Bruksel-Li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê bi sernavê ‘Em Îrana demokratîk bi hev re ava dikin’ dest pê kir.
Li Parlamentoya Ewropayê Konferansa ‘Em Îrana demokratîk bi hev re ava dikin’ ku ji aliyê Platforma Demokratîk a Îranê ve tê organîzekirin, bi axaftina endamên Koma Çep, Kesk, Demokrat û Sosyalîst a li Parlamenta Ewropayê dest pê kir.
Gelek rêxistin û civakên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî konferansê bûne. Ji bo armanca konferansê jî ev xal hatin destnîşankirin:
– Ji bo diyaloga navbera hêzên civakî û siyasî yên Îranê afirandina qadeke demokratîk
– Di paşeroja demokratîk a Îranê de lêkolînkirina rola civak û neteweyan
– Xurtkirina hevkarî û tora navbera hêzên pirreng û demokratîk
– Nîqaşkirina pêkhateyên bingehîn ên avakirina Îraneke demokratîk
– Derbasbûna demokratîk, sûdwergirtina ji tecrûbeyên navneteweyî yên li qadên rêveberiya cihêreng û edaletê ya dema derbasbûnê
– Ji bo paşeroja Îranê lêkolînkirina îhtimalên alternatîfên demokratîk
– Ji bo paşeroja Îranê destnîşankirina nêzîkatiyên aştiyane, sivîl û dûrî ji tundiyê.
Ji Koma Sosyalîst û Demokratan Evîn Încîr di destpêka konferansê de piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna azadî û demokratîk a gelên Îranê anî ziman û got ku divê wek Yekitiya Ewropayê piştgiriya gelê Îranê were kirin û gavên pêwîst bên avêtin.
Ji Koma Keskan Leoluca Orlando jî anî ziman ku piştgiriya ji bo demokrasiya li Îranê gelekî girîng e û diyar kir ku pêwîstiya gelê Îranê bi piştiriyê heye.
Ji Koma Tifaqa Çep û Kesk Ilaria Salis bal kişand ser girîngiya paşerojeke demokratîk a li Îranê û destnîşan kir ku berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî wateyeke gelekî kûr e û got ku ev têkoşîn ji bo ‘Îraneke demokratîk û azad e.’
Ji Koma Sosyalîst û Demokratan Thijs Reuten jî êrîşên Îranê yên li hemberî Kurdan bi bîr xist û destnîşan kir ku divê ew li ser şêweyê afirandina demokrasiya li Îranê bifikirin û ji bo vê kar bikin.
Piştre panela destpêkê bi sernavê ‘Di avakirina Îraneke demokratîk de rola netewe û civakan’ dest pê kir.
Konferans wê bi rengê çar panelan tevahiya rojê dewam bike.











