Komeleya Şêx Seîd di 101emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de ew bi bîr anîn û wiha got: “Wan bi mal, milk û canê xwe, di bin şert û mercên herî giran de, têkoşîneke bêhempa meşandin. Ev mîrate, îro bûye bingeha têkoşîna mafên mirovan, demokrasiyê û azadiya gelê me. Em soz didin ku em ê bibin şopdarên rastîn ên vê dozê.”
Komeleya Şêx Seîd, di 101emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî de li avahiya komeleya xwe daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Xizmên Şêx Seîd, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî îro bûye bingeha daxwaza maf, azadî û rûmeta gelê Kurd.
Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat ku neviyê Şêx Seîd e, ewilî axivî.
Kasim Firat ku li ser jyana Şex Seîd axivî, bal kişand ser rûpelên dîrokî yên sala 1925an û wiha got: “Şêx Seîd Efendî, li hemberî wê zagona 1925an a ku hebûn, ziman û nasnameya Kurd qedexe dikir, serî hilda. Ji ber ku wan digot ‘Em Kurd in, erdnîgarî, welat, ziman û aîdiyeta me heye.’ Wan li dijî sîstema tagût serhildan kir û di vê rêyê de jiyana xwe feda kirin.”
Mehmet Kasîm Firat diyar kir ku ev têkoşîn mîrateyeke serxwebûn û rûmetê ye û wiha pê de çû: “Şex Seîd meseleya Kurdan ji asta dîn, îdeolojî û çînan derxist û anî asteke neteweyî. Di wê serhildanê de axa, şêx, beg, jin, mêr, Elewî û Sunî, her kes hebû. Destê xwe dan hev û xeteke neteweyî ava kirin. Heta ku ev dîrok rast neyê fêmkirin, aştiyeke mayînde çênabe. Divê mafên me werin naskirin û cihê meqberên şehîdên me ji me re bê gotin.”
‘Em ê bibin şopdarên rastîn ên vê dozê’
Piştre rêveberê Komeleya Şêx Seîd Bawer Firat metna daxuyaniyê xwend.
Bawer Firat diyar kir ku 29ê Hezîranê ne tenê roja bîranînê ye, di heman demê de roja nûkirina soza azadiyê ye û wiha got: “Şêx Seîd û hevalên wî, di serdemeke tarî de, li dijî polîtîkayên înkar û îmhakirinê yên komarê, dengê xwe yê azadîxwaz bilind kirin. Wan bi mal, milk û canê xwe, di bin şert û mercên herî giran de, têkoşîneke bêhempa meşandin. Ev mîrate, îro bûye bingeha têkoşîna mafên mirovan, demokrasiyê û azadiya gelê me.”
‘Erka me ya sereke ew e ku em yekîtiya gelê xwe xurt bikin’
Bawer Firat bang li hemû pêkhateyên civakê, rewşenbîr û dildarên edaletê kir ku nehêlin ev rûpela dîrokî ji hafizeya gelan were jêbirin û wiha domand: “Em bi vê boneyê, careke din soz didin ku em ê bibin şopdarên rastîn ên vê dozê. Erka me ya sereke ew e ku em yekîtî û yekrêziya gelê xwe xurt bikin.”
‘Di rêya gelê xwe de fedakirina can ne cihê poşmaniyê ye’
Bawer Firat axaftina xwe bi gotinên Şêx Seîd bi dawî kir: “Dawiya jiyana min hat! Di rêya gelê xwe û baweriya xwe de fedakirina can ne cihê poşmaniyê ye. Li dû me negirîn û kêfa zaliman li me neynin. Serhildana me baş fêm bikin û ji nifşên li dû me re bi awayekî rast behs bikin!”












