Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civînên gel ên Cizîr û Hezexê de axivî û got ku ew ê bi hêza xwe gavên şênber ên hiqûqî bi dewletê bidin avêtin.
Di çarçoveya xebatên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên, ‘Em ê gotina aştiyê bi gel re saz bikin” bi tevilbûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li bajaroka Deştadarê ya Hezex û li taxa Çemkûrkê ya Cizîrê bi tevilbûna sedan welatiyan civînên gel li dar xist. Civîna gel a li Deştadarê li Mala Şînê ya Jinê hat lidarxistin. Di civîna li Deştadarê de destpêkê Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez got ku tevgera wan bi berxwedana jinên têkoşer hatiye asteke gelekî girîng. Îrmez bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna jinan vê pêvajoyê bigehînin asta ku Ocalan dixwaze bigihijê.
Piştre Çîgdem Kiliçgun Ûçar di axaftina vir de avakirina yekemîn meclîsa Tirkiyeyê bi bîr xist û wiha axivî: “Dema li Tirkiyeyê cara ewil meclîs hat avakirin qala herêmên serbixwe hat kirin û piştre înkara Kurdan hat kirin. Li hember yekrêziya dewletê gelê Kurd û jinan li ber xwe da û heya îro hat. Ew jinên ku tune dihat hesabindan îro ji hemû cîhanê re bûne mînak. Jinên ku li malê hatibûn hepskirin îro li her qada jiyanê dikarin pêşkêşiyê bikin.Em li çar parçeyên Kurdistanê gelek cuda ne, tenê ne navê me cuda ye, heman demê de çand û ehlaqê me jî cuda ye. Îro maseyek hatiye avakirin û dema em li ser mase jî divê têkoşîn berdewal bike. Îro li rojhilata navîn tu dewlet dema Kurdan û jinan tune bihesibîne nikare xwe bi rêk û pêk rêve bibe. Ew di astek wisa de ne ku pergala sed salin li hember me dê li gor bîrdoziya me were guhertin. Divê em li benda vê yekê nerastin.”
‘Bi bîrdoziya Abdullah Ocalan em ê hemû civaka Tirkiyeyê biguherînin’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku li ser pêvajoyê hêviyek mezin a gel heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di tecrîdê de tê girtin îro em hewl didin zîhniyeta sed salan biguherin. Kurdan bi vê bîrdoziyê xwe da qebûlkirin û îro gerîlayên vekişiyane Başûr dixwazin vegerin û li ser erdnîgariya xwe siyaseta demokratîk bikin. Ger di makezagonên dewletê de hebûna Kurdan hebûya tiştên ku vê civakê jiyane, nedihatin jiyankirin. Tevgera gelê Kurd tişta dikeve ser milê xwe pêk anî û êdî li bendê ye ku dewlet gavên qanûnî biavêje. Ji bilî tevgera me tu partiyên siyasî gotinek nû nabêje. Li ser pêkanîna çareseriyê hêviyek pir mezin heye. Em ê bi hêza xwe ya ku ji gelê xwe digirin gavan li dewletê bidin avêtin. Vê yekê jî em ê bi avakirina yekitiya xwe pêk bînin. Rêberê Gelê Kurd dixwaze her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Ji bo ku destê dayîk û zarokan bigehe hev divê em bixebitin. Baweriya me bi Serok tê, baweriya me bi soza Serok tê. Xwedîderketina vê pêvajoyê xwedîderketina xwe bi xwe ye.”
Welatiyên ku tev li civînê bûn jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abûllah Ocalan xwestin û gotin ku divê demildest dewlet ji bo çêkirina qanûnan gavan biavêje.
Piştî civîna li Deştadarê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre li taxa Çemkûrkê bi sedan welatiyan re civîn lidarxist. Di civînê de welatiyan diruşmên, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin.
Banga tevilbûna mitînga ji bo azadiya Ocalan hat kir
Parlementer Mehmet Zekî Îrmez di axaftina xwe ya vir de got ku Cizîr di têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî dîrokî ye û wiha axivî: “Gelê Cizîrê her tim li ziman, çand û vîna xwe xwedî derketiye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vaye 27 sal in di bin tecrîdek gelek giran de ye û li gel vê tecrîdê îro derî ji aştiyê re vekiriye. Divê êdî Rêber Apo di nava gelê xwe de azad bijî. Ji ber vê yekê em we hemûyan vedixwînin mitînga 28ê mehê ya li Amedê ji bo azadiya Ocalan were lidarxistin.”
‘Azadiya herî mezin azadiya bi Rêber Apo re ye’
Piştî Îrmez Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerî pê heye ku vê şoreşê jin di bibin serî û wiha axivî: “Li cîhanê tenê rêberek heye ku baweriyê bi jinê tîne. Ji jinê bawer dike ku ew ê aştiyê bînin. Ew rêber jî Rêber Apo ye. Em ê azadiya xwe bi keda xwe pêk bînin. Her wiha azadiya herî pîroz azadiya bi Rêber Apo re ye. Em ê tekoşîna xwe mezin bikin û bi vê tekoşînê aştiyê pêk bînin.”
Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Ûçar welatiyên tev li civînê bûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku heya dawiyê baweriya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Civîn piştî axaftin û nêrînên gel bi dawî bû.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre wê sibe li navçeyên Elkê û Qilebanê bi gel re bicivin.
















