Îzmîr – Di dema ku gelek kesan dixwestin ew tenê wekî stêrkekê li ezmanê Yeşîlçamê were bîranîn, Kadîr Înanir rêyeke din hilbijart. Ew hevalê aşitîxwazan û wijdana civakê bû. Beden koç kir, lê helwest, wêrekî û hunera ku çandibû, dê di bîra gelan de her tim şîn bimîne.
Kadîr Înanir ê di 14ê Gulanê rakirine li nexweşxaneyeke di 21ê Gulanê de hat entubekirin. Kadîr Înanir ê bi rojan li ber xwe daye di 26ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.
Hinekan tim xwest wî tenê di nav çarçoveya sînemaya klasîk a Yeşîlçamê de bihêlin; xwestin wî di nav çepikên salonan, ronahiyên derewîn û jiyanên xeyalî de bitemirînin. Lê wî, gava çepik kêm dibûn jî, rûyê xwe zivirand rûyê bindestan, rûyê rastiyê. Kadîr Înanir ne tenê lîstikvanekî li ber perdeyan bû, ew li ser vê xaka birîndar, bû şirikê êşên Kurdistanê û bû wêrekiya ronakbîriyê. Ew dara nîv sedsalî ya hunerê koç kir, lê felsefeya wî ya aşitiyê ku mîna tovên ku di nav axê de hatine veşartin, dê tim şîn bibe û di bîra gelan de zindî bimîne.
Edaleta ku ji Fatsayê honand
Koka vê rika ku li ber bayê statûkoyê tu carî neçemî, rasterast girêdayî hîmên felsefî û polîtîk ên jiyana wî ye. Ew di sala 1949an de li Fatsa ya Ordûyê, wekî zarokê herî biçûk ê malbatekî xwedî 14 zarokî, hat dinyayê. Fatsa di salên 70yî de ne tenê navçeyek asayî, lê dibistanek, hişmendiyeke sosyalîst û dergûşa serhildana li dijî pergalê bû. Gava ket nav cîhana sînemayê, fêm kir ku huner nikare tenê behsa çîrokên qesran bike. Di bin bandora bayê sosyalîst ê wan salan de, wî ligel derhênerên realîst ên mîna Atif Yilmaz û Şerîf Goren re xeteke nû ava kir. Wî sînemaya xwe wekî neynika feodalîzmê, xizaniya Anatolyayê û êşên giran ên Kurdistanê pênase kir. Bi fîlmên mîna “Yilanların Ocu” û “Katircılar”, wî hişmendiya sosyalîst û rûmeta mirovan parast. Dema ku cûntaya leşkerî ya 12ê Îlonê bi ser welat de girt, gava wekî Tatar Ramazan di nav dîwarên sar de digot: “Ez ê vê lîstikê xera dikim! Gava mijar edalet be, ya mayî teferûat e,” ne replîkeke ji rêzê bi lêv dikir, lê bêhna dilê civaka ku ji ber pergelê teng bûbû fireh dikir.
Berpirsiyariya dîrokî û rêwîtiya aşitiyê
Ji bo wî, huner tu carî ji polîtîkayê û mafên mirovan qutkirî nedihat fikirîn. Dema ku gotina “Kurd” rûbirûyê bedelên giran dibû, wî hemû krediya sînemaya xwe ya nîv sedsalî bê dudilî danî ser maseya aşitiyê. Di dema Pêvajoya Çareseriyê de (2013-2015), wekî endamê Heyeta Aqilmendan a Herêma Deryaya Spî berpirsiyariyek mezin girt. Tevî hemû gef û zextên medyaya neteweperest û şovenîst, wî gund bi gund û bajar bi bajar geriya û li dijî polîtîkayên şer, tecrîd û operasyonan aşitî û diyalogê parast. Ji bo wî, gotina “Şer hêsan e, ya zor avakirina aşitiyê ye” felsefeya jiyanê wî bixwe bû. Wî bi wêrekiyeke mezin anî ziman ku ji bo derbasbûna siyaseta demokratîk, divê manifestoyên Abdullah Ocalan rast were fêmkirin û ew wekî lîder û rêberê gelê xwe, divê wekî muhatabê rasteqîn ê vê rêyê bê dîtin. Birîna herî kûr a di dilê wî de, wijdana civakî bixwe bû. Hestiyên Hakan Arslan ku di nav kîsekî de radestî bavê wî hatibûn kirin, di dilê wî de veguherî bû û sozeke hunerî: “Ez ê fîlmê wî bavê ku li Sûr a Amedê hestiyên kurê xwe di nav kîsikekê de girtibû, bikişînim.” Wî her gavê guh da qêrîna Dayikên Şemiyê û hewara Dayikên Aşitiyê; li her qada ku êş lê zêde bû, wî ûjdana xwe li wir kir mertal. Di fîlmê “Kapı” de, wî ev pirsên dîrokî li qirika sîstemê çikand û got: “Ehlaq çi ye, Emre Beg? Mirov li ku derê bijî bibe xerîbê wê derê, ev ehlaqî ye? Ji bîr kirina zimanê xwe ehlaqî ye Emre Beg?”
Îradeya rêza pêş a aşitiyê
Ev sekna wî ya polîtîk, di jiyana wî ya şexsî de jî bi hezkirin û dilsoziyê re hûnandî bû. Julîde Kûral ne tenê hevjîna jiyana wî, lê hevala rêya wî ya rûmetê bû. Di sala 2016an de, dema ku Julîde Kûral ji ber tevlîbûna kampanyaya “Nobedariya Gerînendetiya Weşanê” ya rojnameya Ozgur Gundem ê li salonên dadgehê dihat darizandin, Wî hevjîna xwe tu carî bi tenê nehişt. Ew li salonên dadgehê li pişt hevjîna xwe û Çapemeniya Azad sekinî. Gava lîderê aştîxwaz Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve di Girtîgeha Edirneyê de hat rehingirtin, ev yek di wijdana Kadîr Înanir de bû birînek giran. Ji bo şanoya pirtûka Demîrtaş a bi navê “Devran” ew çû û li rêza herî pêş rûnişt. Tevî ku ji aliyê desthilatdariyê ve bû hedefa herî mezin jî, wî bi serbilindî û bê tirs got: “Zimanê huner û aştiyê nayê astengkirin.” Demîrtaş wekî şansekî mezin dît, daxwaza azadiya wî û hemû girtiyên siyasî yên Kurd kir. Li dijî sîstema qeyûman, li dijî tasfiyekirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hewldanên girtina qadên siyaseta Kurdan, wî her tim helwesteke zelal nîşan da û îmzeya xwe avêt bin deklarasyonên rewşenbîran.
Kadîr Înanîr wekî beden koç kir, lê helwesta wî ya tije rûmet, wêrekiya wî ya ronakbîr û dengê wî yê ku her tim li cem bindestan, li ser vê axê dê tu carî neyê jibîrkirin. Çinara nîv sedsalî ya hunerê bar kir, lê rik, wêrekî û felsefeya wî ya aşitiyê dê mîna tovên ku di axê de hatine veşartin, li ser vê axê dê tim şîn bibe.













