Çalakiya “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” ku ji aliyê Şaredariya Tûşbayê ve bi hevkariya KURDÎWARê tê lidarxistin, di roja sêyemîn de jî bi eleqeyeke mezin berdewam kir.
Li navçeya Tûşba ya Wanê, “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” ku ji aliyê Şaredariya Tûşbayê ve bi hevkariya Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) tê lidarxistin, roja 3yemîn de berdewam dike. Di roja 3yemîn de jî eleqeya ji bo çalakiyê zêde bû û welatî hem ji bo kirîna pirtûkan û hem jî ji bo guhdarkirina panelan li cîhê çalakiyê amade bûn.
‘Têkoşîna Azadiyê û Rewşenbîrî’ hat nîqaşkirin
Îro jî di çarçoveya bernameyan de panela bi navê “Têkoşîna Azadiyê û Rewşenbîrî” hat lidarxistin. Di panelê de hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar wekî axiver cîh girt û moderatoriya panelê jî Sabriye Kanatê kir. Di panelê de li ser peywir û berpirsyariya rewşenbîrên Kurd a di pêvajoyên civakî û azadiyê de nirxandinên girîng hatin kirin.
Di dawiya rojê de bi moderatoriya Mahmût Gulecan û tevlibûna Şadiya Manap û Leyla Saraçê rûniştina “Destan û Helbestan” hat lidarxistin. Ev rûniştin jî rastî eleqeyeke baş hat û beşdaran bi dengê jinan helbest û destan guhdar kirin.
Wê çalakiya “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” sibê bi dawî bibe.

















