Komîsyona Girtîgehan a Şaxên ÎHDa Stenbolê û Îzmirê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin: “Divê girtiyên nexweş ên giran Resûl Kocaturk û Resûl Baltaci demildest werin berdan.”
Komîsyona Girtiyan ên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û ya Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikêşin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî li dar xistin. Şaxên ÎHDê diyar kirin ku mafê dermankirinê yên girtiyan nayê binpêkirin û xwestin girtiyên nexweş demildest werin berdan û dermankirin.
Îzmîr
Şaxa ÎHDê ya Îzmirê bal kişand ser rewşa giran a girtiyê nexweş Rasul Kocaturk ê ku 30 sal in girtî ye û berdana wî ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve hatiye taloqkirin û bang li berpirsyaran kir ku erka xwe bînin cih. Şaxa ÎHDê ya Îzmirê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku du heftiyan carekê li dar dixe dê li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê domand.
Li ser navê girseyê Parêzer Nazlican Turan daxuyaniya çapemeniyê xwend û banga berdana lezgîn a Rasul Kocaturk kir û di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê vî sûcî” hat vekirin.
Li Girtîgeha Kiriklar, berdana girtiyê nexweş ê giran Rasul Kocaturk ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye, ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve sê mehên din hat taloqkirin.
Rewşa Rasul Kocaturk her ku diçe xerabtir dibe
Nazlican Turan di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa giran a tenduristiya Rasul Kocaturk û diyar kir ku Rasul Kocaturk ji ber grevên birçîbûnê yên ku di paşerojê de ji 500 rojî zêdetir mabû, bi Sendroma Wernicke-Korsakoff ketiye. Niha tenê dikare bi alîkariya gopalan bimeşe û gelek nexweşiyên wî yên kronik û giran hene. Nexweşiyên Kocaturk wiha hatin rêzkirin:
*Sendroma Wernicke-Korsakoff û windakirina qabiliyeta livînê,
*Siroza kezebê (girêdayî hepatîta otoîmmûn)
*Nexweşiya hîpotîroid û ulsera mîdeyê
*Sendroma rûviyan (IBS) û nexweşiyên kronîk ên pergala herisandinê
*Di kofikê kîst de, di pişik û stû de nodul
*Seqetbûna daîmî ya milê rastê ku ji ber îşkence û muameleya xerab
‘Desteyên îdare û çavderiyê wekî dadegehê tevdigerin’
Nazlican Turan, biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê rexne kir û destnîşan kir ku ev deste ji rêveber û xebatkarên girtîgehê pêk tên, ne serbixwe ne û biryarên keyfî didin û got: “Ev deste weke dadgehê tevdigerin û mafê azadiyê yê girtiyan desteser dikin. Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di rapora xwe ya 14ê Tebaxa 2024an de diyar kiriye ku ev deste ne serbixwe ne û divê zagona wan bê guhertin.”
‘Bêdeng nemînin, nebin şirîkê vî sûcî’
Nazlican Turan destnîşan kir ku hiştina Rasul Kocaturk di girtîgehê de binpêkirina xala 17an a Destûra Bingehîn (Mafê Jiyanê) û xalên 2 û 3yemîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Em bang dikin ku berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û mirovî bînin cih. Berpirsiyariya her encameke neyînî li ser milê rayedaran e. Girtiyê nexweş Rasul Kocaturk divê tavilê serbest bê berdan! Ji girtiyên nexweş re azadî!”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Stenbol
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya ‘Rûniştina Fyê’ di hefteya 743emîn de li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Parastvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Resûl Baltaci yê ku di Girtîgeha Duzce Tîpa Tyê de tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankertên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Resûl Baltaci bê berdan” hate vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin.
Daxuyaniya bi Tirkî Endamê ÎHDa Stenbolê Meryem Bars xwend.
‘Mafê tenduristiyê ya Resûl Baltaci tê binpêkirin’
Meryem Bars anî ziman ku îro ew rewşa girtiyê nexweş Resûl Baltaci yê ku di Girtîgeha Duzce Tîpa Tyê de tê ragirtin parve dikin û got: “Resûl Baltaci tevahî ku cezayê wî xilasbûye jî ev 4 sal e nayê berdan. Nexweşiyên Resûl Baltaci yên hipertansiyon, diyabet, fitika pişt û romatizma heye. Bi sedema van nexweşiyan Resûl Baltaci êş dikişîne û bi tena serê xwe nikare bimeşe. Resûl Baltaci dema ku diçe nexweşxaneyê rastî sepanên bêrûmetî re rûbirû dimîne. Kurê Resûl Baltaci di derbarê bavê xwe de van agahiyan dabû ‘Em xemgînin ku rewşa bavê min di girtîgehê de werê asta nevegere. Mafê jiyanê divê di her rewşê de were parastin. Em dixwazin kesên pispor rewşa bavê min binêrin û li gorî wê bi awayekî azad be dermankirin. Divê kesê ku 34 sal e di girtîgehê de ye be bihîstin. Em îmtiyazê naxwazin, em dixwazin ku mafê tenduristiyê be bi cih anîn. Bavê min bi hinceta ne di rewşa baş de ye, ev 4 sal e nayê berdan.’ Tevahî ku rewşa giran mafê tenduristiyê ya Resûl Baltaci tê binpêkirin. Em dixwazin ku Resûl Baltaci demildest were berdan.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.
















