Rêxistinên mafên mirovan bi boneya 26ê Hezîranê Li Dijî Îşkenceyê Roja Têkoşîn û Piştgirîdayîna Ji bo Kesên Rastî Îşkenceyê Hatine daxuyanî dan û di daxuyaniya hevpar de li dijî îşkenceyê banga parastina mafên mirovan hate kirin.
Saziyên mafên mirovan; Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi boneya 26ê Hezîranê Li Dijî Îşkenceyê Roja Têkoşîn û Piştgirîdayîna Ji bo Kesên Rastî Îşkenceyê Hatine li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyanî dan û miameleya xerab, tundî û îşkenceyê bi bîr xistin.
AMED
Saziyên sivîl ên Amedê bi boneya 26ê Hezîranê Li Dijî Îşkenceyê Roja Têkoşîn û Piştgirîdayîna Ji bo Kesên Rastî Îşkenceyê hatine, li Parka Koşuyoluyê ya girêdayî navçeya Rezana Amedê daxuyanî dan.
Endamên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya Nûnertiya Amedê, Şaxa ÎHDê ya Amedê, Şaxa SESê ya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Baroya Amedê, Komaleya Rosayê û Şaxa OHDê ya Amedê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya hevpar ji aliyê nûnerê TÎHVê ya Amedê Murat Aba ve tenê bi Tirkî hate xwendin.
ENQERE
Şaxa ÎHDê ya Enqereyê derbarê 26ê Hazîranê Roja Tekoşîna Li Dijî Îşkenceyê û Kesên Rastî Îşkenceyê Hatine li avahiya xwe daxuyanî da. Endam û nûnerên komaleyê û parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” dinivîsî hat daliqandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHDê Omer Faruk Yazmaci ve hate xwendin.
STENBOL
Li Stenbolê jî bi boneya 26ê Hezîranê, TÎHVa Stenbolê û Şaxa ÎHDê ya Stenbolê li Qada Mecîdiyekoyê ya navçeya Şîşliyê daxuyanî dan. Endam û rêveberên TÎHV, ÎHD û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Jiyanek bê îşkence mimkun e” hate vekirin û dirûşmeyên “Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk biçe” û “Bila winda bên dîtin, hesab bê pirsîn” hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Sekretera ÎHDa Stenbolê Jiyan Kaya ve hate xwendin.
Li her sê bajaran jî daxuyaniya hevpar hate xwendin.
Daxuyaniya hevpar wiha ye:
“Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Li Dijî Îşkence û Sûretên Din ên Muamele yan Cezayê Hovane, Nemirovî yan Biçûkxistinê’ di 26ê Hezîrana 1987an de ketiye meriyetê. NYyê di sala 1997an de vê rojê weke ‘Roja Pişgiriya bi Kesên Rastî Êşkenceyê Hatine re’ ragihandiye. Di paragrafa 2yemîn a xala 2yan a Peymanê de hatiye destnîşan kirin ku ‘Tu rewşeke îstîsnayî, ne rewşa şer ne jî gefa şer, ne bêîstikrariya siyasî ya navxweyî û ne jî tu rewşeke din a awarte, nikare bibe hincet ji bo sepandina îşkenceyê.’
Îşkenceyê di dîroka komarê de xwe parastiye
Tirkiyeyê peymana li dijî îşkenceyê di sala 1988an de qebûl kiriye, di Destûra Bingehîn û Qanûna Cezayê de îşkence qedexe kiriye. Mixabin li Tirkiyeyê jî îşkence û muameleya xerab a din ne tenê di serdemên derbeyên leşkerî de, di dirêjahiya dîroka komarê de wekî pratîkeke sîstematîk a dewletê hebûna xwe parastiye. Lê belê îro, di encama kiryarên desthilata siyasî de ku nirxên mafên mirovan û demokrasiyê bi temamî terikandine û zext û kontrola xwe ya li ser civakê gihandine asta herî jor, seranserê welat vegeriyaye mekanekî îşkenceyê.
Di bûyerên dawî de sepandina îşkenceyê
Bi taybetî di dema protestoyên dijî tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (15ê Sibata 2025an), binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (19ê Adara 2025an) û êrîşên li Sûriyeyê yên ku di meha çileya 2026an de Kurd dikirin hedef û piştî van protestoyan; di binçavkirinan de astengkirina gihîştina bi xizm, parêzer û bijîşkan, derengxistina derxistina pêşberî dadger, bi awayekî kêfî dirêjkirina dema binçavkirinê heta sînorê herî dawî û hwd. binpêkirinên di warê garantiyên hiqûqî de bûn mînakên berçav ên vê rastiyê.
Îşkence û miameleya xerab li ser hemû beşên civakê ye
Di dema mudaxeleyên hêzên ewlekariyê yên li ser civîn û xwepêşandanên aştiyane de, li kolan û qadên vekirî yan jî di cihên wekî mal û kargehan de, ango di cihên nefermî yên binçavkirinê de yan jî di hawirdorên derveyî binçavkirinê de, pratîkên îşkence û muameleya xerab asayî bûne û hema bêje bûne parçeyek ji jiyana rojane. Di dirêjahiya salê de; jin, LGBTÎ+, parêzvanên jîngehê, jiyanê û mafên mirovan, karker, madenkar, xwendekar, mamoste, dengdêrên ku dixwazin xwedî li vîna xwe ya desteserkirî derkevin, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên pîşeyî yên ku xwestine mafên xwe yên kombûn û xwepêşandana ku bingeha civaka demokratîk e û ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatine mîsogerkirin bi kar bînin, rûbirûyê tundiya hovane, bêserûber, bêkontrol û bêmeydan a hêzên ewlekariyê hatine.
Gelek gilî, dîtin û rapor hene ku nîşan didin di dema binçavkirinê de, di dema veguhastina di hundirê wesayîtan de û di cihên binçavkirinê de; lêdana hovane, destwerdanên fîzîkî di nav de li erdê dirêjkirina di pozîsyonên zorê de, kelepçekirina ji paş ve, çêr, gef xwarin û pêkanînên wekî lêgerîna tazî ku di asta îşkenceya zayendî de ne, bi awayekî berfireh û sîstematîk tên bikaranîn.
Tecrîda li Îmraliyê didome
Girtîgehên li Tirkiyeyê, di her serdemê de bûne cihên ku pêkanînên îşkence û muameleya xerab lê herî zêde dihatin jiyîn. Bi taybetî di dema dawî de vekirina girtîgehên nû yên Tîpa S, Tîpa Y û Girtîgehên Ewlehiya Bilind ku bi avahiya xwe ya mîmarî û rejîma xwe ya pratîk a rojane mercên îzolasyonê (tecrîdê) girantir dikin, cihê fikarê ye. Li Girtîgeha Îmraliyê ku salên dirêj e şêwazê taybet ê îzolasyonê lê tê sepandin, her çend ji 1ê Cotmeha 2024an vir ve di bin bandora ‘pêvajoya’ ku di rojevê de ye de hin hevdîtinên malbat û parêzeran pêk hatibin jî, sepandina rejîma îzolasyonê hîn jî berdewam dike. Her wiha, nebûna îhtîmala berdanê ya piştî demeke maqûl, ango ‘mafê hêviyê’ ji bo girtiyên ku cezayê hebsa muebed a giran xwarine, li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Hîn jî li girtîgehan herî kêm 4 hezar girtî hene ku nikarin ji mafê hêviyê sûd werbigirin.
Pêşîlêgirtina îşkenceyê erka dewletê ye
Erka rêgirtina li îşkenceyê berî her tiştî dikeve ser milê dewletan. Ji ber vê çendê, divê dewlet berî her tiştî dev ji bikaranîna îşkenceyê wekî amûreke çavtirsandinê berdin, sûcên îşkenceyê bi awayekî çalak lêkolîn bikin û li dijî polîtîkaya bêcezakirinê têkoşînê bimeşînin. Ji ber vê yekê, wekî pêdiviyeke parêzvaniya mafên mirovan, em van daxwazên herî kêm ên di vê çarçoveyê de ku bi salan e em bi sebir û bi israr tînin ziman, careke din bi bîra îktîdara siyasî dixin û dixwazin ku tavilê bên cih.
Daxwaz hatin rêzkirin
Daxwazên me wiha ne:
* Sedema herî bingehîn a ku îşkence li Tirkiyeyê di vê astê de ye, hebûna çandeke pir giran a bêcezakirinê ye ku qedexeya îşkenceyê re li hev nake. Berî her tiştî divê demildest dawî li polîtîkayên bêcezakirinê bê anîn.
* Rayedarên di her astê de divê dev ji gotinên ku pesnê îşkenceyê didin û wan teşvîq dikin berdin. Divê li gorî pêşniyarên mekanîzmayên navneteweyî, pêkanînên îşkenceyê bi awayekî eşkere ji aliyê her kesî ve bên şermezarkirin.
* Garantiyên prosedurî yên di şert û mercên binçavkirinê de divê bi temamî û bêkêmasî bên sepandin.
* Demên binçavkirinê divê bên kurtkirin.
* Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) divê bê rakirin û di cihê wê de Mekanîzmaya Rêgirtinê (MR) ku serbixwe ye û li gorî Protokola Pêvekirî ya Peymana NY ya Li Dijî Îşkenceyê (OPCAT) û Prînsîbên Parîsê yên NYyê ye, bê avakirin.
* Angaştên derbarê îşkenceyê de divê di ronahiya Protokola Stenbolê de bi lez, çalak û bêalî bên lêkolînkirin, ji aliyê şandeyên serbixwe ve bên lêkolînkirin û di her qonaxa pêvajoyên dadwerî de divê li gorî qaîdeyên etîk û hiqûqî yên navneteweyî tevbigerin.
* Divê dawî li rejîma girtîgehê ya li ser bingeha îzolasyona/tecrîda kesekî yan jî komên piçûk bê anîn ku zirarê dide yekbûna fîzîkî û psîkolojîk a girtiyan.
* Pêvajoyên raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên di derbarê girtiyên nexweş de divê bibe xwedî zelalî, kontrolbar û li gorî mafên mirovan; înfaza girtiyên ku dermankirina wan di şert û mercên girtîgehê de ne guncav e, divê bê paşxistin.
* Girtîgeh divê ji bo kontrolkirina serbixwe ya saziyên mafên mirovan, tenduristî û hiqûqê bên vekirin.
* Divê pêdiviya pêşniyara di paragrafa 17an a Çavdêriyên Encamê yên Komîteya NY ya Li Dijî Îşkenceyê ya di 14ê Tebaxa 2024an de ku derbarê Rapora Serdemî ya Pêncemîn a Tirkiyeyê de ye, bê cih. Di wê pêşniyarê de tê gotin ku ‘Dewleta alî; divê mîsoger bike ku girtiyên bi cezayê hebsa muebed a giran hatine cezakirin, piştî demeke maqûl xwedî îhtîmala berdanê yan jî kêmkirina cezayê xwe bin.’
* Hemû raporên CPT (Komîteya Rêgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê) divê bên eşkerekirin, berî her tiştî CPT û Komîteya NY ya Li Dijî Îşkenceyê divê guh bidin hemû pêşniyarên mekanîzmayên navneteweyî yên mafên mirovan.
* Hemû rêziknameyên ku Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan rasterast bi hêza birêvebirinê ve girêdidin, dihêlin ku mîna dadgehekê tevbigerin, divê demildest bên betalkirin.
Em dê têkoşîna xwe bidomînin
Em dixwazin vê yekê jî bi bîr bînin ku xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê û rêgirtina li îşkenceyê di heman demê de berpirsiyariya tevahiya civakê ye. Ji bo ku em bibin mirov û welatî, ji bo ku em girêdana hevpar a ku me dike civak biparêzin, em neçar in ku êşên ji ber îşkenceyê çêdibin bibînin û pişgiriya xwe mezin bikin. Em dê wekî duh, ji îro pê ve jî, tevî hemû hewldanên veşartin, tirsandin û bêdengkirinê, ji bo ku kesên rastî êşkenceyê hatine tiştên hatine serê wan wekî qeder qebûl nekin û bikaribin bi dengekî bilind biqîrin, em ê di her şert û mercî de li cem wan bin; em ê îşkenceya ku li wan hatî kirin belge bikin û rapor bikin. Em dê piştgiriya pêvajoyên wan ên başbûna fîzîkî û rûhî bikin; alîkariya wan bikin ku bigihîjin edaletê û ji bo ku êşên wan careke din neyên jiyîn, em ê li dijî bêcezakirinê têkoşîna xwe berdewam bikin.”













