39 sal beriya niha rejîma qirker a Baasê ya di bin serokatiya Sedam Huseyn de tawana xwe ya herî mezin pêk anî, rûpelekî din ê reş xist nav dîroka tawankariya xwe ya li dijî gelê Kurd. Ew jî kîmyabarana bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê bû. Şêniyên vî bajarî bûn qurbaniyên hevpar ên tawankariyên her du rejîmên wek Sedam û Îranê. Ev birînên kûr û bandorên komkujiyê hîn jî di nav girtîgeh, darvekirin û girtîgehên Îranê de mîna tawaneke berdewam tên hîskirin.
Saet di 16:25an de, êvara 28ê Hezîrana sala 1987an, balafirên şer ên rejîma Baas a Iraqê, navçeya Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê bi çekên kîmyewî yên qedexekirî bi giranî bombebaran kirin.
Balafirên şer ên rejîma Baasê di wê rojê de çar caran bi gaza kîmyewî êrîşî bajarê Serdeştê kirin. Du bombe avêtin nav bazara bajêr, du bombe avêtin taxên niştecihbûnê û sê bombe jî avêtin gundên li derdora Serdeştê. Di encama vê êrîşê de bi sedan kes birîndar bûn û rewş gihîşt astekê ku li nexweşxaneyan ji bo birîndaran tu cih nemabû.

Li gorî hinek daneyên nefermî, di encama vê êrîşa hov a Sedam û rejîma wî de, zêdetirî 150 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 8 hezar kes jî bi bandora van çekên qedexekirî birîndar bûn. Lê belê tê zanîn ku hejmara qurbaniyan ji vê yekê pir zêdetir e; ji ber ku di wê demê de ji bo veşartina vê tawana giran a her du rejîmên Iraq û Îranê, daneyên rast nehatin belavkirin. Ev êrîş bû sedem ku jîngeh, xweza û hewaya bajarê Serdeştê û derdora wê bi temamî bi jehrî bibe.
Rejîma Baasa Sedam di dema xwe de ev komkujî pêk anî, lê her du rejîmên Bexda û Tehranê li dijî gelê Kurd yekbûyî bûn. Di şerê heşt salan ê navbera wan de, her du aliyan jî gelê Kurd qir dikir. Sedam bi hinceta şerê li gel Îranê, êrîşa kîmyewî bir ser navçeya Serdeştê û di bîskekê de laşê bi hezaran kesan şewitand ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Piştî 39 salan ji kîmyabarana Serdeştê, birîndar hîn jî ji ber kêmî û giraniya dermanan û pirsgirêkên di pêvajoya dermankirina bijîşkî de zehmetiyan dikişînin. Heta niha jî gelek qurbaniyên kîmyabarana Serdeştê nehatine qebûlkirin; tevî ku belgeyên wan ên bijîşkî yên piştrakirî hene jî hejmar û navên wan mîna qurbaniyên vê tawanê nehatine tomarkirin.
Birîndar li ber dergehê her dezgeh û saziyeke dewletê daxwaza mafên xwe dikin, lê piranî ji wan bêhêvî vedigerin. Ji bilî pirsgirêka dabînkirina derman û hewcedariyên jiyanê yên birîndaran, di dirêjahiya van 39 salan de birîndarên niha ji her demê bêtir bêhêvî ne û bi êş û azarên giran ên birînên xwe rojên xwe derbas dikin.
Ev birîna kûr niha ji aliyê rejîma Îranê ve bi çendî rêyên cuda, bi taybetî bi darvekirin, girtin û kuştina kolber û kasibkarên herêmê tê nûkirin. Niha girtîgehên Tehran û Rojhilatê Kurdistanê tije ne ji ciwanên vî bajarê Serdeştê ku tenê ji ber parastin an beşdarbûna di xwepêşandanan de hatine girtin û darvekirin.

Sûcên Sedam tenê bi Serdeştê re sînordar neman. Berî kîmyabarankirina vê navçeyê, di 25ê Cotmeha sala 1983yan de rejîma Baasê gundê Bayencan ê bi ser bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kîmyabaran kiribû. Paşê piştî 10 rojan, herêma li ber rûbarê Çemê Şilerê ya bi ser bajarê Bane kîmyabaran kir. Di wan êrîşan de jî hejmareke zêde ya welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Hemû ew çekên kîmyewî yên li dijî gelê Kurd hatine bikaranîn û niha jî tên bikaranîn, îspat dikin ku dewletên dagirker dixwazin gelê Kurd ji holê rakin. Di heman demê de, heta niha belgeyên ku nayên înkarkirin li ser van çekan û qurbaniyên wan li cem dezgehên taybet ên navdewletî û welatên cîhanê hene; lê ji bo rêgirtina li dubarebûna bikaranîna van çekan, wan çavên xwe girtine û bêdeng mane.



















