Wan – Tehîna ku berê bi aşên avê dihat hêrandin, niha bi makîneyên ceyranê tê çêkirin. Tevî aliyê xwe yê xerab jî, ji bo debara welatiyan derketina van makineyan derfet e ku bikaribin debara mala xwe bikin.
Di çanda kurdan de, tehîn ne tenê xwarinek e, bereketa li ser sifrê û sembola xwarinên zivistanê ye. Bi taybetî li herêmên wekî Wan, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Behdînanê cihê tehînê pir taybet e. Di zivistanên sar ên Kurdistanê de, tehîn bi piranî tevî doşavê tê xwarin, wekî çavkaniyek mezin a enerjiyê ye. Gava mêvanek tê malê, di taştê de teqez doşav û tehîn tê dayîn û ev yek sembola mêvanperweriyê ye. Di çanda kurdî de tehîn bi tenê nayê xwarin; ew her tim bi doşav-dimsê yan jî hingiv re tê tevlîhevkirin.
Tehîn çawa tê çêkirin?
Çêkirina tehînê ya bi rêbazên kevneşopî ya bi aşên avê karekî pir zehmet û bi ked e. Ewilî kunciyan dixin nav ava şor daku qalikên wan hêsantir bibin û tiştên pûç li ser avê bisekinin. Paşê wan bi ava paqij dişon û qalikên wan jê dikin. Kunciyên ku qalikên wan hatine derxistin, di tendûrê de yan jî li ser kûreyên mezin di amûrên pahn de tên birajtin. Ev gav bêhn û tama taybet dide tehînê. Kunciyên birajtî û germ, dibin aşên kevirî. Di çanda kurdî de aşên avê yên ku bi hêza avê dizivirîn, ji bo tehînê çêtirîn bûn. Kuncî di navbera du kevirên giran ên aş de tên hêran û bixwe dibin şilekî tîr û rûnî. Di dema hêranê de tu rûn an jî av lê nayê zêdekirin; ew rûnê ku jê diherike, rûnê xwezayî yê kunciyan bixwe ye.
Aşên avê pir kêm man e
Gava tehîna germ ji devê aş diherike, bêhna wê ya xweş li her derê belav dibe û êdî amade ye ku bê parastin ji bo zivistanê. Lê piştî pêşketina teknolojiyê makîneyên hêrandinê derketine û êdî aşên avê pir kêm man e. Ev çanda qedîm jî ber bi tunebûnê ve diçe. Ji aliyeke din ve derketina van makîneyan karê welatiyan hêsan kiriye ku êdî dikarin di nava bajêr de jî tehînê çêkin û ji bo debarê bifiroşin. Jina bi navê Ozlem Aşkan jî niha li nava suka Wanê dikaneke tehîn vekiriye û bi bavê xwe re tehînê difiroşe.,

‘Bi deh salan e vî karî dikin, daxwaza tahîna xwezayî her ku diçe zêde dibe’
Ozlem Aşkan a ku ji ajansa me re axivî, bal kişand ser xwezayîbûna tehîna ku ew çêdikin û got: “Ez ev deh sal in ez bi bavê xwe re dixebitim û tehînê, doşav, rêçel hwd. çêdikim. Hemû berhemên me taybetî tehîn xwezayî ne û bi keda destê jinê tê çêkirin. Em vî karî ji bo debara mala xwe dikin û dema dikin jî dixwazin karekî xwezayî û baş be. Niha karê me baş e, em kiloya tehînê didin 200 lîreyan. Ev kar gelek zehmet e, lê dîsa jî çi ji destê min tê ez dikim. Jin destê xwe biavêje çi ew tişt bedew dibe. Lewma divê jin xwe ji kar nedin paş û her karî bikin.”



















