* Bavê Rojîn Kabaîşê ya ku bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dabû, Nizamettîn Kabaîş anî ziman ku rayedar bi tiştên hatine serê keça wî dizanin lê dixwazin dosyayê veşêrin. Nizamettîn Kabaîş bang kir ku komîsyoneke serbixwe were avakirin û destnîşan kir ku divê parêzer li şûna dubarekirina agahiyên telefonê, rasterast li ser erabeya spî û girtina îfadeyên hevalên wê yên di heman odeyê de diman rawestin da ku edalet were pêkanîn.
* 1emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Werzîş û Çandê yên Peyasê dê di roja sêyemîn de bi pêkanîna hin aktîvîteyan bi dawî bibe. (10:00-13:00)
* Konferansa “Di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” dê li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê di roja duyemîn de bi dawî bibe. (10:00-17:00)
* GOÇ-DER dê di çarçoveya Hefteya Koçberiyê de serdana Gundê Bîrikê yê li navçeya Bismilê ya Amedê bike û li wir daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê , li Navenda Çand û Perwerdehiya Odeya Endezyarên Makîneyê ya navçeya Çankaya ye de kongreya bajêr li darbixe. (13.00)
* Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê dê li avahiya xwe deklerasyona Kongreya DBPê eşkere bike. (13:00)
* Komeleya Wêjekarên Kurd dê li Meletiyê bi navê “Ziman û Wêjeya Kurdî” panelekê li dar bixe. (13:00)
* Nivîskar Suphî Îzol dê li Weşanxaneya Payîzê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê pirtûka xwe ya bi navê ‘Eşîreta Îzol’ îmze bike. (15:00)
* Komên Kurdî ên zanîngehên Îzmîrê, li dijî êrîşên nijadperestan ên li ser xwendekarên Kurd dê li pêşiya Zanîngeha Katîp Çelebî daxuyanî bidin (18:00)








