Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk derbarê pirsgirêk û çareseriyên civakê dê sibê li Cizîrê komxebatekê li dar bixe.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk sibê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevlîbûna zêdetirî 300 rûspiyên herêmê kombetekî li ser pirsgirêkên civakê û çareserkirina pirsgirêkan li dar dixe. Derbarê komxebatê de Sekreteryaya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Songul Korkmaz diyar kir ku ew ê di demek nêz de li gelek bajaran komxebatan pêk bînin û piştî komxebatan ew ê nexşerêyekî li ser çareseriya pirsgirêkên civakî diyar bikin.
Songul Korkmaz banga tevlîbûnê li rûspiyên Herêma Botanê kir. Komxebat dê sibê li Eywana Civînê ya Şaredariya Cizîrê saet di navbera 09.00 û 17.00an de pêk were.












