Li eniya Til Hedîd ê rojavayê bajarê Siwêdayê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi çekên navîn û giran bi hev ketin.
Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê û hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de li eniya Til Hedîd a gundewarê rojavayê Siwêdayê pevçûn derket. Di pevçûnê de çekên giran û navîn hatin bikaranîn.
Heta niha tu agahiyên piştrast ên têkildarî qebareya zirarên mirovî yan jî zirarên madî yên ji ber hedefgirtinan nehatin wergirtin.













