Li hemberî projeya kana kevir a ku tê xwestin li herêma Hîreba ya navçeya Kurdoxoliyê bê çêkirin, gelê herêma hat cem hev û daxuyanî da. Welatiyan diyar kir ku proje gefê li qadên çandiniyê, çavkaniyên avê û mêrgan dixwe û xwestin ku proje bê betalkirin.
Li hemberî projeya kana kevir a ku tê xwestin li herêma Hîreba ya ser bi navçeya Kurdoxolî ya Mereşê bê çêkirin, gelê herêmê daxuyaniyek da. Welatiyên ku li taxa Cennetpinariyê (Mole Uson) hatin cem hev, pankarta “Em li Cennetpinariyê û li herêma xwe kana kevir naxwazin” vekirin û bertek nîşanî projeyê dan.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Filîz Yornuk ve hat xwendin. Filîz Yornuk destnîşan kir ku ji bo projeya ku qadeke nêzî 100 hektarî digire nav xwe, rûxsata lêgerînê hatiye dayîn û tê xwestin ku xebatên sondajê bên destpêkirin. Filîz Yornuk bi bîr xist ku herêm ji erdhejên 6ê Sibatê gelekî bandor bûye û diyar kir ku çalakiyên madenê yên li vê qada nêzî xetên fayan, dê rîskên nû bi xwe re bîne.
Fîlîz Yornuk di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku kana kevir dê bibe sedema xerabûna qadên çandiniyê û gefê li qadên jiyanê yên gelê herêmê dixwe.
Hevşaredarê Bazarcixê Haydar Îkîzer ê ku tevlî çalakiyê bû jî diyar kir ku ew li dijî projeyê ne û bi lêv kir ku ew ê parastina xwezayê û qadên jiyanê bidomînin. Gelê herêmê daxwaz kir ku xebatên sondajê bi temamî bên betalkirin û proje bê rawestandin.













