• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Îtîrazê girewtişê muxabirê ma Nedîm Oruçî ame redkerdene

    Rojnamegerî sûc hat hesibandin: Danişîna Nedîm Orûç di 24ê Nîsanê de ye

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Îtîrazê girewtişê muxabirê ma Nedîm Oruçî ame redkerdene

    Rojnamegerî sûc hat hesibandin: Danişîna Nedîm Orûç di 24ê Nîsanê de ye

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dînamoya şoreşa kurd dê azadî û demokrasiyê bîne

Navenda Nûçeyan /AW

5 SIBAT 2025 - 10:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Medenî Ferho, di quncikê xwe yê vê hefteyê de bal kişand ser têkoşîna kurdan a 50 salên dawî û got: “Rêber Abdullah Ocalan, di 50 salan de gelê kurd, di dibistana “şaristaniya serdemê” de bi dersên dîroka ji serdema zarokatiyê û heta serdema teknolojiya pêşketî, bi perspektîfên gerdûnî perwerde kiriye.”

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Medenî Ferho, di quncikê xwe yê Xwebûnê de bal kişand ser têkoşîna gelê kurd, hewldana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û polîtîkayên hikûmetê yên li dijî çareseriyê.

Nivîsa Medenî Ferho ya bi sernavê ‘Dînamoya şoreşa kurd dêazadî û demokrasiyê bîne’ ku ji bo Rojnameya Xwebûnê nivîsîye wiha ye:

Tirkiye dişewite. Halê pir melûl ê Tirkiyeyê, tenê di şewata otelekê de nîn e. Grafîka nexşeya siyasî, civakî, aborî di nava herifandinekê de ye. Modeleke ji cîhanê cûda ye. Ji destiniya ku Şemsî Tebrîzî destnîşan dike jî cûda ye.

Şemsî Tebrîzî dibêje destînî-çarenûs, tevahiya rê nîşan nade. Tenê “çaryanên, yan jî qoziyên veqetandina riyan nîşan dide. Ji bo vê jî mirov ne “hakimê” jiyanê ye û ne jî rêzan e.” Erdogan xwe ji ser her cûre destniyê re dibîne. Ev “usul ‘l ebed” ya dewşîrmeyan e, di tevahiya dîroka wan de rewşên trajî-komîk hene.

Tirkiyê dişewitê, pirsa vê gotinê jî ev e; kî dikare welatan, bajaran bişewitîne? Neron Roma şewitand, Hîtler welat şewitandin. Erdogan Kurdistanê dişewîtine. Lêkolîner, akademisyen û mirovên serê xwe bi civakan re diêşînin, gotinên Arîsto dubare dikin û dibêjin: “Gelên bedbext ew in ku di aliyê exlakî de têkçûne.”

Malmisanij, di pirtuka li ser Ziya Gokalp de, Prof, Dr. Orhan Turkdogan jî di pirtuka, “Şideta Civakî û Rastiya Tirkiyeyê” de bi dîtineke hevbeş dibêjin: “Li gorî Ziya Gokalp, valahiya kultura li Tirkiyeyê encama Tanzimatêye.”  Lê ya balkêş ew e ku kortî, bedbextî, paşverûtî, şecere û sîlsîleya “erozyona kulturî”  li Tirkiyeyê bi Ziya Gokalp dest pê dike. Di serdema Erdogan de jî berê vê erîzyonê ber bi Hasan el Benna hate guhertin. Ev zatê muhterem ideologê tevgera civakî ya “şerîatê” ye (1928) . Alîgirên wî jî weke “Îxwan-î Muslîm (Birayên Misilman)”  yan jî “cîhadîst” têne naskirin.

Ev sîstemeke “sûper dejenere” ye û li Tirkiyeyê serdest bûye.

Encama vê jî “şîdeta morfolojîk” e, yanî şîdeta heywanî ye û bermahiya paşayên dewşirme ye. Niha jî ev şîdet weke “terora dewletê”, siyaseta “inkar û tunekirinê” tê binavkirin. Ev şîdeta morfolojîk bi kîjan navî dibe bila bibe, metodîk e û bingeha wê Kongeya Îtihat û Terakî ya sala 1912yan e. Dewama wê jî Beyana Amasyayê ya sala 1919yan e. Îro jî bi navê Misak-i Mîlî tê binavkirin û meşandin. Bala xwe bidinê siyaset û şerê Erdoganland: Yek; parçeyên Kurdistanê li Suriye û Iraqê dagir- kirin e. Du; dixwaze Suriye û Iraqê parçe bike û her du parçeyên Kurdistanê bi xwe ve girêbide. Pîkola wan a di êrîşên çekdarî û trafîka wan ya dîplomasiyê vê nîşan dide.

Tevgera Azadiya Kurd, ya ku bi pêşengiya Abdullah Ocalan, di salên 1970yi de dest pê kir, di 50 salan de him kêmasiyên sosyolojîk, him kêmasiyên felsefîk ji holê rakirin. Di aliyê fikrî, zihnî û fîzîkî de guhertin çêkirin. Tevgerên “hetorojen”  di asta “homojen” de mezin kirin; ew ji “heteredoksiyê” derxist, di aliyê sosyo-ekonomîk û sosyo-polîtîk de kirin yek.

Van geşedanan him di çanda gelê kurd de, him di hişmendiya  gelê kurd de şoreş çêkir. Rê li ber “biyanîbûna ji xwe” girt. Siyastemedar û rewşenbîrên kurd, di çarçoveya “xwebûnê” de ber bi Hegel, Kant, Niçe, Hebel, Freud û Marx de daf dan. Xwebûn jî bû xwenaskirin û bi felsefe û hişmendiya sosyolojîk danasîn. Çarçoveyeke neteweyî, demokratîk, sosyalîst, şoreşgerî û gerdûnî derxiste holê, Ev wersiyon jî cûdakirina ji xetên revizyonîst û reformîst e.

Ev hemû bi dîsîplîneke xurt hatin pêkanîn. Têkoşîna partî, civak û çekdarî bû bingeha şoreşekê. Ev şoreş, di aliyê şoregeriya gel û şoreşgeriya rewşwnbîrî ve pêşket. Ev şoreş, bi metodolojiya zanistî û nûjen, bi mînakên dîrokî, weke modelekê bi beden û mêjî ye. Abdullah Oclan, vê metodolojiyê weke, “emprizm”, yanî metedolojiya zanistê binav dike. Lewma dîrokê jî weke dayik, yan jî derya hemû zanistan bi nav dike.

Dînamoya şoreşa kurd, paradîgmaya pêşengê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan, bandor li cîhanê kir. Mixabin li Tirkiyeyê nekir. Tirkiye jî ji anafora wêraniyê rizgar nebû. Balkêş e , dewleta bi pêşengiya paşeyên dewşirme hate avakirin, di her serdemê de, weke “semenderên” dojehî ku zarokên xwe tune dikin e. Ev mîrateyeke xanedanên Osmanî ye, di fikir û zikrê paşayên dewşir me de bûye nexweşiyeke psîkolojîk. Ev nexweşî di tevahiya bedena dewleta Enqereyê de heye û bûye nexweşiya mêjî û bedena desthilardaran.

Li cîhanê du qirkirinên hovane hene; yek, qirkirina Îndianên ku weke “çermsorik” têne binavkirin e, ya din jî qirkirina paşayên dewşirma ya 6 gelên li Anatolya, Kurdistan, Derya Reş, Ege û Derya spî ye.

Di serdema Reîs-ûl Cumhur Erdogan de, kurdan navê vê qirkina dojehî nerm kirine, dibêjin qirkirina siyasî. Eger sucekî organîze, tecrîd, îzole, qeyum, asimilasyon, qedexe û inkara etnîkî hebe; bi gotina Mehmet Alî Aybar “qesit” hebe, “etnîkî” be, bi “plan” be û bi hêzeke rêxistini ya çekdar û bi pêşengiya desthilatdariyeke siyasî bê kirin, qirkirin e. Bi gotina Jean Paul Sartre, “eger otorîteye fermî biryarê bide”, ev kuştin nabe ya komeke sergerde, dibe qirkirineke rêxistinkirî. Bi gotina nivîskarê “Li Ser Azadiyê” John Stuart Mill, “eger zor û şîddeta siyasî hebe, mafê jiyanê, îrade û hişmendiyê tune bike”  ev komkujî ye. Di serdema Reîs-ûl Cumhur de ev kiryar teva di zikhev de têne kirin.

Bi têkbirina Mutabaqata Dolmabahçeyê re kurdan navê romana Gore Vidal, “Împaratorê Bêbext” li Reîs-ul Cujmhur Erdogan kir. Bi gotineke sivik, “kevir li kaboka xwe xist.” Girafîka têkçûna xwe da dest pê kirin. Bi “teşrîkî mesai” ya bi çeteyên DAIŞê re, grafîka wêrankariyê gihande lûtkeya heri jor. Bi dagirkirina Efrînê re hestî şikand. Di nava kurdan de “hestî şikandin tê wateya tolhildan û doza xwînê. Herî dawî bi armanca pratîzekirina “Misak-i milî”, bi hêzêke “cedîd” û haydûd êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê û Şingalê kir, çekên kimyewî bikaranîn, Bê rawestandin êrîşî Rojava dike.

Ya balkêş, Reîs-ul Cuumhur, ev kiryarên” bê îdrak, “piştî mesaja Birêz Abdullah Ocalan ya di Newroza 2013yan de kirine pratîkê. Ev serdema ku cîhan ber bi modernîteyeke şaristanî ve diçe, Reîs-ul Cumhur Erdogan, berê xwe daye xeşîmtî, paşverûtiyê. Erdogan koletiya serdema feodalîzmê layiqî kurdan dibîne.

Rêber Abdullah Ocalan, di 50 salan de gelê kurd, di dibistana “şaristaniya serdemê” de bi dersên dîroka ji serdema zarokatiyê û heta serdema teknolojiya pêşketî, bi perspektîfên gerdûnî perwerde kiriye. Ev perwerde bû “dara felsefe” ya li Kurdistanê. Kurd dema destana Rustemê Zal, Gilgamêş û Kawa dixwînin, hêza çiyayên Kurdîstanê tînin bîra xwe. Dema Mem û Zînê dixwînin, xewn û xeyalên Ehmedê Xanî tînin bîra xwe. Ji bo vê ye ku êdî li hemberî paşverûtiya siyasî ya bi dek û dolaban, li hemberî “vegotina ûmet” a Misilmantî û gotina “em hemû misilmanin” ku têkbirineke rezîlane, ya mekan û demê tê de heye, şiyar in. Bi şîrovekirina dîroka materyalîst nêzîkî pêşketinan dibin û nirxandinan dikin û dibînin ku tu kiryarên Erdogan, “mûbah-meşrû” nîn in û hêviyan nadin.

Riya aqil yek e; eger dev ji milîtaniya sergerdeyî berdin, çeteyên paramîlîter belav bikin, fetîşa alê û ziman têrk bikin, îdeoljiya yekperest red bikin, mercên Birêz Abdullah Ocalan baş bikin, “mafê hêviyê” bikin pratîkê, bi gotina Misilmanan “munafiqiyên mumînî” terk bikin, kurd dê ji wan bawer bikin. Divê dewleta Enqereyê mînaka Başûrê Efrîkayê referans bigire, demildest Abdullah Ocalan serbest berde. Divê derfetan bide ku bermahiyên dîroka barbarî ji holê bêne rakirin, dawî li kiryarên trajîk bêne anîn. Di dewsa wan de, şoreşa demokratîk were pêkanîn, jiyana bi hev re ya serdemên klasîk ya li Mezopotamyayê di radeya rasteqînî de werê sazkirin. Eger ev nebe, dewleta Enqereyê dê nikaribe xwe ji parçebûnê rigar bike.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

7 ADAR 2026
Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

7 ADAR 2026
Aynûr Sarica: Bi saya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em îro li her derê ne

Aynûr Sarica: Bi saya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em îro li her derê ne

7 ADAR 2026
Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

7 ADAR 2026
Komîsyona Jinan a DBPê ya Marmarayê hate ragihandin

Komîsyona Jinan a DBPê ya Marmarayê hate ragihandin

7 ADAR 2026
Li Wanê panela aştiyê: Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye

Li Wanê panela aştiyê: Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (278)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne