Wan – Parêzer Erhan Çîftçîler têkildarî komploya 15ê Sibatê diyar kir ku heke Abdullah Ocalan nehatiba girtin dibe ku pirsgirêka Kurd zûtir hatiba çareserkirin û got: “Vê komployê nehiştiye li Tirkiyeyê mafên mirovan pêş bikeve, heke mafên mirovan li Tirkiyeyê pêş bikeve dê komplo careke din pûç bibe.”
Di 15 Sibata 1999an de li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan komployek navneteweyî pêk hat û Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ev komploya ku serkêşiya wê Îngîltere û Amerîka dikir, bi boneya tesfiyeya tevgera azadiya kurdan û Abdullah Ocalan pêk hat. Hêzên hegoman planên xwe yên tasfiyekirinê li hemberî israra çareseriya demokratîk a pirsgirêka tkurd dan meşandin û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku bi komployê destpêkir, li tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn belav kir. Piştî komployê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê, di hucreyê de ji bo çareseriya demokratîk israra xwe berdewam kir. Lê bersiva wê kûrkirina polîtîkayên şer bû.
‘Ku Abdullah Ocalan li derve bûya dê pirsgirêka Kurd zûtir çareser bûbûya’
Parêzer Erhan Çîftçîler ku behsa komployê kir, diyar kir ku di girtina Abdullah Ocalan de mijar tenê ne Abdullah Ocalan bû û wiha got: “Gava Abdullah Ocalan ji Sûriyê derdikeve û diçe Ewropa û Rûsya tu kesan jê re deriyê xwe venekir. Ev jî nîşan dide ku hêzên navneteweyî di nava vê komployê de ne.” Erhan Çîftçîler, destnîşan kir ku ew dewletên cih nedan Abdullah Ocalan dixwestin ew bê girtin û wiha axivî: “Lewma em dibêjin ev yek komployeke mezin e. Heke wî çaxî Abdullah Ocalan nehatiba girtin dibe ku pirsgirêka kurd zûtir hatiba çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan hertim ji bo çareserkirina bêçek ya pirsgirêka Kurd rê digeriya, lewma komplo pêk anîn.”
‘Tesîra komployê nemaye’
Erhan Çîftçîler, diyar kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî jî divê Abdullah Ocalan nedabana Tirkiyeyê, lê ev yek jî hat binpêkirin. Erhan Çîftçîler, da zanîn ku rojnamegerên tirkan jî vê komployê vedibêjin û didin diyarkirin ku ev yek komployek mezin bû. Erhan Çîftçîler, anî ziman ku ev komplo bûye sedema mezinbûna şer jî û ev tişt got: “Ev komplo ji bo xerabkirina jiyana kurdan, tirkan, ereban hwd. hatiye kirin. Heta cihekî vê komployê encam girt, lê niha ev komplo vala hatiye derxistin û tesîra wê nemaye.”
‘Divê ji bo mafê hêviyê mekanîzmayek bê avakirin’
Erhan Çîftçîler ê ku bal kişand ser azadiya Abdullah Ocalan jî, diyar kir ku bi pêvajoyê re mafê hêviyê jî hatiye rojevê. Erhan Çîftçîler, bi bîr xist ku mafê hêviyê ji bo kesên zêde di girtîgehê de dimîne hatiye derxistin û destnîşan kir ku mafeke bingehîn e. Erhan Çîftçîler, bi lêv kir ku li gorî AÎHMê divê mafê hêviyê ji bo kesên 25 salên xwe di girtîgehê de derbaskirine bê rojevê û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Divê ji bo berdana kesê 25 salan di girtîgehê de maye mekanîzmayek bê avakirin. Li gorî qanûnê nehewceye ku teqez ew kes bê berdan, lê avakirina mekanîzmayekê pêwîst e. Tirkiye vê yekê jî nasnake û kesên cezayên giran hilgirtî, heta hetayê di girtîgehê de dimîne.”
‘Divê mafê hêviyê girêdayî pêvajoyê nebe’
Bi domdarî Erhan Çîftçîler da zanîn ku mafê hêviyê tenê ji bo Abdullah Ocalan nayê û dê ji bo hemû girtiyan bê. Erhan Çîftçîler, diyar kir ku divê mafê hêviyê êdî di makezagona Tirkiyeyê de jî bê naskirin û got: “Niha behsa pêvajoyekê tê kirin, divê mafê hêviyê girêdayî vê pêvajoyê nebe. Ev pêvajo tiştekî gelek mezin e, ev pêvajo Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojhilata Navîn, Îsraîl, Lubnan hwd. gelek cih û kesan eleqedar dike. Yanî pêvajoyeke evqas mezin e, ji mafê hêviyê jî û ji hemû pêkanînên li dijî qanûnê jî mezintir e. Lê ev pêvajo nebe jî dîsa divê mafê hêviyê hebe, mafên mirovan divê nebe mijara pêvajoyan. Mafên mirovan mafên herî bingehîn û elzem in. Pêvajo nemeşiya dê mafên mirovan jî ji holê rabe. Ji xwe heke mafên mirovan hebe, dibe ku hewceyî pêvajoyan neke.”
‘Komployê nehiştiye li Tirkiyeyê mafên mirovan pêş bikeve’
Erhan Çîftçîler, behsa bingehnegirtina hiqûqa Tirkiyeyê kir û got ku hiqûqa Tirkiyeyê li gorî siyasetê tevdigere. Erhan Çîftçîler, diyar kir ku divê hiqûq li ser siyasetê be û wiha bi dawî kir: “DMMEyê di sala 2014an de ji bo Abdullah Ocalan biryar daye û gotiye ku divê daxwaz û hêviya wî ya ji girtîgehê derketinê hebe. Her wiha qanûna 90an a makezagona Tirkiyeyê jî dibêje ku divê di hemû şer û mercan de biryarên DMMEyê bên bicihanîn. Makezagon li ser hemû qanûnan e, lewma divê niha ne qanûna înfazê, makezagon bê bicihanîn. 15 Sibatê komployeke mezin e û vê komployê nehiştiye li Tirkiyeyê mafên mirovan pêşbikeve. Heke mafên mirovan li Tirkiyeyê pêş bikeve dê komplo careke din pûç bibe û em nîqaşa mafê hêviyê hwd. nakin. Ji xwe divê maf neyên nîqaşkirin, maf bên dayîn.”