• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

    Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

    Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

Navenda Nûçeyan

6 HEZÎRAN 2026 - 15:36
Kategorî: ROJANE
A A
Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan di peyama ku ji bo KNKê şandin de gotin: “Hewldanên Rêber Apo yên çareseriya demokratîk, wê çiqasa encam bigire, ango dewleta tirk wê çiqas erênî bersiv bide, ne diyar e. Heya roja îro jî zihniyeta dewleta Tirkiyeyê, zihniyeta înkar û tunekirinê ye. Ji bo ku bi erênî bersiv bide, hewceyî bi guhertina vê zihniyetê heye.”

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik û endamê Fermandariya Navendî yê Parastina Gel Mûrat Karayilan ji 24emîn Lijneya Giştî ya KNKê re peyam şandin.

Peyama ku ji kongreyê re hat şandin wiha ye: “Ji bo civata giştî ya 24emîn a KNKê;

Em destpêkê Dîwana Civata Giştî û tevahî endamên civatê bi rêzdarî silav dikin. Di xebata we ya pîroz de ji bo we serkeftinê dixwazin.

Ji bo, civata par a giştî de pêjirandina endamtiya me, em spasiya xwe pêşkeş dikin. Mixabin ji ber sedemên tên zanîn, em nikarin li Civata Giştî amade bibin. Lê belê divê rêzdar civata giştî bizanibe em weke endamê ev saziya neteweyî û pîroz, çi erk li ser me bikeve, amade ne.

Dîwana hêja û endamên bi rûmet; Îro li herêma me, herêma Rojhilata Navîn, Şerê Cihanî ya 3yemîn heye. Armanca vê şerê ji nû ve dîzaynkirina herêmê ye. Dixwazin li gor berjewendiya sermayeya kurewî û ewlekariya Îsraîl, herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Li ser vê esasê pergala siyasî ya 100 sal beriya vê hatibû pêşxistin, dixwazin bigûherînin. Ev pergal li ser hîmî parçe kirin û înkarkirina Kurdistanê hatibû avakirin. Lê îro ev pergal di nîqaşê de ye. Bi taybet şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de heyî, ji bo tevahî gelê Îranê û gelê me yê rojhilatê Kurdistanê mecaleke nû ava dike. Weke kurd, em di vê şerê de ne aliyê tu kesî ne. Lê belê ger ku ev şer bi xwe re derfetên nû yên şoreşê ava bike, bêgûman wê gelê me yê rojhilatê Kurdistan ev derfetan bikarbîne. Divê em bizanibin Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê, tenê pergala 100 sal beriya vê na, wê bi xwe re pergala 387 salan beriya vê hatiye avakirin, biguherîne. Li ser vê esasê li rojhilatê Kurdistanê, rêkeftina di navbera 6 rexistinê de hatiye çêkirin tiştekî erênî ye, lê belê diyar e di pratîkê de hîna yekbûn pêk nehatiye. Em hêvî dikin bibe rêkeftineke rasteqîn. Her çi bibe bila bibe em bawer in di vê demê dîrokê de gelê me yê rojhilatê Kurdistanê wê roleke girîng bilîze.

Hevalên Hêja; Ji bona vê yekê îro li ser gelê me yê rojhilatê Kurdistanê zext heye, sêdarî kirin heye û xeterî hene. Di heman demê de gumana derfetên derketinên nû jî mezin in. Ango hem xetere hene, hem jî derfetên derketinek nû hene.

Hem xeterî hem derfet hene

Tenê ne li rojhilatê Kurdistanê, niha li rojavayê Kurdistanê jî heman tişt heye. Piştî qomplo û êrişa 6ê çileya 2026an, Peymana 29ê Çileyê ya hatiye çêkirin, di nav xwe de hin destkeftên Şoreşa Rojava diparêze. Lê belê hikûmeta Şamê û destên li pişt vê hikûmetê de wê çiqasa xalên peymanê cî bi cî bikin ne diyar e. Niha hewldanên valaderxistina peymanê hîn zêde diyar in. Bi esasî li tevahî Sûriyeyê, keviran hîna cihê xwe tam ne dîtine. Sibê li Sûriyeyê û li rojavayê Kurdistanê wê çi pêşbikeve ji niha ve ne diyar e. Ji her cureyên pêşveçûnê re vekirî ye. Hem xeterî heye, hem jî şert û mercên derfetên girîng jî hene.

Li başûrê Kurdistanê jî nêzî sal û nîveke beriya vê hilbijartin çêbû; heta niha hikûmetek nehat ava kirin. Aliyê pêyvendîdar ne lihev in. Û divê mirov bizanibe, destkeftên başûrê Kurdistanê ne mayînde ne. Di çerçoveya pêşveçûna giştî ya li herêmê xeter li ser destkeftên kurd a giştî heye.

Di vê çerçoveyê de girîngiya pêvajoya bakurê Kurdistanê ji bo tevahî Kurdistan pir zêde ye. Weke tê zanîn, di navbera salên 2015 û 2025an de deh salan herdaîm, dewleta Tirkiyeyê, bi piştewaniya NATO, Iraq û hin aliyên kurd, xwestin Tevgera Azadî bi darê zorê tune bikin. Şer pir berfireh meşiya, pir dijwar bû, şahadetên gelê kurd pir çêbûn, lê dewleta tirk nikaribû bi darê zorê ango bi çek û şer bigihîşta armanca xwe. Berxwedana dîrokî ya Îmralî û ya gerîla hişt ku gelê kurd li ser lingan bimîne. Li ser vê esasê niha pêvajoyeke çareserî di rojevê de ye.

Dê deriyên nû vebin

Di vê pêvajoyê de hewldanên Rêber Apo pir girîng in. Rêber Apo dibêje, “ez dixwazim li herêmê ji bo kurdan cihekî ava bikim.” Ango kurd di fermiyetê de nîn e. Komara Tirkiyeyê, li ser hîmê înkar û tûnekirinê hatiye avakirin. Heta ev neyê guhertin destkeftên gelê kurd li herêmê nakevin bin misogeriyê. Ji ber ku pergala herêmê li ser hîmê înkarê hatiye avakirin û li herêmê rol û mîsyonek dane dewleta Tirkiyeyê. Rol û bandora dewleta tirk li ser siyaseta Ewropa û welatên din jî pir zêde heye, her tim li pêşî doza azadiya kurd di vê çerçoveyê de astengan çêdikin. Ger ku li Tirkiyeyê, kurd fermî bên pêjîrandin, kurd bikevin yasaya Komara Tirkiyeyê, ev pergala 100 salî ji binî ve berovajî dibe. Wê vêya bi xwe re di herêmê de ji bo gelê kurd deriyeke nû veke. Wê gelê kurd bikaribe destkeftên xwe mayînde bike. Ji bona vê niha li Îmraliyê hewldanên Rêber Apo yên ji bo pejirandina di komarê de hebûna kurd hewldaneke neteweyî ye û ji bo tevahî gelê kurd wê bi xwe re destkeftên girîng ava bike.

Hewceyî bi guhertina zihniyetê heye

Lê belê ev hewldanên Rêber Apo yên çareseriya demokratîk, wê çiqasa encam bigire, ango dewleta tirk wê çiqas erênî bersiv bide, ne diyar e. Heya roja îro jî zihniyeta dewleta Tirkiyeyê, zihniyeta înkar û tûnekirinê ye. Ji bo ku bi erênî bersiv bide, hewceyî bi guhertina vê zihniyetê heye. Heya ev hişmendiya qirkirinê neyê guhertin, ji bo çareseriyê di dewleta Tirkiyê de çi pêşveçûn çênabe. A niha têkoşîn di vê çerçoveyê de dimeşe. Ji bona vê jî divê em hemû û hemû aliyên Kurd, ev têkoşîna Rêber Apo dimeşinê re bibin piştevan. Ji ber ku berjewendiyên tevahî neteweyê Kurd û demokratîkbûnê têde heye.

Yekitiya neteweyî nebe nabe

Dîwana bi rûmet, tevahî endamên hêja; Pir aşkere ye, serdemê em tê de, ne serdemeke ji rêzê ye. Hem ji bo gelê me yê Kurdistanê, hem jî ji bo tevahî gelên herêmê serdemeke avarte ye. Wê di demên pêş me de qedera gelê kurd û qedera herêmê zelal bibe. Ji bona vê em di serdemeke pir girîng û dîrokî de ne. Di encama şerê îro heyî de di dîzaynkirina herêmê tê plankirin de wê çiqasa cih bidin an jî nedin gelê kurd û Kurdistanê, ne diyar e. Ji ber ku astengên dewleta Tirkiyeyê û piştevanên wî hene. Ji bona vê yekê, di vê serdema dîrokî de tiştî herî zêde ji bo me, ango ji bo gelê kurd hewce ye, yekîtiya neteweyî ye. Ji ber vê yekê Rêber Apo, di vê serdemê de xebata yekîtiya kurd a demokratîk, pir girîng û sereke dibîne. Weke, ‘nebe nabe’ dibîne. Em jî weke Tevger wisa difikirin. Ango di vê demê dîrokî de pêwîstiya gelê me pir zêde bi yekîtiya netewî heye, hewcehî bi stratejiyeke hevbeş heye. Ji bo ku derfetên dîrokî ji dest neyên revandin, ji bo ku gelê me jî di herêma Rojhilata Navîn de weke tê xwestin cih bigire, azad û serbixwe jiyan bike, pêşxistina stratejiyeke hevbeş pir zêde hewcehiyeke girîng e.

Rola zêde dikeve ser milê KNKê

Li ser vê esasê, roja îro kar û barê KNK dimeşîne, rola xwe hîn zêde derkete pêş. Em dizanin kar û hewldanên KNK ya sereke, yekîtiya neteweyî ye. Belê, îro di asta herî jor de hewcehî bi yekîtiya neteweyî heye. Ji ber vê jî îro hîn zêde rol li ser saziya KNKê dikeve. Tê zanîn, niha 27 saliya KNKê temam dibe. Bêgûman di vê 27 salan de bi geşkirina ruhê yekîtî, ruhê neteweyî, bi meşandina xebatê di vê çerçoveyê de, KNK kedek daye û cihekî xwe çêkiriye. Lê belê bi rê û rêbazên kevn û klasîk, encamên hîna pêş û berçav nayên girtin. Ji bo ku encamên berçav wê hîna şênber bên girtin, divê KNK jî di xwe de gûhertin çêke. Ji bo vê, di baweriya me de rojeva ji nûve avakirin, ji bo KNKê rojeveke pir girîng e.

Derfetên stratejîk

Hevalên hêja; Di rêya yekîtiya neteweyî de yekkirina hêzên parastinê û hevbeşkirina dîplomasiya neteweyî tiştên pir hêja û bilind in. Vana divê armanca me bin. Lê belê roja îro ger ku em weke ferz bigirin dest, dibe ku xetimandinê bi xwe re çêbike. Ji ber ku em dizanin li Kurdistanê hin aliyê ku naxwazin dewletên herêmê re werin li hemberê hev û cardin naxwazin derfetên dîplomatîk ên bi navê gelê kurd dimeşînin, jidest xwe bidin hene. Ji bo vê ferzkirina daxwazek wisa wê zû pêk neyê. Ji ber vê mirov van daxwazan weke hedefek stratejîk deyne pêş xwe. Di gavên destpêkê de tiştên pir lezgîn, pêwîst û guncav bixe rojevê baştir e. Çi ne wana?

Ya yekem, avakirina konferanseke neteweyî ye. Ji bo vê hewldana me jî weke rêxistin heye. Lê divê hewldanê bi navê KNKê hîn zêde berfireh bibe.

Ya duyem, divê di çerçoveya giştî de stratejiyeke kurd a hevbeş hebe û herkes bi hişmendiyeke demokratîk li gorî vê stratejiyê tevbigere. Ango kesek berovajiya vê hewldanan pêşnexe.

Ya sêyem jî, divê di nav rêxistinên kurd de belgeyeke neteweyî bê pêjirandin ku tu hêzên kurd bi hev re şer nekin û li hemberê hev sîxûrî nekin. Ango tu kes nebe sedema rijandina xwîna kurdan. Şerê navxweyî û dijminatî ji binî ve were qedexekirin. Ji bona vê belgeyeke hemû aliyan pêjirandî pir girîng e.

Tiştên sereke yên gengaz e bibe ev in. Wana mirov bide pêş; dibe hinek tiştên din jî mirov di ser de bihesibîne, lê li ser vê esasê rojevkirina yekîtiya demokratîk a kurd hewcehiyek girîng e. Di vê çerçoveyê de rojevkirina konferanseke neteweyî, dibe ku bi xwe re encamên diyarker derxîne holê. Mirov destpêkê tiştên gengaz û girîng tenê bike armanc; ên din piştre gav bi gav dikarin bikevin rojevê.

Ji nû ve avakirin

Endamên ezîz; Em bawer in di warê kar û xebatên rêxistinî ya KNKê de wê civata hêja berfireh nîqaşan pêşbixîne. Di vê xalê de em qendî we ne serwer in, lê belê hin nêrînên me jî hene: Bêgûman xala herî girîng ji nû ve avakirin e û di vê çerçoveyê de divê KNK di rê û rêbazên xebatê de hin guhertin çêbike. Nimûne; divê KNK tenê ne bi partiyên siyasî re bide û bistîne. Divê bi saziyên sivîl ên civakî re jî bide û bistîne. Bi tevahî çapemeniya kurdî re bide û bistîne. Ango di Kurdistanê de ji bo raya giştî ava bike divê xebateke netewî-demokratîk a berfireh li dar bixe.

Cardin, divê her beşeke Kurdistanê buroya xwe ya taybet hebin û ew buro divê di hûndirê welat de xebat bimeşînin. Ger bi rêbazên fermî li her beşên Kurdistanê buro ne gengaz be jî, divê nûner hebin û ev kar li her beşê bên meşandin.

Bi taybet komîsyonên xebatên ziman, çand, ekolojî û azadiya jin çiqas aktîf bin di cih de ye. Lê belê yê esasî, di Kurdistanê de û di asta cihanê de li hemberê asîmîlasyonê meşandina xebat û kampanyayan pir girîng in. Îro li ser ziman û zaravayên gelê me zext û polîtîkayên asîmîlasyonê hene. Ev di cewhera xwe de siyaseta qirkirinê ye. Ji bo vê divê em li tevahî cihanê, li hemberê asîmîlasyona ziman têkoşînê bimeşînin.

Gavên nû

Di vê çerçoveyê de ruhê neteweyî, yekîtiya demokratîk a kurd, hîn zêde mirov geş bike. Ji bo vê hewcehî bi xebateke hîn zêde aktîf û berfireh heye. Saziya KNK dikare vê bi xûrtî bimeşîne.

Em bawer in civata hêja li ser van û li ser gelek xalên din dê nîqaşên girîng pêş bixîne û di vê serdema dîrokî de ji bo ku di pêşxistina yekîtiya kurd a demokratîk de gavên nû bên avêtin wê rola xwe bilîze. Biryarên di civatê de bên girtin, rêbazên bên zelalkirin, teqez wê encamên wê hebin.

Bi vê bîr û bawerî em ji bo we tevahî endamên civatê dûbare silavên germ rêdikin, di xebata we ya pîroz de ji bo we bi dil û can serkeftinê dixwazin.

Ligel silav û rêzên şoreşgerî…

Cemîl Bayik & Mûrad Karayilan”

Etîket: Cemîl BayikKNKMurat Karayilan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

6 HEZÎRAN 2026
KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

3 HEZÎRAN 2026
Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

30 GULAN 2026
PENa Kurd û KNK: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

PENa Kurd û KNK: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

22 NÎSAN 2026
KNK: Bila Cejna Paskalyayê bibe wesîleya aştî û aramiyê

KNK: Bila Cejna Paskalyayê bibe wesîleya aştî û aramiyê

5 NÎSAN 2026
KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

KNK: Em ê hewl bidin konferansek berfireh li dar bixin

25 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (151)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne