Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) banga beşdariya Mitînga Azadiyê ya ku dê di 28ê hezîranê li Stenbolê pêk bê kirin û gel vexwendin mitîngê.
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê dê ji bo azadiyê fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê hezîranê de li Wanê û Mersînê û di 28ê hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve” mitîng beên lidarxistin. Li Stenbolê mitîng dê li Qada Bagcilarê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan weke axêver û Koma Agirê Jiyan û Tara Mamedova jî bi stranên xwe tev li mitîngê dibin.
Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo tevlibûna mitîngê bang kir. Solîstê Koma Çiya stranbêj Genim diyar kir ku ew wekî hunermendên NÇMê bang gel dikin. Genim destnîşan kir ku ew gel vedixwînin mitînga ku dê di 28ê hezîranê de li Qada Baxcilarê bê lidarxistin.













