• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

Navenda Nûçeyan / AW

4 GULAN 2026 - 18:50
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Koordînasyona KJKê daxuyand ku qebûlnekirina statuya YPJê ‘êrişek îdeolojîke’ û banga xwedîderketina kampanyaya ku ji hêla Platforma Çalakiya Hevbeş a Jinan ve ji bo YPJê hatiye destpêkirin kir.

Koordînasyona KJKê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku xwedîderketin, parastin û mezinkirina YPJê û destkeftiyên wê tê wateya “parastina pêşerojê”.

Daxuyaniya KJKê wiha ye:

“Bi ser damezrandina YPJê ya ku mohra xwe li şoreşa mezin xist 13 sal derbas bûn. YPJ di 4ê Nîsana 2013an de xwe wekî Yekîneyên Parastina Jinan îlan kir, di nava 13 salan de pêşengiya têkoşîna ji bo jiyaneke azad kir û di nav de bi dehan şervanên neteweyên cîhanê yên neternasyonalîst hene bi hezaran şehîd dan. Bi vê wesîleyê em di şexsê Şehîd Arîn, Silava, Barîn û Denîz de hemû şehîdên YPJê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em soza xwe ya parastina nirxên jiyaneke azad ên ku wan li Rojava afirandine û îlhamê dide jinên li çar aliyên cîhanê, nû dikin.

Ev 13 salan nîşan da ku YPJ ne tenê hêzek leşkerî ye, di heman demê de hêzek parastina jinane ku ji bo azadî û wekheviya jinan têdikoşe. Damezrandina YPJê rûveçûna şer û jiyana li Rojava û Sûriyeyê guherand û pêşengiya gelek guhertinan kir. YPJ dema ku li dijî DAIŞê şerê leşkerî dimeşand, di heman demê de li dijî helwestên zayendperest û nijadperest ên di nav gelê Rojava de jî têkoşiya û bû wesîleya guhertin û veguherînê.

YPJ a ku afirandina jina azad e, ji pêdiviya jinên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryaniyan ji bo parastina li dijî êrişên çeteyên serdest ên mêran derket holê, jinan di bin yek banî de û ji bo armancek hevpar kir yek. Berxwedan, têkoşîn û bîrdoziya wê ji sînorên Rojava derbas kir, ji bo jinên li çaraliyê cîhanê bû çavkaniya hêvî û îlhamê, ji bo yekîtiya jinan a navneteweyî û Konfederalîzma Jinan a Cîhanê bi ngeheke xurt ava kir. Dîsa bi têkoşîna xwe ya bi rûmet, ew têgînên feodal a di nav gelê Kurd de şikand, li dora keziyan wêneyek xweşik a yekîtiya neteweyî ya demokratîk a ku yek ji hewcedariyên herî bingehîn ên gelê Kurd e xêz kir.

YPJ bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞê navê xwe li çar aliyên cîhanê belav kir, bi paradîgmaya azadîxwaziya jinan rêya têkoşîna jinan ronî kir. Di vê wateyê de, YPJ bi qasî ji bo jinên Kurd, ji bo jinên li çar aliyên cîhanê jî di dîroka têkoşîn û berxwedanê de cihekî girîng girtiye û mîrateyek mezin afirandiye. Bi têkoşîna li dijî pergala serdestiya mêran, dagirkerî, qirkirin û zilmê hêvî afirandiye.

Ji ber ku YPJ ne tenê bûye navê têkoşîn û xweparastina li dijî vê pergala serdestiya mêran, di heman demê de bûye navê jiyanek nû û azad. Tevî xisleta wêranker a şer jî ew bûye navê avakirina jina azad û jiyana azad.

Li xwezayê tu zindî ne bêparastine, jin di tevahiya dîroka serdestiya mêran de timî ji vî mafî bêpar maye û berdêla vê bi êşên mezin daye. Şerên li Xeze, Ukrayna, Efganistan, Somalî û Îranê mînakên herî dawî yên encamên giran ên ku jinên bêparastin pê re rû bi rû mane ne. Îro tevî ku li Kurdistanê û li çaraliyê cîhanê şer mezin dibe, berdewam dike û her roj komkujiya jinan zêde dibe, nabe ku ji jinan re bibêjin “bêparastin bimînin” û ev yek tê wateya ku jinan bi awayekî bê çare mehkûmî ber destê serdestan, qatîlan û çeteyan dike.

Di pêvajoyeke wiha de ku entegrasyona di navbera Hikûmeta Demkî ya Şamê û Rojava de tê nîqaşkirin, yek ji nîqaşên herî girîng jî derbarê statûya YPJê de ye. Di serdemeke wiha de ku rêxistinbûn û êrişên çeteyan berdewam dikin û herî zêde jinan dikin hedef, nîqaşkirina statûya YPJê û nepejirandina wê ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê ve, êrişa herî mezin a li ser destkeftî û vîna jinê ye. Hikûmeta Demkî ya Şamê, bi kabîneya ku ava kiriye û bi pêşnûmezagonên xwe ve bi awayekî pir eşkere nîşan daye ku hikûmeteke çiqas zayendpereste û mafên jinan nas nake; di bin evqas êrişan de bêparastin mayîna jinan rewşeke nayê pejirandine.

Nepejirandina statûya YPJê, bêguman êrişeke îdeolojîke. Di hemû qadên jiyanê yên wekî parastin, perwerde, tenduristî û aboriyê de xwedîgotin û xwedî vînbûna jinên ku tê payîn serî bitewînin, ne rewşek e ku hikûmeteke wekî HTŞê ya ji hişmendiya DAÎŞê tê xwedîkirin bi hêsanî bipejirîne. Lê belê jin jî diqêrin ku ew ê radestî vê hişmendiyê nebin. Herî dawî, li dijî van êrişan, di 27ê Nîsanê de li Rojava Platforma Çalakiyên Hevpar a Jinan, bi armanca piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi daxwaza ku YPJ di nava avabûna wezareta parastinê de cih bigire û statûya wê were naskirin, kampanyayek da destpêkirin. Em jî wekî KJK, vê kampanyaya watedar a ku jinan daye destpêkirin silav dikin.Xwedîderketin, parastin û mezinkirina YPJ û destkeftiyên wê yên ku stûna herî girîng a tespîta Rêber APO ya “Sedsala 21an dê bibe sedsala jinê” pêk tîne, parastina pêşeroja me ye.

YPJ, xeta sor a hemû jinên evîndarên jiyana azade. Li ser vê bingehê, ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Ewropayê, ji Şengalê heta Mexmûrê, em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî li jinan dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya hatiye destpêkirin. Sûcên ku çeteyên HTŞê li Rojava, Sûriye û Şengalê li dijî jinan kirine, divê werin belgekirin û bigihin hemû cîhanê û têkoşîna hiqûqî ya vê yekê were meşandin.

Em bang li ciwan, dayik, akademîsyen, hunermend, hiqûqnas, enternasyonalîst û her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û di qadên xwe de bi xebat û çalakiyên cihêreng pirsgirêka xwebûn û xweparastina jinan bêtir xuya bikin.”

Etîket: bangkampanyaKJKxwediderketınYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

21 HEZÎRAN 2026
Hunermendên TEV-ÇANDê gel vexwendin Mitîngên Azadiyê

Hunermendên TEV-ÇANDê gel vexwendin Mitîngên Azadiyê

20 HEZÎRAN 2026
Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

18 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

16 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (747)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne