Enqere – Serokê Meclise Numan Kurtulmuş bi boneya Cejna Qurbanê peyamek parve kir. Nûman Kurtulmuş di peyamê de bi lêv kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di demên pêş de bi serweriya hiqûqê û vebûna kanalên demokrasiyê dê watedartir bibe û got ku divê Destûra Bingehîn a nû ya sivîl jî bigirin rojevê.
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bi boneya Cejna Qurbanê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir. Numan Kurtulmuş di peyama xwe de Cejna Qurbanê ya welatiyan pîroz kir, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Numan Kurtulmuş pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke “Tirkiyeya bêteror” bi nav kir, diyar kir ku di demên pêş de bi serweriya hiqûqê û avakirina derfetên demokrasiyê, bi aramiya civakê pêvajo dê watedartir bibe.
Numan Kurtulmuş di peyama xwe de da zanîn ku bi amadekirina Destûra Bingehîn a nû ya sivîl ku azadiya civakî û demokrasiyê xurttir dike, divê ev yek bibe rojev û got ku Meclisa Tirkiyeyê cihe çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna hiqûqê ye.













