Konferansa ku saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar dixin di roja duyemîn de didome. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Aslan ku li ser mijara ziman û derûniya zarokan axivî û got: “Dema ku zarokek diçe dibistanê ew zarok pêşî ji zimanê xwe tê qutkirin.”
Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi diruşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê dar dixin di roja duyemîn berdewam dike. Di bernameyê de gelek endamên û rêberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine, tevlî konferansê bûn. Li konferansê pankartên bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî ya ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hat daliqandin.
‘Zarok bi dibistanê ji ziman qut dibe’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin di destpêka bernameyê axivî û diyar kir ku axaftina ziman beriya her tiştî divê mirov bigire dest û wiha got: “Dema ku li pêş ketina ziman tune be, ew ziman tê windakirin. Dema ku zarokek diçe dibistanê ew zarok pêşî ji zimanê xwe tê qutkirin. Her wiha bi vê yekê re têkiliya di navbera zarok û zimanê wî tê windakirin çêdibe. Û aîdiyeta wî û malbatê tê xerakirin. Veguhestina çand, ziman, nasname û têkiliya di navbera civakê de bêhtir xera dibe. Dema ku ew zarok ji zimanê xwe dûr dikeve, ew dibe sedema şerma axaftina wî zimanî jî. Ev meseleyeke derûnî û hesas e. Em ji qedexekirinê re dibêjin na, lê em ji pêşketina ziman re dibêjin erê. Divê mirov rê li ber ziman negire, divê pêşî lê bê vekirin. Ji bo şerma ziman bişkê divê pêşî li bişaftinê bê girtin. Çima ziman dimire? Ji bo ku zimanekî zindî bimîne divê ew malbat bi zarokên xwe re û di nava xwe de bi zimanê xwe her tim biaxivin. Dema ziman nebe zimanê siyasetê jî ew ziman dihele û dimire.”
‘Dibistan bi tenê têrî ziman nake’
Di berdewama axaftina xwe de Berîtan Guneş Altin anî ziman ku dema mafê zimanan neyê parastin, ziman bimire û wiha pê de çû: “Ger ku zarokek bi zimanê xwe stranan guhdar bike ew pêşî li asîmîsyonê jî digire. Zimanê ku ji malbatê derbasî zarokê nebe ew ziman tê windakirin. Ew kesên ku di nava civakê weke rûspî tên nasîn dikarin bêhtir bi zarokan re bi Kurdî biaxivin. Ger xwedîderktina ziman a malbatan tune be, ew ziman tê windakirin. Gelek caran pergal perwerdehiyê li gorî xwe amade dike. Dibistan bi tenê têrî ziman nake. Di 0-6 salan de ger ku zarok ziman fêr bibe, ew dibe bingeheke gelek mezin. Niha bandora medyaya dijîtal jî heye û ew roleke gelek mezin dilîze. Divê em qadeke ji bo zimanê Kurdî amade vebikin. Da ku em prestîja ziman bilind bikin. Divê em di mezinkirina zarokan de rêbendaneke ji bo zarokan amade bikin. Divê em zarokîstanan bidin amadekirin.”
‘Qebûlkirina asîmîlasyonê gava ewil a şiyarbûnê ye’
Piştre Dr. Akademîsyen Îsmet Konak jî destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê, zextên dîrokî û bandora wan a li ser ruh û bedena civakê zanistî ne û got: “Qebûlkirina rastiya asîmîlasyonê, gava yekem a hişyarbûn û xwenaskirinê ye. Ji bo ku em bersiva pirsa destpêkê bidin. Ziman çawa xwe baş dike û pêş de diçe? Şikandina dagirkeriya ruhî û tirsê polîtîkayên ku tên qalkirin ‘tenkîl, tehdît, temdîn’ xwestine ku Kurdan bixin navê ‘çembera îtaatê’ û wan bikin. Ew qalikê tirsê û sînorên ku di mejiyê mirovan de hatine xêzkirin dişkînin. Gava rewşenbîr, nivîskar û gel tên cem hev, dibînin ku ne bi tenê ne. Ev yek li dijî wê dagirkeriya ruhî ya ku tê qalkirin, dibe bingeha berxwedana derûnî. Standardîzasyon û zindîkirina asîmîlasyonê zimanê me parçe kiriye û herêmî kiriye.”
‘Meseleya ziman meseleya zarokên me ye’
Pisporê perwerdehiya dîjîtal û bernamenivîs Karwan Aref jî ku ji başûrê Kurdistanê tev li konferansê bûye li ser rol û bandora qada dijîtal a di pergala perwerdehiyê de anî ziman ku welatê Norveç yek ji wan weletan e ku bi salan e perwerdehiya xwe derbasî dijîtalê kiriye û ev tişt got: “Ji demên berê heta niha her tişt guheriye pê re perwerde jî guhertiye. Înternet êdî sînoran rakirin. Ev ji bo me gelek girîng e. Êdî hatiye wê astê ku hemû karê me bi rêya înternetê nîn be, ew kar êdî nayê kirin. Berê medrese bixwe civakî bûn. Niha pergaleke hatiye avakirin ku li ser ziman û zarokan nasekine. Berê me li Başûr pergalên dibistanê yên perwerdehiyê dida avakirin. Sîstema heyî du beş in, yek jê beşeke serbixwe ye, ya dinê jî li ser zaravayan e. Divê kesên ku bi zaravayên Kirmanckî zanibin, divê ew bi zaravayên dinê yên Kurdî zanibin. Meseleya ziman meseleya me ye, meseleya zarokên me ye.”
Konferans bi nirxandinan didome.



















