bi kar tînin, weke rojên ewil e. Roportaja Bahçelî jî ji serî heta dawî bi rengê ‘Tirkiyeyê bêteror’ û ‘tasfiyekirina terorê’ ye. Gelo çareseriya pirsgirêkê li ku ye? Pirsgirêk wê çawa were çareserkirin? Berê jî hevalên me bersiva vê dan; gelo wê derketina qanûnan her tiştî çareser bike? Na, em vê jî dizanin. Li gorî xwe dibêjin, ‘dema qanûn derket, yên ku sûc kirine û sûc nekirine, bila yên dixwazin bên, yên naxwazin neyên, em ê biçin ser yên nehatine û wan tune bikin.’ Yên ku derketin çiyayên Kurdistanê û bi dehan sal têkoşiyan, xwe feda kirin, hemû hebûnên xwe fedayî şoreşa gelê xwe kirin. Ma ev kes sekînine dibêjin bila qanûnek derkeve em jî herin. Jixwe niha qanûna poşmantiyê heye. Di civakê de kî sûc kiribe, ji vê sûd digire û wan berdidin. Qanûna poşmantiyê jixwe heye. Ji ber vê yekê divê dema qanûn derkeve, nêzîkatiya ku qey wê sibehê pirsgirêk çareser bibe, nebe.
Ev pirsgirêk wê çawa were çareserkirin? Helbet divê bibe malê civakê. Divê bi hêza civakê li ser vê mijarê were rawestan û têkoşîn were kirin. Ne tenê bi daxuyaniyan, zêdetir divê li dijî bêedaletî û bêheqiyê were derketin, divê ji bo çareseriyê helwestê bigrin û nêzîkatiyek raber bikin. Em wekî Tevgera Azadiyê helbet rola ku dikeve ser milê xwe pêk tînin, di xeta Rêber Apo de amadekariyên xwe dikin. Em têkoşîna xwe li ser vê bingehê didin.
Pêvajo, pêvajoya têkoşîn û muzakereyê ye. Têkoşîn û muzakere di nav hev de tê meşandin. Ma ji bo qanûn derkeve, wê têkoşîn neyê kirin? Divê têkoşîn bi her awayî, li her qadê were meşandin û pêngava ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas digre, bi awayekî bênavber dewam bike. Divê ji bo Rêber Apo mafê hêviyê hatiba dayîn, jixwe divê qanûn li ser vê bingehê werin guhertin. Divê astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo werin rakirin û li gorî vê ji bo ku Rêber Apo bi awayekî azad têbikoşe, qanûnên din jî werin derxistin. Heta ev neyên, tenê bi gotinan helbet ne pêvajo pêş dikevke û ne jî bawerî dide.
Di rastiyê de, di pêvajoyeke bi vî rengî de, divê dewleta Tirk di her wateyê de gavên demokratîk biavêje. We diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd jî bi rêya Komara Demokratîk çareser bibe. Lê em îro dibînin ku dewleta Tirk tu pirsgirêkan bi rêya demokratîk çareser nake, tiştên ku ji bo CHP’ê hatin kirin li ber çavan e. Hûn vê rewşê, van êrîşan çawa dinirxînin? Ev rewş çawa dikare were derbaskirin. Bi taybet jî rola ku di vê demê de dikeve ser milê civakê û hêzên demokratîk çi ne?
Ya rast, siyaseta Tirkiyeyê niha tarûmar bûye. Êrîşên li ser CHP’ê, bi rojan in di rojeva raya giştî de ye. Her kes têkildarî vê mijarê nîqaşan dimeşînin. Sedema vê jî li ber çavan e. Dewletên netewe û hêzên li dijî demokrasiyê, her tim dixwazin rojevê berovajî nîşan bidin. Ji ber vê yekê rojeva Tirkiyeyê, desthilat, AKPê diyar dike. AKPê jî berê xwe dide konjonkturê, berê xwe dide geşedanên li cîhanê diqewime, li gorî desthilatdarî û berjewendiyên xwe plansazî dike û dike meriyetê. Ji ber ku dest danîne ser dewletê. Bi hemû saziyên xwe re, dest danîne ser dewletê. Ev bi awayekî pir vekirî, li holê ye. Mînak, berê para CHPê jî di vê de hebû. CHPê partiya damezirîner a ewil a Komarê ye, ji aliyê Ataturk ve hatiye avakirin, ji ber vê yekê di demokratîknebûna Komarê de para CHPê jî heye. Ev mijareke din a nîqaşê ye.
Lê dema ku em îro dinêrin, desthilatdariya AKPê hemû saziyên dewletê kiriye bin bandora xwe, girêdayî xwe kiriye. Kesên bi xwe diyarkirine tayînî saziyan dike. Dadgehan, artêşê, hemû saziyên din bi vî rengî dizayn dike. Mînak, meclîs heye lê meclîs jî li gorî van polîtîkayan dimeşîne. Her qanûna di berjewendiya gel de, ji ber ku hejmara van têre dike, red dikin. Ji ber vê yekê ev êrîşên li dijî CHPê jî weke ku biryara dadgehê ye vedibêjin. Gotinek heye dibêje, ‘lîstina bi mejiyê mirov.’ Bi rastî jî bi mejiyê mirov re dileyzin. Her kes jî vê baş dizane ev ne biryarek hiqûqî lê siyasî ye. Ev biryar helbest bi pêvajoyê re jî girêdayî ye. Pêvajo bi vê rewşê re zêdetir tê nîqaşkirin. Desthilatdarî hem ji aliyekî ve dibêje ‘ez ê demokrasiyê pêş bixim’ ku sedema herî mezin a neçareserkirina pirsgirêka Kurd demokratîk nebûna Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyekî ku pirsgirêka Kurd hebe, nasname û mafên gelekî neyê naskirin, zimanê wê neyê axaftin, çanda wan neyê jiyandin, çawa demokratîk bibe?
Ji ber vê yekê ma dibe, hem ji aliyekî ve bibêjî, ‘ez ê demokrasiyê pêş bixim, pirsgirêka Kurd çareser bikim’ hem jî ji aliyekî ve evqas bêhiqûqî li dijî partiya muxalefetê bikî, ev qas pêngavên dij demokratîk bikî. Ev hemû helbet biryarekî siyasî ne. Li ber çavê cîhanê, deriyên partiyê şikandin û ketin hundir. Rêber Apo jî di hevdîtina xwe ya dawî de diyar dike ku ev êrîş ji ber kêmaniya demokrasiyê dibe. Rêber Apo ji bo demokrasiyê têdikoşe. Vê pêvajoyê ne tenê ji bo gelê Kurd pêş dixe, têkoşîna azadiya Kurd, ne tenê têkoşîneke ku ji bo Kurdan tê meşandin e, têkoşîna ji bo hemû civakan e. Ji ber vê yekê têkoşîna demokrasiyê, ne tenê Kurdan hemû aliyan eleqeder dike. Mînak, dema ku heyet çû gel Îmraliyê, CHPê nêzîkatiyek teng raber kir û endamê xwe neşand. Çima? Ji ber ku ew jî têkildarî pirsgirêka Kurd hîn biryarek zelal nedane. Weke ku min got, her kes li gorî berjewendiya xwe nêz dibe.
Pêvajo ne pêvajoya AKPê, pêvajoya çareserkirina pirsgirêkekî 100 salî ye
Bi dehan sal in, li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, ev êrîş tên meşandin. Herî zêde jî ji bo Kurdan, li Tirkiyeyê ji bo hemû gelên ku têdikoşin, ji bo partiyên siyasî yên têdikoşin êrîşên bi heman rengî têne kirin, hevserok û parlamenterên wan hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariya wan hate kirin. Tiştên ku li hemberî CHPê hatin kirin, bi salan in li dijî Kurdan têne kirin. Ger dema ev êrîş hatin kirin, helwestekî zelal hatiba girtin, êrîşên îro nedihatin kirin. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî, demokratîk, partiyên çep, li dijî hemû bêhiqûqiyan helwestekî zelal bigirin. Encex bi vî rengî dikarin li ber êrîşan bisekinin. Weke ku min got, ji aliyekî ve meşandina pêvajoyê, ji aliyê din pêkanîna van êrîşan, bêbawerî û bêhêvitiyê diafirîne. Desthilat dixwaze hewayeke wiha jî biafirîne; her tişt di destê min de ye. Lê tu hêz ji hêza civakê ne mezintir e. Hêza civakî dikare hemû desthilatdariyan biguherîne, dikare armanca wan asteng bike.
CHPê dikare pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi xwe çareser bike lê desthilatdarî destwerdanê dike. Me di daxuyaniya xwe de jî anî ser ziman; ev sabotekirina pêvajoyê ye. Guhertina rojevê ye. Mînak, ji êrîşên li ser CHPê ve pêvajo bi awayekî nerênî tê axaftin. Her kes dibêje, ‘pêvajoya çi, pêvajo filan û bêvan tune ye.’ Heta dibêjin, ‘bila kes qala pêvajoyê neke.’ AKP’ê hem rewşekî bi vî rengî diafirîne, hem jî dibêje ‘binêrin rojev tijî ye ez di demeke wiha de nikarim qanûn derbixim, nikarin gavan biavêjim, di meclîsê de qanûnê pêşkêş bikim jî CHPê tevlî nabe.’ Lê tu bi xwe tînî vê xalê, tu bi xwe dikî. Madem tu yê qanûnê binî meclîsê, madem tu yê qanûnê derbixî, helbet pêwîst dike ku hemû partiyên siyasî di vir de cih bigirin, nirxandinên wan jî pêwîst e. Ji ber ku ev pirsgirêk, pirsgirêkekî civakî ye. Pirsgirêkekî ku 86 milyon ên li Tirkiyeyê dijîn, eleqeder dike. Lê desthildariyê vê rewşê berovajî dike û dike hinceta gavneavêtina xwe.
Hikûmeta AKPê berê jî ji bo ku hilbijartinê qezenc bike, hewl da pêvajoyê li gorî xwe bide meşandin. Guman hene ku dîsa heman tişt bên jiyîn lê dibe ku hemû hesabên wan negire. Nikare hemû tiştî wekî endezyarekî di maseyê de xêz bike û bike meriyetê. Helbet di serî de gelê Kurdistanê, gelê Tirkiyeyê, yên ku bawerî bi demokrasiyê tînin, divê li dijî van lîstîkên desthilatdariyê rabin û ji bo biserketina pêvajoyê bi awayekî wêrek gavê biavêjin. Ger ew jî weke, ‘ger em mijarê bikin rojeva xwe, bibin alîgirê AKPê’ bihizirin, ev jî şaş e. Pêvajo ne pêvajoya AKPê ye. Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye. Divê wiha were destgirtin. Di serî de CHPê û partiyên din ger bi vî rengî nêzîkatî raber bikin, dikarin ji krîz û kaosa ku dijîn, derkevin.
Ez dixwazim hinek balê bikşînim ser tiştên ku li herêmê diqewimin. Weke ku tê zanîn her çiqas di navbera Îsraîl- DYE û Îranê de agirbest hebe jî, ev rewş timî tê guhertin. Niha li dijî Îranê ji derve jî êrîş hene, lê rejîma Îranê hem li dijî gelê Kurd hem jî li dijî gelên ku li Îranê dijîn, komkujiyên xwe didomîne. Bi sedan kes digre, bi darve dike. Di rojên derbasbûyî de, 2 bira ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin. Ev zilm Îranê ber bi çi ve bibe? Ji ber ku pergala alternatîf ku Rêber Apo pêşkeş dike, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn derbasdar e. Ger rejîma Îranê bikeve rêya demokratîbûnê çi qezenc bike, yan jî bi vî rengî dewam bike çi winda bike?
Pirsgirêkên giran ên ku min têkildarî Tirkiyeyê behs kir, bi heman rengî li Îranê jî tê jiyandin. Dewletên netew her tiştê ku di civakê de heye, dixwazin bikin qurbanê berjewendiya xwe. Ger di wê dewletê de gelê wî ne azad be, demokrasî tune be, her tişt tenê ji bo bekaya dewletê were meşandin, nikare tevahiya civakê birêve bibe. Dîktatoriya wan ji xwe di vir de derdikeve holê. Ji ber vê yekê şerê Îsraîl-DYE ya li dijî Îranê ku niha pêvajoya agirbestê heye; yanî rewşeke ku ji ber vê yekê rejîma Îranê mirovan bi darve dike û digre nîne. Îran ji ber ku bi dehan salan in bi vê zîhniyetê desthilatdariya xwe didomîne, rejîm tengas bûye. Jixwe desthilatdarî bi vî rengî ne, kengê tengas bibin diçin ser aliyên xwe ji xwe lewaztir dibînin. Ji ber vê yekê li Kurdistanê, Belûcistanê û li herêmên din ên cuda, komkujiyan dike. Birayên ji Kirmanşanê ku hatin qetilkirin, hozan û hunermendên gelê xwe bûn, di qada çandê de xebatê dikirin. Qetilkirina van helbet qetilkirina civakê ye, nenaskirina nasname, ziman û çanda gelê Kurd e.
Sala 2022yan Jîna Emînî hate qetilkirin. Rejîma Îranê heya niha gelek ciwan darve kirin. Bi van hemû pêkanînan, rejîm dixwaze li dijî civakê otorîteya xwe nîşan bide. Eger Îran naxwaze parçe bibe, naxwaze ev qasê rû bi rû yê mudaxileyên derve bimîne û dixwaze gelê wî pê re be, divê beriya her tiştî demokrasiyê pêş bixe. Tişta ji Îranê tê xwestin, ew e ku guh bide civakê û li ser vê bingehê qanûnan biguhere. Divê ziman, çand û nasnameya gelan nas bike û komareke demokratîk ava bike. Hemû hewldanên Rêber Apo ji bo li herêmê pêkanîna demokrasiyeke rast e. Ji ber ku li Tirkiyeyê komareke demokratîk nehatiye avakirin, bêhihûqiyên çêdibin li Îranê jî hene. Lewma çareserî bi demokrasî, hevdû naskirinê û rêzdariyê re girêdayî ye. Wisa tiştekî razber nîne. Gelên Îranê û gelê Kurdistanê divê hem rêxistinbûna xwe, hem yekîtiya xwe û hem jî xweparastinê xurt bikin. Divê civakeke rêxistinkirî ava bikin, komunan ava bikin, bi xwe jiyana xwe bi rêve bibin û xwedî li xwe derbikevin.
Eger bi vî rengî nekin, bendewariyên wan ji dewletê çêbibin, jixwe rewşa dewletê li holê ye. Dewlet wan nas nake. Civak dema ji bo demokrasî û azadiyê gavekî diavêje, dewlet ji bo çewisandina vê yekê yekser bi ser de diçe. Yên hatine qetilkirin ji ber ku nirxên Kurdistanê, civakê û têkoşînê parastine, hatine darvekirin. Bi vê wesîleyê ez ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim, yên hatine qetilkirin jî bi rêzdarî bi bîr tînim.
Wisa dixuyê ku ev êrîşên li ser gelê Kurd, wê zêde bibin, gelê Kurd jî divê têkildarî vê yekê baldar be. Tevî ku ev qas êrîş ji derve li ser Îranê çêdibin jî, gelê Kurd sekna xwe parast. Bi hêzên derve re nebû yek, hem gelê Kurd hem jî gelên Îranê. Şansek din jî dan vê dewlet û rejîmê. Yekîneyên Kurdan ên li Rojhilat hatine avakirin jî, ragihandin ku ev rewş wê heta dawiyê dewam neke. Eger komkujî û êrîşên li ser gelê Kurd dewam bikin, wê bêdeng nemînin. Weke Tevgera Azadî, me jî gelek caran daxuyanî da, gelê Kurd ne gelekî welê ye ku timî were qetilkirin. Divê ev jî were dîtin; eger êrîşek li dijî gelê Kurd çêbibe û vê dewam bikin, helbet gelê Kurd û rêxistina wê dê xwe biparêze. Divê ev jî wisa were zanîn.
Weke tê zanîn, niha li Sûriye û Rojava pêvajoya entegrasyonê tê meşandin. Lê dema em li rewşa Rojava dinêrin, em dizanin ku entegrasyona ji aliyê rejîmê ve tê behskirin, tê wateya asîmîleyê. Hûn niha rewşa li Rojava çawa dinirxînin?
Em jî rewşa li Rojava, ji çapemeniyê dişopînin. Bi rojane ji bo YPJê, bi pêşengiya Kongra Star çalakî tên lidarxistin. Li ser navê tevgera me ez van çalakiyan silav dikim û piştgirî didim. Rojava û Şoreşa Rojava û têkoşîna wê, stêrka biriqî ya Rojhilata Navîn e. Li wir nirxên pir mezin hatin avakirin û ew nirx hîn bingehê parastina Şoreşa Rojava û mezinkirina wê ava dikin. Lewma bi salan li dijî çeteyên DAÎŞê têkoşiyan, hemû cîhanê jî ev yek dît. Artêşên mezin ên mîna Iraq û Sûriyeyê Mûsil, Reqa û bajarên din berdan û reviyan, artêşên wan ev bajar neparastin, YPJ û YPG û piştre jî QSD kete dewrê, li dijî DAÎŞê şer kirin. Zêdeyî sêyan yekê xaka Sûriyeyê ji aliyê van hêzan ve hate rizgarkirin û parastin. Têkildarî pêvajoya 6ê Çileyê gelek nîqaş hatin kirin, Rêbertî ev yek weke dewama Komploya 15ê Sibatê nirxand. Ev li dijî Şoreşa Kurdistanê û gelên Rojava komployek bû, li dijî netewa demokratîk û jiyana bi hev re komployek bû.
Tiştên wê demê hatin kirin, agahî ji îro didan. Îro li Şamê hikûmeteke demkî heye, hêzên derve hinekê destek didin vê hikûmetê. Vê hikûmetê 29ê Çileyê bi Rêveberiya Xweser re peymanek çêkir û li ser bingehê vê peymanê divê entegrasyonek were pêşxistin. Em pêvajoyê dişopînin lê tiştên heya niha xuya dikin entegrasyon nîne, hewldanên xwe ferzkirinê hene. Di pratîkê de ev têne kirin. Ji ber ku gel her roj îtîrazê vê dike û gel mafdar e jî. Heqê wan heye îtîraz bikin. Mesele ji hêzeke mîna YPJê re dibêjin, ‘Êdî pêvajoya we qediya, we Sûriye azad kir, we rûmeta hemû jinan parast; niha herin li mala xwe rûnin û dîsa bikevin bin fermana mêrekî, bibin jina malê.’ Ev bêhurmetî û hedê xwe nezanîn e. YPJ di şer û şoreşê de çawa dixwaze, di qanûnan de wê wisa pênase bike, li herêma xwe ye. Lewma divê qanûn bên guhertin. Hikûmeta demkî jî qanûnê naguhere, komareke demokratîk ava nake, zagona bingehîn çênake.
Çi dibêje? Dibêje, li gorî qanûnan di artêşa me de cihê jinan nîne. Gelo ev kîjan qanûn in? Qanûnên desthilatdariya Baasê ne. Qaşo te ew hilweşand, ew dîktator bû. YPJ mînakek e, tu dê hem vê qebûl nekî, hem jî tu dê werî Ji Qesra Edaletê ya Hesekê tabelaya Kurdî daxînî û tabelaya bi Erebî û Îngilizî daliqînî. Li ser de jî dibêjin, ‘Gel çima deng derdixe, ciwan çima deng derdixin.’ Helbet, gel wê xwedî li keda xwe derkeve. Eger tu bêjî di qanûnên min de, yek ziman heye, wê demê tu dê qanûnên xwe biguherî û li wir jiyaneke bi du zimanî ava bikî. Navên dibistanan diguherin. Mesele wijdan heye, exlaq heye; eger van hêzan ew xak azad nekiriba, niha li wir DAÎŞ hebû. Wê demê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê wê çawa biba desthilatdar? Van hêzan li dijî DAÎŞê şer kirin, ew herêm azad kirin, navên şehîdên xwe dan dibistanan û dibêjin ku divê hûn van navan biguherin.
Azadiya jinê ji bo şoreşa Rojava xeta sor e
Pirsgirêk ne tenê guhertina nav an jî YPJê ye. Helbet girîng e lê ev tenê mînak in. Pirsgirêk zîhniyet e û qebûlkirine. Herî dawî di bin nav hilbijartinê de tiştek kirin, li Şamê rûniştin û gotin filan herêmê ewqas filan herêmê ewqas. Tenê 2 kursî ji bo Kurdan dan. Tiliyê hin partiyên Kurd di vê meseleyê de heye. Dewleta Tirk û hikûmeta Şamê û hin Kurdên ku bi wan re tevdigerin hene. Îradeya Kurd vê yekê qebûl nekir. Şam van kesan wezîfedar kir. Ev demokrasî, rêveberî û entegrasyoneke çawa ye? Entegrasyon ne asîmlebûne. Entegrasyon ne xwe înkarkirine. Entegrasyon ne dev ji nirxên xwe berdan e. Entegrasyon hev bi nirxên hevûdu pejrandine. Hûn ê ji destketî, çand, ziman, nirx û baweriya wê sûdê werbigir in. Hûn ê wê nas bikin û ew jî dê we nas bike. Ew dibêjin ev yek di peymanê û qanûnên me de nîne.
Jin dê vê yekê qebûl nekin. YPJê tenê ji bo Kurdên li Rojava li ber xwe neda û têkoşîn nekir. Di heman demê de Kongra Star û Meclîsa Zenûbiya jî. Ewqas meclîsa jinan hene, Ereb, Sûryanî û komên din bi saya vê têkoşînê gelek nirx bi dest xistin. Divê têkoşîna xwe bi heman rengî bidomînin. Azadiya jinê ji bo Rojava helbet xeta sor e. Îro dê bibêjin bila YPJê nebe, sibe dê bêjin bila filan tişt nebe û her tiştê ku dixwazin dê bi vî awayî pêk bînin. Ji ber vê yekê berxwedana gel pir girîng e. Gelê me divê zanibe ku pêvajoya entegrasyonê, pêvajoya têkoşîn, berxwedan û nerazîbûnê ye. Tiştên ku dê qebûl bike jî hene û qebûl neke jî. Mînak li hin deveran hêzên leşkerî qebûl kirin û hin pêngav jî pêşketin. Ev yek girîng e. Her wiha vegera gel ji bo Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin, girîng e. Ev jixwe pêngavên bingehîn bûn ku diviyabû bihata kirin. Ne pêkanîna gavên bingehîn, ne rast e.
Gelê Kurd li Rojava li gel rûmeta xwe, nirxên xwe û hebûna ji bo tu dewletan ne talûke ye. Ya herî mezin demokrasî û azadî ye. Tiştên ku gelê Kurd daxwaz dikin jî daxwazên herî mutewazî û yên hewce ne. Divê hemû kes vê yekê wiha bizanibe. Divê entegrasyon jî bi vî rengî pêk were. Gelê Kurd bi talûkeyan re rû bi rû ye. Talûkeyên ji bo Bakur, Rojhilat û Rojava ji bo Başûr jî derbasdar in. Başûr jî bi talûkeyên mezin re rû bi rû ye. Hemû destkeftiyên Başûr di bin talûkeyeke mezin de ye. Ji ber ku ger mafên gelê Kurd li parçeyên din jî mayînde nebin, ger gelê Kurd yekîtiya xwe ava neke, li hemberî hemû neheqiyên li hemû parçeyên din xwe berpirsiyar nebîne û partiyên siyasî jî li gorî vê yekê tevnegerin helbet em ê nikaribin van talûkeyan berteref bikin. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de ji hemû gavan zêdetir hewcehî bi yekîtiya gelê Kurd heye. Bo nimûne herî dawiyê Bafil Talabanî axaftinek kir û got, ‘Em 50 milyon Kurd in, mafên me girêdayî yekîtiya me ne.’ Gotineke rast e.
Bi deh salan e Rêber Apo jî vê yekê dibêje. Dema ku pêvajoyê dest pê kir jî Rêber Apo ev yek anî ziman; ‘Divê gelê Kurd yekîtiya xwe ya demokratîk ava bike, li hemû qadan mafên gel biparêzin.’ Me di partîkê de jî ev yek dît, di dema êrîşên li ser Rojava de gelê Kurd bi hev re sekneke hevpar nîşan da. Divê partiyên siyasî, çi mezin be çi biçûk be hemû partiyên siyasî, bi taybetî jî saziyên jinan mafên xwe û mafên civakê biparêzin û pêşengtiya têkoşînê bikin. Ji ber vê yekê ev pêvajo, pêvajoya mezinkirin û pêşxistina têkoşînê ye. Heya ku ev yek neyê kirin em nikarin bibêjin ku wê pêvajo bi awayekî baş bi dawî bibe.
KJKê jî ev pêvajo weke ‘Niha Dem Dema Jinan e’ pênase kir. Ji ber vê yekê jî weke cara dawiyê ez dixwazim peyamên we yên têkildarî vê mijarê bigirim. Ji ber ku Rêber Apo jî di vê pêvajoyê de mîsyonekê dide jinan, we jî behs kir ku meseleya YPJê heye. Li hemû deran jin di hedefa dersthilatdariyan de ne. Divê jin li hemberî vê yekê têkoşîneke çawa bi rê ve bibin?
Jin bi rastî jî bingeha nirxên demokrasî û azadiyê ne. Gotineke Buda heye û dibêje ku ger tu xençera li ser pişta xwe dernexînî tu nikarî pirsgirêkan çareser bikî. Xençera li ser pişta civakê jî azadiya jinan ji destê jinan distîne. Rêber Apo di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi detay behs kiriye ku civak bi aqilê jinan çawa gihiştiye roja îro. Bi vê wesîleyê di serî de jinên ciwan divê hemû jin vê manîfestoyê baş bixwînin û gelekî baş li ser bisekinin. Têkoşîna azadiya jinan têkoşîna azadiya hemû civak û mirovahiyê ye. Ger jin ji xwe bawer bikin dikare her tiştî biguherînin lê belê nayê wê wateyê ku wê hemû beşên civakê di vê xetê de têkoşînê nede meşandin. Bo nimûne hin nêzîkatiyên bi vî rengî jî derdikevin holê. Di nava civakê de em ji azadiya jinan bigirin heya hemû pirsgirêkên din jî heçko jin neçar in ku bi tena serê xwe têbikoşin. Ev nêzîkatiyeke şaş e. Azadiya jina, azadiya civak, xweza û zindeweran e. Girêdayî vê yekê divê hemû kesên ku dibêjin ez însan im di nava vê têkoşînê de hemleyan pêş bixe.
Weke Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê, dema ku KJKê pêngava ‘Niha Dem Dema Jinan e’ ragihand divê hemû jin jî azadî û destkeftiyên xwe biparêzin û mezin bikin. Divê jin civaka demokratîk aîdî xwe bibînin, bibêjin min ew winda kiribû û ez ê careke din bi dest bixim. Xeta berxwedanê, xeta cewhera jinan e. Xeta xweparastinê di cewhera jinan de zindî bûye. Li ser jinan û civakê bes qirkirina fîzîkî nayê kirin di heman demê de qirkirina çandî, ya exlaqî û asîmîlasyon tên kirin. Bi nimûne em jî dişopînin, di nava civakê de bikaranîna madeyên hişbir ew qasî zêde bû ye ku ciwan her roj bi vî awayî tên kuştin, tên tunekirin û wan diavêjin zîndanan. Ger civak xwedî li azadî û nirxên xwe dernekeve ev polîtîka bi awayekî zanebûnî ji aliyên hin hêzên dewletê ve tên pêşxistin. Ev polîtîkayên qirêj herî zêde jî li ser jinan tên sepandin.
Bo nimûne rayedarên vê desthilatdariyê di dema xwe de ji bo ku jinên ciwan tevlî nava refên gerîlayan nebin gotin ku ‘bila biçin karên herî bêexlaq bikin lê belê bila neçin serê çiyayan.’ Heman tiştê ji bo civakê jî dibêjin. Dibêjin ku di nava xwe de her tiştî bikin, birizin lê belê nekevin siyasetê, tevlî jiyanê nebin. Helbet li hemberî van yekan hemûyan di vê pêvajoyê de divê jinên Kurd û hemû beşên li herêmê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke pêvajoyên xwe bibînin. Jixwe Rêber Apo ev pêvajo bexşî jin û ciwanan kir. Em jî vê yekê girîng dibînin. Bi nimûne li serxwezayê jî qirkirinên pir mezin hene. Li hemberî kesên ku li Gimgimê bendavan çêdikin, xwezaya Kurdistanê talan dikin berxwedaneke gel a pir hêja heye, divê ev çalakî werin zêdekirin. Divê ev çalakî li hemû deran werin lidarxistin, ha te însanek qetil kiriye ha te darek biriye di navberê tu ferq tune ye. Xwedîlêderketina xweza, xak û bedena xwe bi rêya xweparastinê pêk tê. Xweparastin jî bi rêya birêxistinbûnê pêk tê. Tu xwe çi qasî birêxistin bikî tu yê xwe ew qasî biparêzî. Ev yek jî li gel jiyaneke xwezayî pêkan e.
Malbatên nirxan divê li dijî polîtîkayên qirêj ên li Kurdistanê rabin
Mesele di jiyana xwezayî ya jinê de komun heye, her tişt parvekirin heye. Mesele komunên tenduristiyê dikare bên avakirin, jinan bi hezaran salan karîne xwe tedawî bikin. Dikarin komunên parastinê ava bikin. Li kuderê êrîşek li dijî wê hebe; di qada exlaqî, asîmîlasyon, çand û kîjan qadê êrîş hebe, divê berteka xwe nîşan bide, xwe rêxistin bike û li taxên xwe li dijî kesên polîtîkayên qirêj pêk tînin, rabe. Ev gotinên min bi taybetî ji bo malbatên me yên welatparêz e. 50 sal in li Kurdistanê têkoşîna azadiyê tê meşandin. Bi hezaran şehîdên jin me dan, salvegera şehadeta hevrêyên me yên mîna heval Gulan, Zîlan, Sema ye. Ji bo jiyaneke azad û demokratîk, me ewqas şehîd dan. Hem malbatên welatparêz in, hem jî xwedî şehîd in, xwedî nirx in, di vê civakê de mezin bûne lê gelek tiştên qirêj tên kirin. Helbet ji vê nerehet in jî lê divê li dijî vê bisekinin û xwe rêxistin bikin.
Di serî de jî malbatên welatparêz û nirxan. Mesele çima keçên wan tên vê rewşê? Mîna di meseleya Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kizmaz de. Ev tiştên normal nîn in. Dewlet çawa êrîşî van dike? Jinên me yên ciwan jî çawa dijminê xwe nas nake? Desthilatdarî dijmin e, mêrê desthilatdar dijmin e, çawa ji wan bawer dikin? Leşker e, kontra ye, sûbay e; çawa bi van re dikevin peywendiyê? Lewma beriya her tiştî destpêkê divê civak komunên xwe yên perwerdeyê û ziman ava bike. Divê ji tu kesê nexwaze. Civaka demokratîk ne tişteke ku ji kesekî were xwestin; xwe bi xwe avakirin e, xwe bi xwe rêvebirin e. Lewma qanûn tên xwestin. Bila pêşiya vê siyasetê vekin; civaka me jixwe dê xwe rêxistin bike, bi rê ve bibe. Gelê me di vî warî de bi zane ye. Bi taybetî jî jin dê pêşengiya vê yekê bikin. Di vî warî de karê jinan û ciwanan gelek e. Karê her kesî gelek e. Eger em bi rê û rêbazên Rêber Apo tevbigerin, em ê bikarin 24 saetan xebat bimeşînin.
Rêber Apo di parêznameya xwe ya 5emîn de dibêje ‘Heke ez li çiyayê Cûdî, deşta Mûşê, çiyayê Şengalê û li ber çemên Dîcle Firatê bûma, minê dest bi avakirina komînan li gundan kiriba. Ez ê wê gundê bikim gundek mînak. Minê kiriba gundekî ku her kes bi rengekî azad û bi hev re bijî ava bikira.’ Ev yek ne xeyal in. Tevî ku modernîteya kapîtalîst ezezîtiyê pêş xist jî, civak nirxên xwe parastin. Heke li Kurdistanê hê jî ev cewher hebe, ev yek bi saya Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Divê ev nirx bêtir werin parastin. Ji ber vê yekê KJKê got ‘Niha dema jinê ye.’ Jin dikarin rola xwe bilîzin û civakê çalak bikin. Ev yek tenê bi bangan nabin. Em jî dixwazin ev yek bi rêk û pêk bimeşe. Divê her kes xwe berpirsyar bibîne û li gorî berpirsyariyên xwe tevbigere. Divê her beşek ji civakê zanibe ku ew ji azadiya xwe berpirsiyar in.
Ez dixwazim vê yekê bêjim; Tişta ku me di vê têkoşînê de motîve dike û dihêle heta nefesa xwe ya dawî têbikoş in, gotinên Rêber Apo ne. Rêber Apo dibêje, ‘Heke armanca we zelal be, hûnê rê û rêbazên wê jî peyda bikin. Ji bîr nekin her jin ji azadiya xwe berpirsyar e.’ Em ji azadî û têkoşîna xwe berpirsiyar in. Divê ev jî bi hişmendiya komunal û kolektîf re were xurtkirin. Ev ne mîna ku modernîteya kapîtalîste dibêje ‘her kes dê takekesî bijî û ez çi bixwazim dê wê bikim’ nîn e. Armancên bingehîn jiyanek komînal û bi hev re jiyîn e. Ez bawer dikim ku manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk rênîş û pusulaya vê ye. Tenê li ser vê bingehê jiyaneke azad dikare pêş bikeve.












