Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo mitînga ku dê bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê bê li dar xistin li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezanê li hev civiyan û belavok belav kirin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo “Mitînga Azadiyê” ku dê bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan sibê saet di 17.00an de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê li dar xistin li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê li hev civiyan û belavok belavkirin.
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê rojek beriya mitîngê serdana gelek mal, esnaf, kafe û parkên li navçeya Rezanê kir û di serî de ciwan, bang li hemû gel kir ku beşdarî mitînga ku dê sibê bê lidarxistin bibin.
‘Mitînga Azadiyê’ ya ku wê bê lidarxistin dê Qada Îstasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê saet 17:00an de tê lidarxistin. Her wiha Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş tev li bibin. Û ew ê stranbêjên Kurd Kadîr Çat, Pinar Aydinlar û Serhado li ser dikê stranan bibêjin.
















