Êlih – Endamê Şaxa OHDa Êlihê parêzer M. Sabîh Ozer biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya “Mafê Hêviyê” ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daye bi bîr xist û destnîşan kir ku ji bo bicihîanîna mafê hêviyê mûxatab parlemento ye û divê parlemento tavilê ji bo vê qanûnan çêbike.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo “Mafê Hêviyê” serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Tevî vê yekê jî serlêdanên wan bêencam man. Piştre DMMEyê li ser vê mijarê di 18ê Adara 2014an de biryar da û ji dewleta Tirk xwest ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên ku di girtîgehan de dîl tên girtin “Mafê Hêviyê” bi cih bîne. Lê dewleta Tirk ev biryar hêj jî bi cih neaniyê. Tevî ku di ser biryarê re 12 sal derbas bûn û ji wê rojê ve ev di rojeva Tirkiyeyê de ye jî ev maf pêk nehatiye. Herî dawî Serokê MHPê Devlet Bahçelî beriya salekê anîbû ziman û gotibû ku “Divê ‘Mafê Hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêk bê” lê dîsa jî gavek nehate avêtin.
Komîteyê ‘Mafê Hêviyê’ negirt rojeva xwe
Komîte berê di civîna Îlona 2025an de dosyeya ku Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de bû û bi navê “Grûba Gurban” tê naskirin nirxandibû. Wê demê ji Tirkiyeyê hatibû xwestin ku li ser guherandinên qanûnî agahî bide. Lê di civîna Hezîrana 2026an de mijara “mafê hêviyê” nehat rojevê û li ser vê mijarê nirxandinek nehat kirin.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin jî nêzî sal û nîv li pey xwe hişt. Lê dewleta Tirk ji bo ku ‘Mafê Hêviyê’ yê sermuzakerevanê pêvajoyê Abdullah Ocalan bi cih bîne hê jî tu gaveke şênber neavêtiye.
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê Mehmet Sabîh Ozer derbarê “Mafê Hêviyê” de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Ji Şêx Seîd heta roja îro…’
Parêzer Mehmet Sabîh Ozer bi bîr xist ku demên berê sûcên herî giran ên di hiqûqê de sûcên kuştinê û darvekirinê bûne û anî ziman ku her çiqas di pergalên modern ên hiqûqê de sûc û ceza weke tiştekî şexsî bên qebûlkirin jî desthilat hem darizandinê û hem jî cezakirinê weke tiştekî kolektif dibîne û wiha got: “Desthilat hiqûqê weke amûreke îdeolojîk dibîne û dixwaze civakê bi vê amûrê qaneh jî bike. Ji darizandinên ‘Dadgehên Îstîklalê’ heta yên DGMê û di darizandinên KCKê de jî dewletê vê yekê careke din da meşandin. Ewil Şêx Seîd û rêhevalên wî li Amedê, Xalid Begê Cibirî li Bedlîsê û Seyîd Riza û rêhevalên wî li Xarpêtê li ber çavên gel hatin darvekirin. Di darizandinên KCKê de hemû nûnerên siyasî bi awayekî dest kelemçe kirî hatin rêzkirin û dîmenên wan hatin parvekirin. Dewlet bi vî awayî dixwaze ceza bike. Dixwazin di şexsê siyasetmedaran de gelan jî ceza bikin û bi vî awayî wan diçewisînin. Piştî rakirina cezayê darvekirinê bi cezayê muebeta girankirî re ketin pergalên hiqûqê. Mafê Hêviyê jî di vir de derdikeve holê. Cezayê muebeda girankirî ya îhtimala berdanê jî li ser mirovatiyê êrişeke mezin e. Dema ku ji kesekî/ê re bê gotin, tu yê heta hetayê di zindanê de bimînî ev bixwe jî cezayekî mezin e û mirovbûna wan kesan perçe dike. DMME jî cezayê muebeda girankirî ya bêyî îhtîmala berdanê jî wekî tiştekî nemirovî û xerab pênase dike.”

‘Mafê Hêviyê jî bi cezakirina birêz Ocalan kete rojeva Tirkiyeyê’
Mehmet Sabîh Ozer anî ziman ku biryara “Mafê Hêviyê” bi cezakirina Rêberê Gelê Kurd Adbûllah Ocalan re di sala 2014an de kete rojeva Tirkiyeyê û diyar kir ku dewleta Tirk ji wê demê heta niha ji bo vê biryarê hê jî gaveke zelal neavêtiye. Mehmet Sabîh Ozer di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dema mirov li qanûnên Tirkiyeyê dinêre, dema kesek tê girtin ji bo berdana wan dîrokek tê diyarkirin. Ger bi cezayê girankirî bê binavkirin jî dewlet weke cezayê ‘terorê’ bi nav dike. ‘Mafê Hêviyê’ bi cezakirina birêz Ocalan kete rojeva Tirkiyeyê. Cara ewil cezayê darvekirinê li birêz Ocalan hatibû birîn. Piştî hin guhertinan di sala 2004an de ji pergala Tirkiyeyê hate rakirin. Lê ew sal qanûna înfazê kete meriyetê û di şûna darvekirinê de cezayê muebeda girankirî derket holê. Girtiyên siyasî ji hemû mafên xwe yên jiyanî tên dûrxistin û tecrîdkirîn. Gelek caran di zindanan de girtî di hucreyên yek kesî de tên hiştin. Her wiha di sala 2014an de DMMEyê li ser mafê berdana birêz Ocalan biryarek girt. Û di vê biryara xwe de got ku mafên birêz Ocalan tên binpêkirin divê ‘Mafê Hêviyê’ pêk bê.”
‘Divê dewlet vê firsendê bikar bîne’
Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Sabîh Ozer destnîşan kir ku ji bo bicihîanîna mafê hêviyê mûxatab parlementoye divê parlemento demildest ji bo vê qanûnan çêbike û wiha pêde çû: “Pêvajoya aştiyê jî li ser mafan tê avakirin, dema ku maf û hiqûq hebin ew qas aştî û demokrasi jî heye. Mafê mirovan ên sosyal, aborî û mafên kolektif divê bên qebûlkirin. Dema ku ev maf pêk bên em dikarin qala demokrasî û aştiyê bikin. Bi banga birêz Ocalan pêvajoyek hate destpêkirin, PKKê jî agirbest ragihand, çekan şewitand, xwe fesix kir û herî dawî jî ji qadan vekişiyan. Dema ku mirov kûr bifikire ev pêvajo ji bo avakirina aştî û demokrasiyê gavên dîrokî ne û ji bo dewletê jî derfetên dîrokî ne. Divê dewlet vê firsendê bikar bîne. Dema em lê dinêrin her gaveke PKKê hêsankirina rêya aştiyê ye. Dema ku em li mînakên Îspanyayê dinêrin wê demê hê ETAyê şerê çekdarî dikir, dewleta Îspanyayê jî qanûna xwe ya bingehîn guhert û xweserî da herêma Baskê. Li wir pêşî gav ji aliyê dewletê ve hatin avêtin. Divê dewlet jî li hember van gavên ku PKKê avêtine gavên şênber biavêje. Girtiyên ji 30 salan zêdetir in di zindanan de ne hene. Tevî vê yekê jî dîsa cezayê wan tê dirêjkirin. Gavên zehmet nînin bi tenê dewlet nêrîna xwe biguherîne ev gav bi hêsanî dikarin bêne avêtin û ew ê pêşiya pêvajoyê jî vebikin. Aştiya negatîv nebûna şer e, dema ku kuştin tune be bikaranîna çekan weke negatîv tê qebûlkirin.”
‘Qet mafê hêviyê û qala mafên Kurdan ên kolektîf nehatibû kirin’
Mehmet Sabîh Ozer bal kişand ser rapora Komîsyona Meclîsê ji raya giştî re parve kiribû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nava xebatên komîsyonê de gelek kes axivîn, li ser binpêkirinên mafan sekinîn û herkes li wir nêrînên xwe anîn ziman. Ev hevdîtina komîsyonê ya ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê kir ew jî gelek girîng e. Lê rapor ji gelek aliyan ve qels bû. Di wir de qet qala ziman, mafê hêviyê û qala mafên Kurdan ên kolektîf nehatibû kirin. Ji bo guhdarkirina kesan û rengên cuda ev komîsyon ne bes be jî dîsa tiştek kir. Lê dîsa jî ne bes e.”












