Li taxên Sûrê yên Amedê banga tevlîbûna ‘Mitînga Azadiyê’ ya ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, hat kirin.
Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ ya ku dê ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve’ û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê dê were lidarxistin, berdewam dikin. Îro jî li taxên Fatîhpaşa û Hasirli yên navçeya Sûrê ya Amedê xebat hatin kirin.
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên Amedê û gelek endamên partiyên siyasî bi şêniyên taxên Fatîhpaşa û Hasirli re hatin cem hev û belavok belav kirin. Her wiha der barê armanca mîtîngê û pêvajoya ku tê meşandin de agahdarî dan. Di xebata ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da, gelek caran dirûşm hatin berzkirin.
Piştî belavok hatin belavkirin girse belav bû.

















