Şaredariya navçeya Kopê ya Mûşê ji bo piştgiriyê şitil bi awayekî bêheq belavî jinan kir.
Şaredariya Kopê ya Mûşê, bi armanca mezinikirina piştgirî û keda jinan, li Navenda Bêhnvedanê ya Jinan a Evrîmê ku girêdayî şaredariyê ye, şitlên firingî (bacanên sor) û îsotan li jinan belav kir. Ji navend û gundan eleqeyeke mezin ji bo şitilan çêbû û şaredariyê şitil bi awayekî bêheq gihandin destê jinan. Jin dê şitilên ku girtine di bostan, rez û baxçeyên xwe de biçînin.
Hevşaredara Kopê Aryan Doğan ku di çalakiya belavkirina şitlan de bi jinan re hat cemhev, destnîşan kir ku ew girîngiyê didin felsefeya şaredariya komûnal û wiha got: “Jin mîna her derê, li Kopê jî di helwesteke wisa de ne ku hildiberînin û dest didin jiyana bajêr. Em her tim hebûn û piştgiriya jinan hîs dikin. Bi nêzîkatiya ‘Komûn şaredarî ye, şaredarî komûn e’, em hewl didin pergalek ku hilberîn, piştgirî û parvekirinê esas digire ava bikin.”















