Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê di hefteya 739emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xist. Komîsyonê li rewşa girtiyên nexweş Emrah Nebîoglû pirsî û xwest ku Emrah Nebîoglû yê ku ji sedî 94 astengdar e demildest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” di hefteya 739emîn de li pêşiya avahiya komeleya xwe ya navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Emrah Nebîoglû yê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankertên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû bê berdan” û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin. Daxuyanî ji aliyê endama ÎHDa Enqereyê Nûrey Çevîrmen Aykol ve hate xwendin.
‘Her roj dayika Emrah Nebîoglû li rewşa kurê xwe dipirse’
Nûray Çevîrmen Aykol diyar kir ku saziya wan ji dema ku hatiye damezrandin ve ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe têdikoş e û wiha axivî: “Em di hefteya 739emîn de ya ‘Runiştina Fyê’ de rewşa Emrah Nebîoglu yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û ji sedî 94 astengdar e parve dikin. Emrah Nebîoglû girtiyê nexweş e. Emrah Nebîoglû ji serê xwe birîndar e, bi sedema vê jî ji aliyê çepê yê laşê xwe ve felc e û her wiha nexweşiya wî ya gurcikê û tansiyona zêde heye. Bi sedema nexweşiyan êdî baş nikare bibîne û nikare bibihîze. Ji ber ku nayê tedawîkirin rewşa wî her ku diçe girantir dibe. Emrah Nebîoglû berî were girtin, Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê rapora astengdariyê dabû wî. Malbata Emrah Nebîoglû herî dawî berî 3 mehan bi Emrah Nebîoglû re hevdîtin pêk aniye. Li gorî agahiyên malbatê dane; ji ber sedemên nexweşiyan her ku diçe kîlo dide û nayê tedawîkirin. Malbat diyar kir ku agahî nedane dayika wî. Ew her roj li rewşa kurê kurê xwe dipirse. Em jî li vir bang dikin divê Emrah Nebîoglû tavilê bê berdan.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.












