Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê derheqê hevdîtina bi Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş de daxuyaniyeke niviskî parve kir. Heyetê got ku wan li ser çarçoveya qanûnî hevdîtin pêkanîne.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan û parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar pêk tê, li meclîsê bi Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêkanî. Piştî hevdîtinê heyetê daxuyaniyeke niviskî ji raya giştî re parve kir.
Daxuyaniya niviskî ya heyetê wiha ye: “Me bi Serokê Meclîsê birêz Numan Kurtulmuş re hevdîtineke ku 40 deqîqe dom kir, pêk anî. Rojeva hevdîtina me çarçoveya qanûnî bû. Me di hevdîtinê de fikra xwe ya li ser çarçoveya qanûnî ku divê di bin banê meclîsê de bê çêkirin anî ziman. Birêz Numan Kurtulmuş jî diyar kir ku ew jî di heman fikrê de ye û hewldanên wî yên li ser vê mijarê dê berdewam bike. Li ser derxistina çarçoveya qanûnî û gavên şênber û li ser vê mijarê fikra hevpar û teyîtkirina rola TBMMê di vî warî de girîng bû.”













