YRKê têkildarî êrişên artêşa Îranê ya derdorî gundên derdorî Bane hişyarî da û got: “Em êrişan qebûl nakin, eger dubere bibin em ê bersiva pêwîst bidin.”
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrişên rejîma Îranê ya sr gundên derdorî Banê ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku roja 25ê hezîrana 2026an artêşa Îranê bi sê dronên xwekuj êrişî ser derdorî gundê Şîwî ya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kirin û di vê êrişê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan, lê ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.
Di dewamê de ev hişyarî hate dayîn: “Em bi ti awayî êrişên ser welatê xwe qebûl nakin. Eger dubare bibin, emê piştrast bersiva pêwîst bidin. Dubare dikîn parastina ruh û malê gelê me erkê me yê serekî ye. Divê her kes di vê mijarê de bi bawer be em ê erkê xwe bi herî baş bicih bînin.”













