Navenda Nûçeyan – Kurd û dostên wan ên ku li Ewropayê dijîn, beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ dê ber bi Strasbourgê ve bimeşin.
Beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku dê di navbera 9-11ê Hezîranê de were lidarxistin, li Strasbourgê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ du roj çalakî tê lidarbixin. Banga beşdariya çalakiyan hat kirin.
Di 9ê Hezîranê de dê li ber Konseya Ewropayê daxuyaniyek çapemeniyê were dayîn. Saziyên siyasî yên Kurd, partî, siyasetmedarên sirgûnkirî û parlamenter dê daxuyaniyek hevpar bidin.
Di 10ê Hezîranê de jî dê mîtîngek girseyî bi beşdariya kurd û dostên wan ên Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda û Swîsreyê were lidarxistin. Di mîtîngê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicîhanîna biryarên DMMEyê were kirin.
Dosyayên derbarê tecrîda 27 salan hatine amadekirin de jî dê ji endamên Komîteya Wezîran û parlamenteran re werin pêşkêşkirin. Û wê gelek civîn werin lidarxistin.
Her wiha ji bo salvegera 15emîn a nobeta azadiyê ku ji 25ê Hezîrana 2012yan vir ve li Strasbourgê tê lidarxistin, çalakî werin organîzekirin.
Daxwaza bingehîn a gelê Kurd
Derheqê mijarê de hevserokê KCDK-E Engîn Sever jî diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwazeke bingehîn a gelê Kurd e û bang li Kurdên li dîasporayê bi taybetî jin û ciwanan kir ku li her deverê ku lê bin beşdarî çalakiyan bibin.












