Amed – Dayika Fexriye Yildirim, a ku kurê wê Medenî Yildirim di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest dabû, axivî û got: “Medenî ji bo parastina gelê xwe ket nav hewldana parastinê.”
Di 28ê Hezîrana 2013an de li gundê Hêzan ê navçeya Licê ya Amedê, di dema şermezarkirina çêkirina qaleqolan de, cendirmeyên Qereqola Hezanê gel gulebaran kirin û di encama gulebaranê de Medenî Yildirim ê 18 de salî jiyana xwe ji dest da, 9 kes jî bi giranî birîndar bûn. Rapora pêşlêkolînê ku piştî qetilkirina Medenî Yildirim ji aliyê Mufetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karê Hundir ve hatiye amadekirin, ev rapor piştre pêşkeşî Serokatiya Lijneya Teftîşê hate kirin. Serdozgeriya Komarê ya Licê di lêpirsîna têkildarî bûyera dihat rêvebirin tevî raporên hatine amadekirin jî biryara “bêpeywîrtî” da. Dayika Medenî Yildirim, da zanîn ku kurê wê Medenî xwendekarekî serkeftî, aştîxwaz, rêzdar bû û amadekariya zanîngehê dikir. Dayikê Medenî destnîşan kir ku bûyera gulebaranê di dîroka têkoşîna gelê Kurd de wekî rûpeleke reş a bêedaletiyê cih girt.
‘Medenî aştîxwaz bû û ji bo armancên xwe dixwend’
Fexriye Yildirimê anî ziman ku kurê wê ji bo amadekariya zanîngehê li dersxaneyê dixwend û armanca wî ew bû ku karibe xizmeta gelê xwe bike. Fexriye Yildirim derbarê mijarê de wiha axivî: “Kurê min di dema pêvajoya çareseriyê de her tim digot ‘divê aştî çêbibe û mirov bi hev re bibin yek.’ Ew 2 roj beriya encama ezmûna wî were eşkerekirin gihişt şehadetê.”
‘Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe’
Fexriye Yildirimê bi bîr xist ku li gundê wan qedexeya derketina derve û zextên leşkerî hebûn, li ser çêkirina qereqola nû jî gel nerazîbûna xwe nîşan dida û wiha behsa wan rojan kir: “Di şeva bûyerê de, ji ber nexweşiya bavê wan, birayên wî yên mezin biryar didin ku herin li qada çalakiyê, lê belê rê nedan ciwanan. Medenî ket nav hewldana parastina mafê gelê xwe. Ew şev Medenî pir bi fikar bû. Digot ‘Ez tenê çareseriyê dixwazim. Serê sibê çû nimêjê û dema vegeriya, min dît ku di salonê de hêsir ji çavên wî tên. Paşê çû li qada qereqolê da ku nerazîbûna xwe nîşan bide.”
Kujer hatin berdan: ‘Dewlet bi me re xayîn e’
Fexriye Yildirim bal kişand ser pirsgirêkên dadgehkirinê, berdana kujerên kurê xwe û anî ziman ku di pergala hiqûqî ya heyî de edalet ji bo Kurdan nayê pêkanîn û li ser mijarê wiha axivî: “Kujerên kurê min pêşî bi 18 salan hatin darizandin, paşê cezayê wan kirin 8 sal û di dawiyê de jî wan beraat kirin. Dewlet bi me re xayîn e, li me guhdar nake û ji goristanên me jî ditirse. Ew ên ku êrîşî nirxên me dikin bêrêz in.”
‘Hêvî û çareserî bi yekîtiya me re pêkan e’
Di dawiya axaftina xwe de Fexriye Yildirimê bang li gelê Kurd kir û wiha derbirî: “Kurd tenê bi yekîtiyê dikarin bi ser kevin. Her çend zext, girtin û kuştin li ser siyasetmedar, ciwan û gelê kurd berdewam bin jî, divê têkoşîna ji bo aştiyeke rûmetdar berdewam bike. Xwedê heqê şehîdê me winda neke. Hêvîdar im ku rojekê aştî û azadî ji bo vî gelî çêbibe.”













