Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Cizîrê û Hezexê bi dikandar û gel re civiya. Ûçar got ku encamdayîna pêvajoyê dê rê li ber çareserkirina hemû pirsgirêkan veke.
Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre di çarçoveya xebatên, “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi karker, dikandar û gel re civiya. Çîgdem Kiliçgun Ûçar di axaftinên xwe de got ku dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi encam bibe ev yek dê rê li ber çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî veke.
‘Piragirêka herî esasî azadiya Ocalan e’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar serê sibê destpêkê bi dikandarên Hala Cizîrê re hat gel hev û li dikandaran guhdarî kir. Dikandaran derbarê xebatên şaredariyê yên paqijiyê û nebûna haleke nûjen rexneyên xwe kirin. Dikandaran derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî gotin ku pirsgirêkên wan yên navxweyî hene û ev dê werin çareserkirin lê pirsgirêka herî esasî azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Welatiyan herî dawî bang li rayedaran kir ku girtiyên di zindanan de werin berdan.
Piştî ku Çîgdem Kiliçgun Ûçar li dikandaran guhdarî kir diyar kir ku hin saziyên dewletê ji bo pêşiyê li xebatên şaredariyên wan bigirin serî li her cure rê û rêbazan didin.
‘Em ji bo azadiya Ocalan berê xwe bidin qadên mitîngan’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê tiştên gelekî grîng pêş ketine. Derdorên ku heya niha digotin pirsgirêk tuneye îro qala çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Ev nîqaşên li ser pêvajoyê tên kirin ji bo jiyanek hevpar û azad in. Em ê di 27-28ê mehê de mitîngên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixin û em dibêjin bila hemû gelê me ji bo dengê azadiya Ocalan berê xwe bide qadên mitîngan.”
Serdana karkeran hate kirin
Piştre Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre derbasî navçeya Hezexê bûn û li vir serdana karkarên li kargehên tekstîlê dixebitin kir û bi wan şêwirî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar asta ku pêvajo gihiştiyê ji karkeran re vegot û daxwaz ji karkeran kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin.
Serdana bazara gel
Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre piştre li bazara li taxa Tûrgût Ozal hatiye danîn bi gel re hat gel hev. Li vir welatî û firoşkarên li bazarê gazincên bihabûna zexîre û kel û pela kir. Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî da zanîn ku dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi encam bibe wê rê li ber çareseriya hemû pirsgirêkên civakî were vekirin.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre dê danê êvarî li bajarokê Deşta Darê ya Hezex û taxa Çemkûrkê ya Cizîrê tev li civînên gel bibe.



















