Mîtinga bi dirûşma “Ji bo aştî û azadiyê” ku li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kiriye, bi axaftinan didome. Qada mitîngê bi alên DBPê û DEM Partiyê hatiye xemilandin. Pankartên bi nivîsên “Dema serkeftin û azadiyê ye”, “Cinî cuye azadî”, “Dem deme cu cenî azadeyo” û “Dem dema jinan e” hatine daliqandin. Ji sê baskan ve xelk hatin qadê û bi hezaran li qadê kom bûn. Axaftina siyasetmedaran a li qada mîtîngê didome.