Mihrîcana ku ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyên Wanê ve bi dirûşma “Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê” tê organîzekirin û dê 3 rojan bidome, li Qada Bajêr dest pê kir.
Li Wanê “Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê” ku ji aliyê 12 şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyên Wanê ve bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê tê lidarxistin, bi kelecanek zêde dest pê kir. Di mihrîcanê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî di nav de gelek jin amade bûn.
Di destpêkirina mihrîcanê de Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Ûzûnay axivî û bal kişand ser xurtkirin û xuyakirina keda jinan û wiha got: “Em dixwazin bidin zanîn ku heta keda jinan neyê dîtin û jin heqê keda xwe negrin, dê têkoşîna me berdewam bike. Ji bo ku jin di warê keda xwe de bigihîjin encamekê, em ê her dem di nava hewldanan de bin.”
‘Divê keda jinê di her qadê de bê dîtin’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal jî bal kişand ser girîngiya mihrîcanê û destnîşan kir ku divê keda jinan di her qadê de bê dîtin. Neslîhan Şedal behsa polîtîkayên qeyiman jî kir û wiha got: “Dema me şaredarî girtin, me got em ê bi jinan re şaredariyên xwe birêve bibin. Lê belê qeyiman ewilî saziyên me yên jinan girtin. Tevî polîtîkayên qeyiman, polîtîkayên şerê taybet jî tê meşandin û li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet re bûyerên Gulistan Dokû, Îpek Er û Narîn Guran qewimîn. Em ji vir dubare dikin, li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet dê têkoşîna me bi biryardarî bidome.”
Jinan li ber stranan govend gerand
Piştî axaftinan, Koma Govendê ya Nûdayê derket ser dikê. Piştre jin li stantan geriyan û berhemên xwe nîşan dan. Jinan li ber stranan govend gerandin.
Mihrîcan dê êvarê saet 17.00an de bi konsera stranbêj Zozan Alp berdewam bike.














