Berdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku tevî ji ser rapora komîsyonê re zêdetirî 3 meh derbas bûne jî ji aliyê qanûnî vê gav nehatine avêtin û got: “Ji batlaneya meclisê re demeke kurt maye. Divê meclis demildest bikev dewrê û qanûnên pêwîst çêbike.”
Berdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk û parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê geşedanên di rojevê de li meclisê daxuyanî da.
Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku di bingeha pirsgirêka Kurd de tunehesibandina mafên gelê Kurd hene û got ku pirsgirêka Kurd bandorê tenê li ser Kurdan nake li tevahî welat dike. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikare dawî li vê rewşe bînê û wiha axivî: “Banga 27ê Sibatê ya birêz Abdullah Ocalan manîfestoyeke dîrokî bû ku pêvajo gihand vê astê. PKKê jî li gor pêvajoyê gav avêtin û li meclisê jî komîsyonek hat avakirin. Lê pêvajo ne bi gotinan bi avêtina gavên qanûnî dikare mîsoger bibe. Ya ku aştiyê mezin bike gavên hiqûqî ne.”
‘Divê meclis demildest qanûnên pêwîst çêbike’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku tevî li ser rapora komîsyonê zêdetirî 3 meh derbas bûne jî hê gavên hiqûqî nehatine avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helwesta desthilatê baweriya civakê dişkînê. Lê tevî vê jî civak wateyeke mezin dide pêvajoyê. Civak çareserî û demokrasiyê dixwaze. Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye. Ji batlaneya meclisê re demeke kurt maye. Ji ber wê jî divê meclis destê xwe zû bigire û ji bo baweriya pêvajoyê xurt bibe gavên pêwîst ên qanûnî biavêje. Di vê çerçoveyê de divê demildest statuya birêz Abdullah Ocalan bi qanûnan fermî bibe. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi cih werin û birêz Selahattîn Demirtaş, Figen Yuksekdag û girtiyên siyasî bên berdan. Sepana qeyûman ku dest daniyê li ser vîna gel bi dawî bibe û bingeha siyaseta demokratik bê xurtkirin. Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike.”
Zextên li ser çapemeniyê
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku kesên bi KHKê hatine îxraçkirin jî li benda vegera ser kar in û got ku divê ji bo KHKiyan demildest edalet pêk were û vegerin ser karên xwe. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê jî û wiha pê de çû: “Zextên li ser çapemeniyê her ku diçe zêdetir dibin. Heke azadiya çapemeniyê tune be em nikarin qala azadiya civakê bikin. Her roj derbarê rojnamegeran de doz tên vêkirin û malperên çapemeniyê tên girtin. Li gor daneyên Rojnamegerên Sînoran Nenas, di aliyê azadiya çapemeniyê de Tirkiye di nav 180 dewletan de di rêza 159an de cih digire. Ev ji bo Tirkiyeyê rewşeke xetere ye. Taybet jî rojnamegerên Kurd bi zext û sansurê ve rû bi rû ne. Malperên Ajansa Welat, Jinnews, Azadiya Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Mezopotamyayê tên girtin û xebatkar rastî zextan tên. Divê rojavayê welat guh bide daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG). Li Tirkiyeyê 27 kedkarên çapemeniyê girtî ne. Divê neyê jibîrkirin ku mîrateya Çapemeniya Azad ji Mîkdat Mîdhat Bedîrxanan heta Apê Musa û Gurbetellî Ersozan, ji Nagîhan Akarselan heta Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn an li Kurdistan û Tirkiyeyê pêy şopa heqîqetê ne. Ji ber ku Çapemeniya Azad navê têkoşîn û israra heqîqetê ye.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît tekildarî doza Rojîn Kabaîş jî bi lêv kir ku kuştin û tundiya li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe û polîtîkayên desthilatê yên li dijî jinan rexne kir. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi bîr xist ku Wezîrê Dadê ji bo doza Rojîn Kabaîş gotibû ew dê timeke taybet bişînê Wanê û got ku divê demildest edalet pêk were.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser mirina karkeran û polîtîkayên desthilatê yên li dijî kedê rexne kir. Her wiha Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku li Wanê pergala tenduristiyê riziya ye û ji tenduristiyê heta pirsgirêkên otogarê li ser pirsgirêkên Wanê rawestiya.














