Danişîna 11emîn a rojnameger Abdurrahman Gok pê tê darizandin, li Amedê hat dîtin. Dadgehê biryar da ku ji bo encama dosyaya li Dadgeha Bilind bibe pîvan, danişînê taloqî 22yê Îlonê bike.
Doza ku li dijî rojnamevan Abdûrrahman Gok bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû vekirin, berdewam dike. Ev doz bi temamî li ser bingeha daxuyaniyên îtirafkar Ûmît Akbiyik û xebatên Abdûrahman Gok ên pîşeyî hatibû amadekirin.
Danişîna 11emîn a vê dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Abdûrrahman Gok û parêzerê wî Resul Tamur amade bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û Komeleya Mafên Mirovan jî wekî çavdêr beşdarî danişînê bûn da ku piştgiriya xwe nîşan bidin.
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Di rûniştinê de parêzer Resul Tamur mafê axaftinê girt û daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin.
Piştî nirxandina daxwazan, şandeya dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kir. Dadgehê diyar kir ku ew ê li benda encama dosyaya jimare ‘2024/5456’ ya li Daîreya Cezayê ya 3yemîn a Dadgeha Bilind bisekinin. Ji ber vê sedemê, dadgehkirin taloqî 22yê Îlonê hat kirin.
Paşxaneya dozê
Gok, di 25ê Nîsana 2023yan de di çarçoveya operasyoneke de li Amedê hatibû girtin. Ev operasyon bi giranî li ser îfadeyên îtirafkarê Umît Akbiyik hatibû avakirin ku wî navê gelek parêzer, hunermend û rojnamevanan dabû.
Abdûrahman Gok piştî ku 6 mehan di girtîgehê de ma, di danişînên pêşîn de hatibû berdan lê dadgehkirina wî bi awayekî bêgirtî berdewam dike.
Doza Abdurrahman Gok, ji aliyê gelek saziyên mafên mirovan û rêxistinên rojnamevaniyê yên cîhanî ve wekî parçeyek ji polîtîkaya bêdengkirina çapemeniya azad û Kurdî tê şermezarkirin.













