• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wan / AW

22 HEZÎRAN 2026 - 22:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di civîna gel a taxa Xaçortê ya Wanê de Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê Abdullah Ocalan û tevgerê gavên pêwîst avêtine û destnîşan kir ku êdî dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê bi dirûşma “Em Aştiyê bi gel re ava dikin” li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi tevlibûna hevserokê xwe yê giştî Keskîn Bayindir civîna gel li dar xist. Civîn ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat û welatiyan di civînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan na be” berz kirin.

‘Ev pêvajo dê di bin pêşengiya Abdullah Ocalan de bigihîje serkeftinê.’

Keskîn Bayindir di civînê de bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got: “Ev sal û nîv e ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoyek hatiye destpêkirin. Ev pêvajo dê di bin pêşengiya Abdullah Ocalan de bigihîje serkeftinê. Pêvajoya heyî dê qedera gelê Kurd biguherîne. Bi sedan sal e ku Kurdan girtîgeh, mîşextî, girtin û êş dîtin, lê êdî qedera vî gelî nabe zindan, sirgûn, girtin û mirin.”

‘Daxwaza gelê Kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku gelê Kurd ji 7 salî heta 70 salî hişmendiyeke mezin nîşan dide û daxwazên bingehîn ên gel bi van gotinan rêz kir: “Gelê Kurd her tiştî aşkere dike, daxwaza wan a yekane zimanê zikmakî ye, statûya wan e, parastina kevneşopî û rûmeta wan e û her wekî din azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di aliyekî vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd û tevger heye, di aliyê din de jî dewlet heye. Birêz Abdullah Ocalan û tevgerê bi gavên ku avêtin, ji tevahiya cîhanê re peyam dan û gotin ‘em di vê pêvajoyê de micid in û em bi biryar in ku vê pêvajoyê bigihîjînin serkeftinê’. Ji ber vê yekê, êdî lîstik qediya ye, dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye.”

Piştî civînê polîsan bi gaz û fîşekên plastîk êrişî girseyê kir. Gel bi dirûşman bersiva polîsan da û piştî belavbûna girseyê û çûyîna polîsan rewş asayî bû.

Etîket: Abdullah Ocalanazadcivîna gelDBPKeskîn BayindirWanXaçort
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ji bo mitînga 4ê Çile seferber bibin’

Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

22 HEZÎRAN 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026
‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

21 HEZÎRAN 2026
‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ di roja 3yemîn de didome

‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ di roja 3yemîn de didome

20 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

20 HEZÎRAN 2026
‘Wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku ti îdeolojî nikare li hemberî wê rabe’

‘Wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku ti îdeolojî nikare li hemberî wê rabe’

19 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (622)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne