Riha – Endamê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê parêzer Ciwan Îsa diyar kir ku hê jî vegereke koçberan a ji bo Serêkaniyê çênebûye û destnîşan kir ku Serêkaniyê hê jî bi destê Dewleta Tirk tê birêvebirin û ji parêzgeha Hesekê qut kirî ye û wiha got: “Xelkê me yî koçber li benda vegera axa xwe ye û vegerek li gorî pîvanên mafên mirovan dixwaz e.”
Di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de piştî êrişan di 29ê Çileyê de peymanek hat îmzekirin. Yek ji xalên girîng ên peymanê rewşa koçberên Efrîn û Serêkaniyê bû. Li gorî peymanê divê Tirkiyeyê ji Efrîn û Serêkaniyê vekişe û koçberên Efrîn û Serêkaniyê vegerin cih û warên xwe. Heya niha tenê 8 komên koçberan vegeriyan e Efrînê lê hê jî vegereke ji bo Serêkaniyê çênebûye. Li ser vegera koçberan, rewşa koçberan a jiyanî, endamê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê parêzer Ciwan Îsa ji Ajansa Welat re axivî.
‘Sûcê şer hat kirin’
Parêzer Ciwan Îsa bi bîr xist ku piştî peymana 29ê Çileyê de xala sereke xala vegera koçberan bû û wiha got: “Piştî êrişa 2019an a Serêkaniyê şênber nêzî ji sedî 87ê gelê me koçber bû û li qampên gund û hin deverên herêma Cizîrî man. Li gel vê yekê bi wan êrişan re gelek binpêkirina mafên mirovan û sûc jî hatin kirin. Li gorî qanûnên navdewletî sûcê şer hat kirin. Bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê heta roja îro têkiliya wê bi parêzgeha Hesekê re hatiye qûtkirin. Gelek kes ji cih û warê xwe hatin qutkirin û bi binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû man. Ji bo vê yekê jî niha xelkê me yê koçber li benda vegera axa xwe ye û vegerek li gorî pîvanên mafên mirovan dixwaz e.”
Serîlêdan û hevdîtîn
Ciwan Îsa da zanîn ku ji bo vegera koçberan gelek serîlêdan û Şandeya Hikûmeta Demkî ya Şamê re hevdîtinan dikin û wiha axivî: “Ev serîlêdanên me baş bi rê ve diçin. Ev serîlêdanên me ji bo peydakirina rê û rêbaza mekanîzmaya vegera koçberan a bi ewle ye. Rê vebûne lê li kêleka vê gelek pirsgirêk jî hê diqewimin. Ev pirsgirêk zêdetir ji aliyê ewlehî û mayînan ve ye. Her wekî din hejmara kesên ku anîne li Serêkaniyê bi cih kirine jî pirin û li gorî hevdîtinên me yî herî dawî şandeya Hikûmeta Demkî ya Şamê jî bi xwe dibêje biryar hatiye girtin û kesên ku ji 2019an şûn ve hatine Serêkaniyê divê ji wir derbikevin û koçber jî vegerin cihê xwe. Em di hevdîtînên xwe de her tim bi Hikûmeta Demkî ya Şamê re parvedikin û dibêjin divê pêvajoya vegera koçberan dirêj nebe, ji ber ku şert û mercên koçberan niha di qampan de dimînîn ne baş e. Ji bo vê jî gavên niha tên avêtin gavên destpêkê ne. Em hewl didin ku pirsgirêkên ku niha hene, bên çareserkirin û pêvajoya vegera koçberan bi ewlehî bê bicihanîn.”
‘Li gorî daxwaz û erêkirina Dewleta Tirk tevdigerin’
Ciwan Îsa destnîşan kir ku biryarên Hikûmeta Demkî ya Şamê digirin ne biryarên serbixwe ne û siyaseta wan li gorî berjewendiyên Dewleta Tirk tê birêvebirin û ev yek anî ziman: “Siyaseta Hikûmeta Demkî ya Şamê li gorî berjewendiyên Dewleta Tirk tên meşandin. Ji bo vê jî ew biryara siyasî ya Şamê bi tena serê xwe nayê dayîn. Divê Hikûmeta Demkî ya Şamê bêyî pirsgirêkên derveyî, pirsgirêkên hundirîn ên Sûriyeyê çareser bike. Yek ji wan meseleyan jî meseleya vegera koçberan e. Her tim dibêjin lê li gorî em dibînin Hikûmeta Demkî ya Şamê gavan li gorî daxwaz û erêkirina Dewleta Tirk diavêje. Em di hevdîtînên xwe de her dem dibêjin ku divê Sûriyeyek demokratîk û dewletên derdorê ku jê vekişin bê avakirin. Weke mînak Serêkaniyê heta îro hem ji xaka Sûriyeyê û hem jî ji parêzgeha Hesekê hatiye qutkirin. Li Serêkaniyê hê jî al û dibistanên Dewleta Tirk hene û pereyên Dewleta Tirk li vir derbas dibe û tê birêveberirin.”
‘Rewşa koçberan ne baş e’
Ciwan Îsa diyar kir ku hem ji aliyê aborî, hem ji aliyê jiyanî ve rewşa ku koçber niha têde dijîn rewşeke xirab e û wiha pêde çû: “Ji xeynî Rêveberiya Xweser kes heya niha ji koçberan re nebû alîkar. Rêveberiya Xweser li gorî derfetên heyî koçberên qampan û derveyî qampan re bû alîkar. Ji ber vê yekê jî li gorî qanûn û rêziknameya Neteweyî Yekbûyî li hemberî koçberên Serêkaniyê, Efrîn û deverên din sûcên mezin hatin kirin. Yên ku çawa bêdeng man û rê dan ku xelkê Serêkaniyê û Efrînê koçber bibe, demografiya wan deveran bê guhertin heya roja îroyîn sûcekî mezin kirin. Heya roja îro jî ew binpêkirin berdewam dikin. Divê heya îro Neteweyên Yekbûyî ji koçberan re di hêla mirovî de alîkarî bikira. Weke mînak Deriyê Til Koçer heya demeke dirêj wek deriyekî fermîbû lê ev derî di wê pêvajoyê de girtîbû. Tu alîkariyeke raste rast di hundirê qampan de bi koçberan re nehat kirin. Rewşa koçberan a tenduristiyê jî ne baş e. Koçber niha 8 sal in di qampan de di hundirê konan de dimînîn. Ev kon, koçberan ne ji baranê ne jî ji germahiyê diparêze. Me hêvî dikir ku piştî guhertinên li Sûriyeyê çêbûn rewşa koçberan jî baş bibe lê mixabin hê jî rewşa berê berdewam dike.”
‘Hê jî vegerek li Serêkaniyê çênebûye’
Ciwan Îsa da zanîn ku Komîteya Koçberan a Serêkaniyê piştî êrişên li Serêkaniyê hat avakirin û ev komîte bêtir di warê hiqûqî û dîplomasiyê de xebatê bi rê ve dibe û wiha got: “Me wek komîte ji destpêkê ve belgekirina binpêkirina mafên mirovî yên li Serêkaniyê hatine kirin pêk anî. Me gelek nameyên fermî ji dewletên wek Rûsya, DYAyê, dewletên Ewropa re şandin. Her wekî din jî me bi Neteweyên Yekbûyî re û koalîsyona li dijî DAIŞê re gelek hevdîtinên me çêbûn. Yanî xebatên me yên hiqûqî baş hatin meşandin lê her tim bêdengî û bê bersiviyek hebû û heye. Digotin hûn rast dibêjin êrişek li ser we hat kirin, lê hûn rewşa siyasî û rola Dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê dibînin. Di vî warî de tenê ev tişt dianîn ziman. Her wekî din hê jî vegereke koçberan a ji bo Serêkaniyê çênebûye, yanî serîlêdan hatine kirin lê kes venegeriya ye. Di vî warî de xebatên me hem li ser rewşa qampên koçberan hem jî ji aliyê hiqûqî, dîplomatîk ve berdewam dikin û dê berdewam jî bikin. Heta ku em karibin koçberên me vegerin ser axa xwe, mal û milkên xwe em ê bixebitin.”
















