CPT a Kurdistana Iraqê ragihand ku dewleta Tirk bi şeş şertan destûr dide xelkê 9 gundên ser bi bajarê Zaxoyê ve ku vegerin gundên xwe.
Komên Avakerên Aştiyê (Community Peacemaker Team-CPT a Kurdistana Iraqê) li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek weşand.
CPTyê ragihand ku dewleta Tirk ji 26ê Hezîranê ve bi 6 şertan destûr daye ku xelkê gundan vegerin ser malên xwe. Ev gund di nav Geliyê Pisaxa yê li ser Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê de ne.
Navên wan 9 gundan ev in: “Bazangira, Gundok, Gawrk, Krkrank, Patroma, Kalok, Marsis, Alansh û Erey û dewleta Tirk ji bo vegerê şeş şert danîne pêşiya gundiyan.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku xelkê van gundan, ji ber êrîşên dewleta Tirk beriya şeş salan malên xwe terikandibûn. Gundî ev nêzî mehekê ye ku ji bo vegera li gundên xwe têdikoşin. Di daxuyaniyê de şertên ku Tirkiyeyê danîne pêşiya gundiyan wiha hatin rêzkirin:
*Rojane ji saet 06.00ê Sibehê heta 19.00ê êvarî xelkê gundan dikarin herin gundên xwe lê qet nabe ji piştî 19.00ê êvarî ve tu kesek di gund de bimîne.
*Destûr nayê dayîn ku tu kesek çek û amêrên birînê li gel xwe rake, heta çeka nêçîrê jî.
*Gundî dikarin xwarina rojek tenê li gel xwe bigirin, nabe xwarina ji rojek zêdetir li gel wan hebe.
*Di dema derbasbûna xalên kontrolê yên artêşa Tirk de, nasnameyên herkesî tên wergirtin, nav, navnîşan û zanyariyên kesî tên tomarkirin.
*Ajoker ji vegera hemû kesên di wesayîta wî de ne berpirsyar tê dîtin, dema êvarê vegeriya kesek ji wan venegere, wê ajoker ji aliyê leşkerên Tirk ve were binçavkirin.
*Leşkerên Tirk di qeydên dîjîtal yên saziyên xwe yên ewlehiyê de, li paşxaneya gundiyan digerin ku ger di rabirdûyê de bi alîkarîkirina gerîlayan hatibin tawanbarkirin, wan binçav dikin.
Di daxuyaniyê de her wiha dîmenê paşmahiyên êrişên artêşa Tirk ên li nav xaniyên li gundê Marsîs jî hat weşandin.













