Amed – Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê ya Hejmara 1an a Amedê Farûk Ercan, derbarê erişên dibistanan de diyar kir ku polîtîkayên perwerdeyê yên desthilata AKPê ji zarokekî kujerek afirand.
Di rojên dawî de bi taybetî bûyerên tundî û kuştinên ku zarokên di temenê 14-15 saliyê de tev li dibin û dibin sedema metirsîbûnek e civakî zêde dibin. Herî dawî li dibistanek e navçeya Siwereg ya Rihayê û Mereşê du xwendekaran erişî dibistanan kirin. Di van erişan de li Mereşê 9 xwendekar û mamosteyekê li dibistanê jiyana xwe dest dan. Hevserokê Şaxa Egîmtîm-Senê ya Hejmara 1an a Amedê Farûk Ercan têkildarî tundiya ku li dibistanan zêde dibe ji ajansa me re axivî.
‘Ji bo zarokan jiyan û mirin veguheriye lîstikekê’
Farûk Ercan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zarokên ku ber bi sûc ve tên dehfdan, xetereya ku tora civakî afirandiye û wiha got: “Dema em li van zarokan dinêrin, em dibînin ku ew tenê di nava qalikê xwe de û bi tenê mezin dibin. Jiyana wan li ser înternetê, bi lîstikên ku naveroka wan tundî ye re derbas dibe. Li malê bi tenê ne, li kolanê rastî tundiyê tên. Dema televîzyonê vedikin, hemû rêzefîlmên derdikevin pêşiya wan mafyatîk in; di destê her kesî de çek hene û hevdû dikujin. Ji xwe li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji berê ve şer heye. Dema ku ev hemû bi ser hev de tên, ji bo zarokan xeta di navbera jiyan û mirinê de winda dibe. Edî jiyan jî, mirin jî û mirovkuştin jî ji bo wan tenê lîstikek e.”
‘Mamoste hatine bêdengkirin, tarîqat ketine dibistanan’
Mamsote Farûk Ercan diyar kir ku rewşa li dibistanan her ku diçe xera dibe û mamoste di bin zextê de ne, her wiha polîtîkayên Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) jî rexne kir û got: “Ji sala 2014an û vir ve mamoste bi zanebûn ji hev û ji pergala perwerdehiyê hatine dûrxistin. Kes nikare li hemberî tiştên ku diqewimin dengê xwe derxe, ji ber ku tayînkirinên bêliyakat û gefên îxrackirinê li me dixun. Wezaret bi cemaet û terîqetan re protokolan îmze dike. Hejmara şêwirmendên derûniyê yên li dibistanan roj bi roj kêm dibe, li şûna wan xebatkarên Diyanetê wekî ‘şêwirmendên manewî’ tên bicihkirin. Di demeke wiha de ku zarok di bin dorpêça tundiyê de ne, li şûna ku nêzîkatiyeke zanistî û derûnî ji wan re bê pêşkêşkirin, ferzkirinên dogmatîk û ezberkar tên bikaranîn.”
‘Ne nifşekî dîndar, nifşekî kîndar û bêhêvî gihişt’
Farûk Ercan di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku li Amedê temenê bikaranîna hişbirê heta 10 saliyê daketiye, zarok di bin navê şagirtiyê de li kar jiyana xwe ji dest didin û wiha domand. “Zarokekî 14 salî li tekstîlê dixebite, yê din hişbirê difiroşe, yê din ketiye destê çeteyan. Ew tarîtiya ku ji zarokekî kujerekî diafirîne, ev pergal bi xwe ye. Desthilatê digot ‘nifşê dîndar’, lê belê ‘nifşekî kîndar’ derket holê. Nifşekî ku ji xeynî xwe tehemula wî ji kesî re nîne.”
‘Çareserî ne cîhaza X-Ray an jî polîs e, edalet û aştî ye’
Di dawiya afatina xwe de Farûk Ercan destnîşan kir ku li hemberî bûyerên tundiyê bicihkirina polîs an jî bekçiyan a li dibistanan, danîna cîhazên X-Rayê li ber deriyan tenê çareseriyên sexte ne ku roja xwe diqetînin û got: “Heke hûn neyên ser koka nexweşiyê, hûn nikarin encamê biguherînin. Çareserî, ji nû ve şînkirina hêviyê ya di hişê zarokan de ye. Di serî de Wezîrê Perwerdeya Neteweyî, pêwîst e desthilat bi lezgînî zimanê ku bi kar tîne biguherîne û ji bo avakirina civakeke demokratîk gavên pêwîst biavêje. Li cihê ku aştî hebe şer çênabe, li cihê ku edalet hebe ev cure qetlîam rû nadin. Êdî tu bawerî bi sazî, edalet û perwerdeyê nemaye.”













