• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    Waliyê Hesekê û Reqayê civiyan

    Waliyê Hesekê û Reqayê civiyan

    Li dijî Otokoç a girêdayî Holdîng Koç e êrîşeke çekdarî pêk hat

    Li dijî Otokoç a girêdayî Holdîng Koç e êrîşeke çekdarî pêk hat

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    Waliyê Hesekê û Reqayê civiyan

    Waliyê Hesekê û Reqayê civiyan

    Li dijî Otokoç a girêdayî Holdîng Koç e êrîşeke çekdarî pêk hat

    Li dijî Otokoç a girêdayî Holdîng Koç e êrîşeke çekdarî pêk hat

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

    Li Akrê 2 drone hatin xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ermenistan diçe ser sindoqan: Hilbijartin di bin siya şerê hegemonîk de derbas dibe

Navenda Nûçeyan / AW

7 HEZÎRAN 2026 - 13:58
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Hilbijêrên li Ermenistanê, ji bo diyarkirina paşeroja siyasî ya 5 salên pêşiyê çûn ser sindoqan. Hilbijartin di navbera xeta Serokwezîr Paşînyan a ‘nêzîkbûna bi Ewropa-Amerîkayê re’ û xeta mûxalefetê ya ‘alîgiriya Rûsyayê’ de, wekî qadeke şerê hegemonîk ê hêzan derbas dibe.

Li Ermenistanê îro ji bo hilbijartinên parlamentoyê dengdanê dest pê kir. Li welatê ku nêzî 2 milyon 48 hezar hilbijêrên tomarkirî hene, tê payîn ku sindoq di saet 20.00an de werin girtin. Li gorî nûçeyên çapemeniya Ermenîstanê heta nîvro rêjeya tevlîbûnê li dora ji sedî 14 bû.
Di hilbijartinê de Partiya Peymana Sivîl a bi serokatiya Serokwezîr Nîkol Paşînyan, ji bo careke din bibe desthilatdar dikeve pêşbaziyê. Li gorî çapemeniya Ermenistanê tevî ku partiya Paşînyan di anketan de li pêş xuya dike jî, encama hilbijartinê wê ne tenê hikumetê, di heman demê de wê nexşeriya polîtîkaya derve ya Ermenistanê jî diyar bike.

Rojevên esasî aştiya bi Azerbaycanê re û nêzîkbûna bi Ewropayê re ne

Di navenda kampanyaya hilbijartinê de, encamên têkçûna li Qerebaxê ya di sala 2023yan de û pêvajoya aştiyê ya Ermenistan bi Azerbaycanê re dimeşîne, cih digirin. Heke Paşînyan bi ser bikeve, armanc dike ku pêvajoya aştiyê ya bi Azerbaycanê re bi pêş ve bibe, asayîbûna bi Tirkiyeyê re bidomîne û têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re kûrtir bike.

Bi Rûsyayê de têqilî qels dibin

Rêveberiya Paşînyan di salên dawî de xeteke ku girêdayîbûna bi Rûsyayê kêm dike û têkiliyên bi YE û DYAyê re xurt dike, şopand. Ev polîtîka, bi taybetî piştî rexneyên ku dihatin kirin bê Rûsyayê di qeyrana Qerebaxê de daxwazên Êrîvanê bi cih neanîne, leztir bû. Saziya lêkolînê ya Parlamentoya Ewropayê jî vê dengdanê ji bo pêşeroja jeopolîtîk a Ermenistanê wekî pêngaveke gelekî girîng dinirxîne.

Mûxalefet dixwaze têkiliyên bi Rûsyayê re xurt bike

Mûxalefeta li hemberî Paşînyan parçebûyî ye. Li gorî analîzan di hilbijartinê de 17 partî û 2 blok di nava pêşbaziyê de ne. Rêxistinên wekî Partiya Ermenistana Bihêz, Bloka Hayastan û Partiya Ermenistana Birefah ku xeteke nêzîktirî Rûsyayê diparêzin, îdia dikin ku Paşînyan zirar daye têkiliyên bi Moskowayê re û pêvajoya ku bi Azerbaycanê re tê meşandin ji bo Ermenistanê xetere ye.

Dijberê Paşînyan di hepsa malê de ye

Partiya Ermenistana Bihêz a ku ji aliyê mîlyarderê Rûs-Ermenî Samvel Karapetyan ve hatiye avakirin, bûye yek ji aktorên mûxalefetê yên ku di kampanyaya hilbijartinê de herî zêde tê axaftin. Karapetyan bi tohmeta teşwîqkirina rûxandina hikumetê di zindana malê de ye û alîgirên wî jî dibêjin ku ev sûcdarî siyasî ne.

Beriya sindoqan binçavkirin û zext

Rojek beriya hilbijartinê binçavkirina 6 namzetên ji Partiya Ermenistana Bihêz, tansiyona beriya dengdanê bilind kir. Der barê hinceta binçavkirinan de hûrgiliyên fermî nehatine parvekirin û beriya niha jî di pêvajoya hilbijartinê de li dijî hin derdorên mûxalefetê operasyon hatin kirin. Di heman demê de ku mûxalefet rêveberiya Paşînyan bi zordariya li ser atmosfêra hilbijartinê tawanbar dike. Derdorên nêzî hikumetê jî diparêzin ku li ser îdiayên gendelî, kirîna deng û banga darbeyê lêpirsîn tê meşandin. Ji ber van sedema hilbijartin di rewşeke qeyranî de tên kirin.

Rikeberiya Rusya û Ewropayê kûr dibe

Hilbijartin di heman demê de veguheriye mijareke girîng a şerê nifûzê yê di navbera Rûsya û Ewropayê de. Li gorî gelek çavkaniyan Moskova ji nêzîkbûna Êrîvanê ya ji bo Ewropayê nerehet e. Sînordarkirinên bazirganî yên Rûsyayê yên li dijî hin berhemên Ermenî jî beriya hilbijartinê wekî zexteke siyasî hate nirxandin. YE jî piştgiriya xwe ya vekirî dide rêveberiya Paşînyan. YEyê pakêteke alîkariyê ya 50 mîlyon euroyî pêşkêşî Ermenistanê kir û hilbijartinê di warê arastebûna Ermenistanê ya ber bi Ewropayê ve krîtîk dibîne.

Di anketan de Paşînyan li pêş e

Li gorî anketan Partiya Peymana Sivîl ku serokê wê Paşînyan e, di navbera ji sedî 24 û 32yan de li pêş e. Piştgiriya ji bo Ermenistana Bihêz jî di anketên cuda de di navbera ji sedî 6 û 11an de tê pîvandin. Tevî vê yekê jî nediyar e ku Paşînyan ji bo gavên mezin ên wekî guhertina destûra bingehîn wê bikaribe piraniya pêwîst bi dest bixe an na. Encama hilbijartinê wê ne tenê dabeşkirina kursiyên di parlamentoyê de diyar bike, di heman demê de wê diyar bike ku gelo pêvajoya aştiyê ya Ermenistanê bi Azerbaycanê re wê bidome, têkiliyên wê bi Rûsyayê re wê çawa şekil bigirin û nêzîkbûna wê ya bi xeta YE-DYAyê re wê berdewam bike an na.

 

 

Etîket: ErmenîstanhilbijartinPaşînyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji partiyên Kurd banga xurtkirina diyalogê û helwesteke yekgirtî

Ji partiyên Kurd banga xurtkirina diyalogê û helwesteke yekgirtî

26 GULAN 2026
Ermenan nerazîbûn nîşanî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê da

Ermenan nerazîbûn nîşanî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê da

22 GULAN 2026
Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

21 GULAN 2026

Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

19 GULAN 2026
DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

5 GULAN 2026
Helbûsî: Hilbijartina serokomariyê nayê paşxistin

Helbûsî: Hilbijartina serokomariyê nayê paşxistin

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîra Mezopotamyayê li Amedê civiya: Armanc xuyakirina tiştên veşartî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îradeya jin û civakê divê were naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta qanûnên dewletê neyên demokratîzekirin dê polîtîkayên bêcezakirinê bidomin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (184)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne