Serokwezîrê Pakistanê Şehba Şerîf ragihand ku têkildarî peymana “aştiyê” ya di navbera DYA û Îranê de lihevkirin pêk hat.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf daxuyand ku metna dawî ya memoranduma lihevkirinê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de li hev hatiye kirin.
Şerîf li ser platforma xwe ya Xê ev tişt parve kir: “Em dikarin piştrast bikin ku metna dawî û lihevkirî ya peymana aştiyê pêk hatiye û Pakistan niha bi her du aliyan re ji nêz ve dixebite da ku gavên din temam bike.”













