Di çarçoveya Forûma Aştî û Azadiya Civakî de konsera pirzimaniyê hat lidarxistin. Di konserê de hêviya gelên Kurd, Bask, Îrlandî û Kalabriyayî derket pêş.
Di çarçoveya Forûma Aştî û Azadiya Civakî de ya ku di navbera 12-16ê Gulanê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, li Qonaxa Cemîl Paşa ya Sûrê konsera bi navê ‘Dengên Bîrê: Di Muzîka Kurd, Bask, Îrlandî û Kalabriyayî de Şîn, Berxwedan û Hêvî’ hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û gelek welatî beşdarî konserê bûn.
Di konsera ku hunermendên ji erdnîgariyên cuda derketin ser dikê de; stranên ku bîra şîn û hêviya gelên Kurd, Bask, Îrlandî û Kalabriyayî hildigirin, bi tevlîbûna welatiyan veguherîn koroyeke mezin a piştevaniyê. Konsera pirzimanî ya ku li ser dikê peyamên hevpar ên aştiyê hatin dayîn, bi gotina stranên hemû muzîkjenan a bi zimanên wan ên zikmakî, di nava coşeke mezin de bi dawî bû.


















