* Meşvanê Meşa Direj a 26 rojan Ekrem Yapici, ku 20 roj in di Meşa Dirêj de cih digire û heta niha li 20 bajaran serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî kir, anî ziman ku kelecan û heviya îsal ji her sal bêtir e û ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bendewariyek zêde heye.
* Rojnameger Azîz Koyluoglu bi êrişa SÎHA ya dewleta Tirk hat kuştin. Rojnameger Azîz Koyluoglu li çar aliyên Kurdistanê ji bo ragihandina heqîqetê têkoşiya û mîrateyeke mezin li dû xwe hişt. Rêhevalên Azîz Koyluoglu ku bi wî ferî rojnamegeriyê bûnê jî dibêjin, “Bi 10an Azîz wê li pêy şopa wî bin.”
* Dayikên beşdarî mitînga bi dirûşma “Aştiya Civakê û Azadiyê” ya Amedê hat lidarxistin bûn diyar kirin ku ji bo aştiyeke mayînde beşdarî mitîngê bûne û gotin: “Divê dewlet jî wek Rêberê PKKê Abdullah Ocalan zelal bibe û ji bo aştiyê gav biavêje.”
* Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş, têkildarî mîtînga ku îro piştî nîvro li Mêrsînê pêk bê agahî da û got: “Hêvî û bendewariya gel pir pir zêde ye. Em bawer dikin ku ev mîtîng dê bibe mîtîngeke dîrokî û bibe bersîva siberojê.”
* DBP û DEM Pardî dê îro li Mêrsînê mîtînga bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê mîtînga aşityê” li dar bixe. (14.00)
Rojeva kirmanckî
* Zabel Yesayan serrê 20î de edebîyatê ermenî ra newîyêk ard. Nuşteyê xo de qet romantîzm nêard ziwan. Pawitoxîya cinîyan kerd, maxdûrîyeta cinîyan bi ewnîyayişê felsefî nuşt. Qirkerdişê Ermenîyan zî bi edebîyatê xo dinya ra resna.
* Ziwanzan û Xebatkarê Şaredarîya Amedî Zana Farqînî aşkera kerd ke bernameyê înan ê 21ê Sibate dîyar o û çarçiweya xebatê xo ê do bazaran bigêrê û etîketê bi kurdkî yê nameyê zebze û fekîyan bi kirmanckî û kurmancî bidê esnafê bazarî rê.