Şirnex – Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîrê malbatên Ekren û Gokalp ên ku beriya niha di navbera wan de pevçûnek derketibû, li hev anî.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnex beriya niha di navbera malbatên Gokalp û Ekren de pevçûnek rû dabû û di encamê de kesek birîndar bûbû. Li ser vê yekê îro li Mizgefta Seyîd Suleyman a li taxa Nûrê bi tevilbûna Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên saziyên civakî, aktîvîstên TJAyê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek rûspiyên herêmê merasîma silha her du malbatan pêk hat.
Beriya silhê dua hatin xwendin û axaftin hatin kirin. Serokê Baroya Şirnexê Abdûllah Findik di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Drmokratîk û wiha got: “Em bi pêvajoyê bi hêvî ne û hêviya me mezin e. Divê em pêşiyê pirsgirêkên di nava civakê de çareser bikin wê demê ev pêvajo jî dê serkeftî û watedar be.”
Aktîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan da zanîn ku pirsgirêkên di civakê de rû didin bingeha xwe ji qelsbûna malbat û rêxistinê digire û wiha axivî: “Divê em li hember van pêkanînan xwe li ber çavan derbas bikin. Em hêvî dikin ku êdî buyerên wiha li nav gelê me neqewimin.”
Parlementer Mehmet Zekî Îrmez bi munasebeta malbat li hev hatin ji beşdaran re spasiyên xwe kir. Endamê Yekitiya Însiyatîfa Demokratîk Mele Qasim Yîgît jî diyar kir ku temamkirina pêşerojê dê bi tifaqê pêk were.
Merasîma silha malbatan bi xwendina duayan bi dawî bû.
















