Xana Mezin a ku di serdemên borî de xwedî roleke mezin a aborîyê û bîra bajêr bû hêdî hêdî hildiweşe. Hilweşandina bîra aborî û çandî ya vî avahiyê kevnar, windabûna nasnameya bajêr bi xwe ye.
Amed yek ji navendên xwedî mîrateyên dîrokî, çandî û şaristaniyê ye û her mîreteyek ji aliyê nasmame û bîra bajêr de giranbiha ye. Yek ji van avahiyên bûye bîra aborî û nasnameya bajêr Xana Mezin e. Ev avahiyê li navçeya Sûrê hatiye avakirin, di nava rûpelên dîrokê dê û ji hêla gel ve bi navên “Çîfte Xan”, “Xana Borsayê” û “Xana Bulgaran” tê naskirin, îro ber bi tunebûnê ve diçe. Xana Mezin her çend beriya 90 salan fonksiyona xwe ya aborî winda kiribe jî, weke şahideke zindî ya bîra Amedê ye û bi vê rola xwe ve nirxa xwe ya bîrê her dem parastiye. Lê belê îro, ev bîra dîrokî di bin hilweşînê ye ye û li benda destên nûkirinê ye.
Roleke wî ya mezin hebû
Lêkolînên li ser defterên tomarên bacê yên Osmanî nîşan didin ku bingeha vê xanê di sedsala 16an de, dora salên 1550-1580yî, di dema herî baş a aboriya Amedê de hatiye avêtin. Di serdemên borî de dilê borsaya hevrişim, rûn û çerm a Rojhilata Navîn li vê derê diavêt. Berhemên giranbiha yên mîna rûnê sade, hirî, mazi, gûza tal û çerm ji bajarên derdorê yên mîna Wan, Mûş, Qers, Erzirom û Bedlîsê dihatin li vê navendê. Dîroknasên sedsala 18an didin zanîn ku salane bi mîlyonan kîlo rûn û kelûmel ji vê navendê ber bi Ewropayê ve dihatin şandin.

Paytexta hevrîşimê
Stûna herî sereke ya vê mekanîzmaya aborî ya piralî, bêguman hevrîşim bixwe bûye. Bi sedsalan e ku li gundên Sûr, Lîce û Pasûrê xelk bi xwedîkirina kermên hevrîşimê re mijûl dibû. Ew hevrîşima xav a herêmî yan jî karwanên ku ji Îran û Asyaya Navîn dihatin, pêşî li vê xanê dadiketin. Li vir pisporên taybet ên bi navê “Muqîm” kalîteya hevrîşimê kontrol dikirin û bihayê wê yê borsayê diyar dikirin. Ew hevrîşim piştre li kargehên Sûrê dibû qumêşên giranbiha û ji qesrên padîşah û mîran re dihat şandin.

Dibe navenda bazirganiyê ya pir zimanî
Di sedsala 19an de, girtiyên siyasî yên Bulgar ku li dijî Împaratoriya Osmanî serî hildabûn, sirgûnê Amedê hatin kirin. Girtiyên Bulgar ku di nava rojê de destûra xebatê werdigirin, li vê xanê odeyan digirin û dest bi bazirganiyê dikin. Ji ber serkeftin û duristiya wan, ev der di demeke kurt de wekî “Xana Bulgaran” deng vedide. Di sedsalên 18 û 19an de, dewletên wekî Fransa û Îngilistanê jî nûner û wergêrên xwe di odeyên vê xanê de bi cih kirine. Ev der bûbû cihê hevdîtina bazirganên Kurd, Ermenî, Suryanî, Cihû, Ereb û Faris.
Bi firehkirina rêyê re beşekê xanê tê hilweşandin
Ji aliyê avahîsaziyê ve Xana Mezin ji kevirên reş (bazalt) bi şêwazekî kemerên xetxetî û hevrêz hatiye çêkirin. Avahî du qatî bû û ji du xanên mezin pêk dihat. Hewşa pêşîn ji bo karên borsayê û hewşa paşîn jî wekî karwansaray, depo û axurê heywanan dihat bikaranîn. Mixabin ev mîrateya giranbiha ya bîra bajêr, di sedsala 20an de derbeke mezin xwar. Dema ku Kolana Gaziyê hatiye firehkirin, beşa duyemîn a vê xanê bi hinceta plansaziya nû ya bajêr bi temamî hat rûxandin û îro tenê nîvê wê li ser pêyan maye.
Divê bîra bajêr were parastin
Dema ku mirov îro li rewşa xanê ya nîvmayî dinêre, dilê mirov dişewite. Hewşa xanê bi temamî di nav strî, gihayên hişk û gemarê de winda bûye. Ew kemerên ku bi hunereke pêşketî hatibûn rêsandin hêdî hêdî dihejîn, banê darîn rizî ne û dîwarên ku şahidiya dîroka pirçandî kirine perçe perçe hildiweşin.
Heke di demeke nêz de Xana Mezin neyê nûkirin dê ev şahida bêdeng ê Rêya Hevrişimê bi temamî bibe kavil û dê navê wê tenê di pirtûkên dîrokê de were bîranîn.














