Wan – Hunermend Rotînda Yetkîner bal kişand ser erka hunermendan û got ku di qonaxeke zimanê Kurdî tê înkarkirin de erka pêşîn a her hunermendekî parastina ziman, dûrketina ji popûlîzmê û xizmetkirina ji bo daxwazên azadiyê yên gelê Kurd e.
Huner di dîroka her gelî de xebata ronakbirî û teşakirina pêşeroja civakê ye. Lê dema mijar bibe hunera Kurdî û hunermendên Kurd, ev pênase vedigere şervantiya parastina hebûnê û pêşengiya civakê. Di şert û mercên ku ziman û çanda kurdî di bin polîtîkayên giran ên bişavtin, înkar û qirkirinê de ne, huner dibe qada herî mezin a berxwedanê. Îro rûbirûbûna herî mezin a li pêşiya hunera Kurdî nexweşiya popûlîzmê û takekesiyê ye. Dema ku hunermendek xwe li ser civakê re bibîne û xwe ji nirxên ku wî kirine hunermend biqetîne, di valahiyê de dimîne. Tu hunermend nikare xwe li derveyî xebat, sazî û keda hevpar a vî gelî bibîne.
‘Dixwazin hunermendan ji nirxên wan veqetînin’
Hunermend Rotînda Yetkîner diyar kir ku li Kurdistanê polîtîkayên dorpêç, qirkirinê berdewam in û her ku diçe giran dibin. Rotînda Yetkîner got : “Em di demekê de ne ku dorpêçeke qirêj û înkareke reş li ser Kurdistanê berdewam e û ev polîtîka her ku diçe girantir dibe û lîstikên mezin tên lîstin. Dijminê me, bi taybetî di warê çand û hunerê de, dixwaze rêyekê veke da ku kesayetên me yek bi yek ji nirxên wan biqetîne.”
‘Her stranbêj û hunermendek hevalê me ye’
Hunermend Rotînda Yetkîner diyar kir ku di vê serdemê de her stranbêj û hunermendek keda vî gelî ye û destnîşan kir ku divê kêmasiyên di saziyan de di nav xwe de werin çareserkirin û wiha pê de çû: “Her stranbêj û hunermendek hevalê me ye, xwedî ked e û keda vî gelî ye. Heke ev gel û têkoşîna vî gelî nebe, em nikarin hunera xwe pêş bixin an jî bibin hunermendên binavûdeng. Nexwe, heke di sazî û dezgehên me yên çand û hunerê de kêmasî hebin, divê em di wextê de li ser nîqaş bikin û pirsgirêkan bi eşkereyî bînin ziman da ku di nav xwe de çareser bikin. Rast e, kêmasiyên çapemeniya me, saziyên me yên çand û hunerê hene, daxwazên me yên wekî stranbêj û hunermend nayên cîh. Lê ev nayê wê wateyê ku di rewşeke wisa de, ku li çar parçeyên Kurdistanê berxwedan heye û dorpêçeke qirêj heye, em avê bidin aşê dijminê xwe.”
‘Erka herî mezin dikeve ser milê hunermendan’
Hunermend Rotînda Yetkîner anî ziman ku ji bo berjewendiyên aborî sûcdarkirina saziyan kêmasiyeke wijdanî ye û wiha axivî: “Heke hevalekî me, stranbêjekî me bêje ‘ez dixwazim stranên ku çêdikim li ser navê min bin, ez ji aliyê aborî û mafê telîfê ve sûdê jê wergirm’, heke wî ev daxwaz bi saziyên me re axivî be û saziyan çareser nekiribe, wî çaxî ew di daxuyaniya xwe de mafdar e. Lê mesele ne bi wî rengî ye. Ji bo mafên aborî, em saziyeke xwe deşifre bikin yan jî sûcdar bikin, ji aliyê wijdanî ve kêmasiyeke mezin e. Di vê heyamê de ku ber bi pêvajoyeke aştiyê ve diçe, erka herî mezin dikeve ser milê hunermendan. Erka ku dikeve ser milê her Kurdekî, du qatê wê dikeve ser milê hunermendan da ku vê pêvajoyê fêm bikin, bi gel bidin pejirandin û bibin alîkar. Divê em nekevin pey berjewendiyên takekesî û propagandayên popûlîzmê, yan jî kesayeta xwe dernexin pêş. Ev yeke layîqî tu hunermendekî Kurd nîn e.”
‘Divê bibe lîstikvanê daxwazên gel’
Rotînda Yetkîner anî ziman ku li çar aliyên Kurdistanê berxwedan berdewam dike û berdêlên giran tên dayîn. Rotînda Yetkîner destnîşan kir ku erka herî pîroz a hunerê hilgirtina berpirsyariya civakî û meşandina xebatê ya li gorî vê rastiyê ye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Her hunermendekî Kurd bi qîmet e, lê bi qasî qîmeta xwe, divê bibe lîstikvanê ku êş, berxwedan û daxwazên gelê xwe dibîne û li gorî wê tev digere. Layîqî me nîne ku em ji bo pereyan an jî ji bo çend stranên ku me çêkirine, wan bikin mijar û derkevin pêşberî vî gelî. Divê em û saziyên me di vê derbarê de hişyar bin. Ez bi xwe jî wekî mirovekî Kurd gelek kêmasiyên saziyên me dibînim, lê divê em ji bîr nekin ku li çar aliyên Kurdistanê hîn jî statûyeke fermî nehatiye naskirin, hîn azadî pêknehatiye, hîn berxwedan heye, rojane cangorî û şehîd tên dayîn. Dema em van hemûyan bifikirin, erka hunerê ew e ku berpirsyariya civaka ku jê derketiye û bi zimanê wê hunerê dike, hilgire ser milê xwe, daxwazên wê civakê ber çavan bigire û her gava xwe li gorî wê bavêje.”
‘Divê em xwe ji civaka xwe mezintir nebînin’
Rotînda Yetkîner destnîşan kir ku gengeşiyên bi vî rengî di Roja Zimanê Kurdî de ketine rojevê êşeke mezin e û wiha berdewam kir: “Di vê demê de em xwe nekin mijara dijminan û kesên ku li dijî vê têkoşînê neyartiyê dikin. Mînak, pir balkêş e ku mijareke wisa gengeşî di 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî de ket nav gel, ev bi serê xwe êşeke pir mezin e. Erka yekemîn a her hunermendekî Kurd ew e ku zimanê xwe biparêze, dewlemend bike û bi wî zimanî hunera xwe pêşkêşî cîhanê bike. Ev erka herî sereke ye. Di qonaxeke wisa de ku zimanê Kurdî ber bi windabûnê ve diçe, tê înkarkirin û li çar aliyê Kurdistanê dagirker zimanê me napejirînin û tune dihesibînin, heke hunermendekî Kurd ji bo zimanê Kurdî bi qasî misqalê zereke xebatê bike, ew pir pêwîst, pir girîng û bêhempa ye. Divê em nekevin xefka dijmin û xwe ji civaka xwe mezintir nebînin. Em parçeyek ji vê civakê ne. Ev civak çi dixwaze? Azadiya xwe dixwaze, dixwaze bi zimanê xwe bijî. Nexwe, erka pêşîn a her hunermendî parastina vî zimanî ye.”
‘Bêalîbûn tunebûn e’
Bi domdarî Rotînda Yetkîner diyar kir ku di qada hunerê de pênaseyên wekî bêalîbûnê tunebûn e û got: “Qet mafê me tune ku em peyvên wekî ‘ez xulamê kesî nînim’ yan jî ‘ez girêdayî ti rêxistin û saziyê nînim’ bikar bînin. Tiştekî wisa li cîhanê tune ye, bêalîbûn tunebûn e. Tu li kîjan welatî binerî, hunermend bi saziyekê re girêdayî ne, kesên ku wan bi rê ve dibin, reklama wan dikin û wan pêş dixin hene. Ev ji bo hunermendên me jî derbasdar e. Lê dema tu rabî ji bo ku saziyekê reş bikî bêjî ‘ez xulamê kesî nînim’, ev peyveke pir şaş e. Bêguman her hunermendekî Kurd bi îradeya xwe ya azad di nav vê xebatê de ye.”
Mînaka Hozan Serhad
Rotînda Yetkîner bal kişand ser kesayet û mîraseya Şehîd Serhat a di muzîka kurdî de û wiha berdewam kir: “Ez mînakê bidim, ez di muzîk û hunera Kurdî de mirovekî wekî Şehîd Serhat pêşketî nabînim. Lê ew çû û ji bo welatê xwe canê xwe feda kir. Wî negot ‘ez xulamê kesî nînim’, bi daxwaz û îradeya xwe çû. Ev şaşiyên mezin in. Divê em rê nedin van şaşiyên ku saziyên me an hunermendên me dikin, berevajî, divê em bêjin ‘tu şaşî dikî, gerek tu xwe rast bikî da ku ez bêtir xwe girêdayî te bibînim.’”
‘Bi saya têkoşînê huner tê afirandin’
Rotînda Yetkîner diyar kir ku hunera kurdî ya salên 90î ji ber girêdahiya bi têkoşîn û berxwedana gel re gihîştiye lûtkeyê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Binêrin, di salên 90î de çima hunera Kurdî di lûtkeyê de bû? Çimkî kesên ku huner diafirandin, di nav statû û dergehê Kurdan de berxwedaneke mezin didan, bi keda wê têkoşîna azadiyê fêz digirtin û hunereke serkeftî diafirandin. Lê îro takekesî pir pêş ketiye, nexweşiyeke giran a popûlîzmê bi ser me de hatiye. Kesên ku ketine nav vê nexweşiyê, piranî yên binavûdeng û popûler in. Stranên Kurdî yên ku bi sedan salan e tên gotin, dubare dikin. Rast e, bila bêjin û bistrên, ev jî erk e, lê bila ji bîr nekin ku ew popûlîzma wan a derketina pêş, encama keda vî gelî ye. Tu çi bi dest bixî, ji vî gelî digirî. Tu ne mezinê vî gelî yî, berovajî, tu xizmetkar û karkerê vî gelî yî. Gerek em vê yekê ji bîr nekin.”
‘Ji bo afirandinê divê tu dakevî nava gel’
Rotînda Yetkîner anî ziman ku sedema sereke ya neafirandina berhemên nû dûrketina ji civakê ye û wiha got: “Îro pirsgirêka me ya herî mezin a ku em nikarin di hunerê de tiştên nû biafirînin ev e, ji ber ku em ji civakê dûr ketine, em bûne popûlîst û takekesî. Em li jor in, civak li jêr e. Dema tu li jor bî û civak li jêr be, li jor tiştek tune ye, hewa ye, valahî ye. Ji bo afirandinê, gerek tu dakevî nav gel.”












