Wan – Wezîrê Karên Hundir Qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kir. Li dijî qeyûm gel derket kolanê û dest bi çalakiyê kir.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kir. Piştî dadgehê li Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir bi îdîaya “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal û 11 meh ceza birî, wezîr qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Miksê kir.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kirin, bi sedan welatî kom bûn û bertekên xwe nîşan dan. Welatiyan bênavber dirûşmeya “Qeyûm dê biçe dê gel bê” berz kirin. Çalakiya welatiyan a li pêş şaredariyê didome.