Beriya civîna NATOyê li Enqereyê zêdetirî 200 kes hatibûn binçavkirin û ji kesên hatine binçavkirin 103 kes hatin girtin. Tê payîn ku 90 kesên di bin çavan de dê sibê derxin edliyeyê.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê beriya civîna NATOyê bi hinceta, “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” derbarê endam û nûnerên partiyên sosyalist, rojnameger, akademisyen û gelek kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de 23yê hezîranê de zêdetirî 200 kes bi serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Îro kesên hatibûn binçavkirin piştî bi dawîbûna kar û xebatên emniyetê derxistin Edliyeya Enqereyê.
Piştî îfadeya serdozgeriyê 90 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnameger Yildiz Tar, akademisyen Emel Memîş û endamên ÇHDê parêzer Semra Demîr û Kurşat Bafra jî di nav de 103 kes hatin girtin. Derbarê 13 kesan de jî hepsa malê hat dayîn û kesek jî hat berdan.
Tê payîn ku 90 kesên di bin çavan de dê sibê derxin edliyeyê.













